Girêka “kesk û sor û zer” bi desthilata Suriyê jî ketiye

Girêka "kesk û sor û zer"

Avesta – Tê zanîn ku dewleta tirk di salên 90î de bi “Girêka rengên kurdî” ketibu. Dewleta Tirk di salên 1990’î de bi behaneya ku rengê PKK’ê ne…

‘kesk û sor û zer’ qedexe kiribû.

Parlamemterên nijadperest jî di wê çaxê de pişniyara guhertina rengê kesek di stûnên trafîkê de bo rengê hêşîn kiribûn.

Her wiha di sala bihorî de dema serdana serokê Senegalê Abdulaye Wade ji bo Tirkiyê alên Senegalê li kolanên  Enqerê pêl didan, dema ku polîsan alên bi rengê  kesk, sor û zer dîtibûn di cih de dikevin asta hişyariyê bilind, wan texmîn dikir ku ew al yên PKKê bûn.

Niha jî girêka “kesk û sor û zer” bi deshilata Suriyê jî ketiye.

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo polîsên dewleta Sûriyeyê bang li xwediyên salonê dawetan kir û ji wan xwest ku nehêlin rengê kesk, sor û zer di şahiyan de werin bikaranîn.

Li gorî agahiyan di roja 25’ê hezîranê de li bajarê Qamişlo bang li gelek xwediyên salonên dawetan hatiye kirin û ji bo vê yekê hatine hişyarkirin.

Qedexeya rengan ji xwediyê salonan re hatiye ragihandin û hatiye gotin ku kesên li gorî vê yekê tevnegere dê werin cezakirin.

Avesta / Azadiya Welat

Foto: Ala Senegalê li jor û ala ARGK (Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan) li jêr.

//

Leave a Reply