Feeds:
Posts
Comments

Archive for the ‘Nîvîsakrên Kurd’ Category

Sersaxiya Arşevê Oskan / Rûdaw

Rûdaw / Z.A – “Di sala 1967 an de li gundê Birkinêsê di navbera Dirbêsî û Serêkaniya binxetê ji dayîk bûme. Li gundê me ji bilî zimanê kurdî nayê axaftin, dayika min heyanî ku koça dawî kir jî hînî zimanê erebî nebû… Dibe ku ji sedema zimanê dayîkê be, zimanê kurdî li cem min tu toz nehat ser û pîrozbahiya xwe parast” ev bûn xêzên pêşîn ji kurtejiyana nivîskar Arşev Oskan ku di rojên şîniya wî dawiya heftiya borî de li navenda Komele Kurdên Bremenê hatibû belavkirin. Piştî berxwedaneke demdirêj li hemberî neşxweşiyê pencaşêra kolonê dawî li jiyana bavê Nazê anî, heval û hezkiriyên wî êdî neman ew dîmê rûliken bibînin lê nemir Arşev di van salên berxwedanê de gellek berhem li pey xwe hîştin ta ku  herdem zindî di bîrê wan û aşiqên wêjeya kurdî de bimîne.

 Hewaya sar nebû kelem ta ku kurd ji gellek bajarên Almanya biçin cihê sersaxiyê, hemû kesên ku axivîn tekez kiribûn li ser tewazîbûna Arşev, girêdana wî bi zimanê dayîkê û bi doza netewa xwe. Helbestvan Tengezar Marînî dest bi axaftinê kir û got “wek hûn dibînin Arşev bi xwe kurtejiayan xwe nivîsandiye, pesnê xwe nedaye û gellek tiştên real gotine, di axaftina xwe ya ji medya re herdem dixuya ku ew kesek mitewazî û hezmirov bû”. Marînî ji ber barkirina Arşev xemginiya xwe anî zimên “Wendakirineke nivîskarekî kurd  nemaze di vî temenî ciwan de bûyerek pir bi êş e ji ber ku ew bi zimanekî qedexe û birîndar dinivsînin û bi saya keda wan ev ziman li hemberî wendabûnê li ber xwe dide”.

Ji sersaxiya Arşevê Oskan / Rûdaw

 “Bi rastî tu nikarî ti kêmanî li ba wî bibînî”

Me xwest em bi Eyaz re biaxivin derbarê barkirina bavê xwe lê wî kesekî nîşanî me kir û got “bavê Cudî û bavê min wek bira bûn”. Bavê Cudî jî nexweşê penceşêra kezebê ye, digel ku li derveyî komelê bayê qerrisî hebû wî bi kêfxweşî daxwaza me pejrand û wiha ji Rûdawê behsa hevalê xwe kir “min Arşev berî heft salan naskiribû lê piştî ku ez jî nexweş ketim têkiliya me xurttir bû, em xwedî heman êşê bûn û me dilê xwe ji hev re vedikir, hêvî dikim ti kes ku dijminê kurdan be jî vî derdî nebînê ” di vê kêlîkê de bavê Cudî cixareyekê vêdixîne û nefesekî kûr dikşîne “ez çi bêjim ne ku niha ji ber ku nav me bar kiriye divê em tenê behsa başbûna wî bikim lê bi rastî tu nikarî ti kêmanî li ba wî bibînî, di civata wî de jî mirov pir kêfxweş dibû, li tembûrê dixist û dengê wî xweş bû”.

Arşev yek ji ew nivîskarên kêm ji rojavayê Kurdistanê bû ku tenê bi kurdî dinivisînin, li ser daxwaza bavê Cudî wî di vê dema dawî gotarek bi erebî li ser rejîma Sûriyê  nivîsandibû lê piştre ew poşmam bû “tu zanê bavê Cudî digel ku ez dizanim ku ev nivîs bêtir ji nivîsên min yên bi kurdî hatiye xwendin lê ez hest dikim ku min qebhet kiriye, wîjdanê min ji ber nivîsandina bi erebî rihet nabe”.

Bavê Cudî dibêje ku Arşev herdem moralê wî bilind dikir û hêz dida wî ta ku li hember nexweşiyê li berxwe bide,  herdû jî henek bi hevdû dikirin derbarê nexweşiyên xwe “carekê min jêre gotibû ez nema bîra mirinê dikim, ew got çima?, min got: pîrekên me hîn can in wê zû dev ji zarokên me berdin û herin bizewicin, lê ezê ji xelkê re bêjim ku ez bi Aidsê ketime, wiha jî kes nêzîkî wê nabe. Ew got bila bizewcin çi pêve heye. Ew ji diya Eyaz re gotibû piştî ku tu ji ser gora min vegerî cavê xwe bigerîne û ji xwe re însanekî xweşik bibîne. Ev rihê demokrat jî li ba wî hebû”.

Mehmûd Abûzêd hevalekî din ya Arşev ji Rûdawê re axivî û bal kişand li ser girêdana Arşev yê bêhempa bi zimanê xwe ve “Arşev digot zimanê kurdî wek zarokekî bêmal e, ku hebekî wîjdan te hebe divê tu wî bi tenê nehêlî, ya tuyê wî rahêjî mala xwe yan jî tuyê warekî jêre peyda bikî. Wî nedixwest bi zimanekî din binivîsîne ji ber ku bawer dikir ku wê kurdiya wî zelal nemîne û wê biherime”.

Min wek Arşev berxwedêr, geşbîn û bi jiyanê ve girêdayî nedîtibû”

Nivîsakar Qado Şêrîn ku ji salên nodî de Arşev nas dike ji Holandayê hatibû û xwe gihandibû merasîma cenazeya wî, Qado Şîrîn di dema dawî de di têkiliyeke rojane ligel hevalê xwe bû, Qado ji Rûdawê re got “min gellek kes nasdikirin ku ji ber ev nexweşiya dijwar çûn lê min wek Arşev berxwedêr, geşbîn û bi jiyanê ve girêdayî nedîtibû, herdem dinivîsand lê mixabin di rojên dawîn de nexweşî lê giran kiribû, êdî nema dikarî gellek biaxiviya, zimanê min jî li ser telefonê radiwestî, ev rewş bo min gellek dijwar bû lê bi rastî girêdana wî bi jiyanê û bi peyva kurdî ve geşbînî dida mirovan”. Qado bal kişand li ser giringiya berhemên Arşev di wêjeya kurdî de nemaze romana wî ya bi navê Keştiya Penaberan û got ku dê hewil bide ligel hevalên din derbarê ew gotar û hevpeyvînên ku di malperê Arşev de (www.arshev.net) hatine weşandin ligel gotar û helbestên ku li ser koçkirina wî ya dawî hatine nivîsandin di nav pirtûkekê gîştî de biweşînin.

Read Full Post »

 Comerd: “Eger ez şehîd ketim bila haya te ji hevser û zarokên (qiçik û jinikê) min hebe” / Youtube

Nivîskar û romannûsê navdar Jan Dost di “nivîseke” xwe de bi navê “Kurdên Şeytanê ji Comerd Bavê Murad re” ku duh bi zimanê erebî li ser malpera Gemya Kurda hatiye weşandin, nivîskar bi tundî êrîş dike li ser leşkerkî kurd di Artêşa Sûriyê de û wî weke kurdê Şeytan bi nav dike û laneta hetahetayê  lê tîne.

Bi rastî mirov nikare bêje ku nivîsakr Jan Dost gotareke nivîsandiye, ji ber ku ew çend hevokên kurt danîne ser hev û weke ku şîroveyeke xwe avêtiye li ser Facebookê. Bawer dikim piştî ku ew vîdyo temaşe kiriye tavilê heycan bûye û hema şîroveya xwe li ser vîdyo nivîsandiye.

Di despêka şîroveya xwe Jan Dost dinivisîne “Şeytan, ev kurdê te ne,… çiqas ji kurdbûna xwe fedî dikim dema ku şebîhê kurd Comerd (bavê Murad) ji Efrînê, berê çekê xwe dide li dijî sîngên sûriyan ji bo parastina rejîmekê ku her tişt jê standiye ..heya şerf jî jê standiye”, û wiha pêde diçe “Bizanibin ey kurdên Xweda ku para me di herikandina xwîna zarokên Suriyê de heye” û di dawiya şîroveya xwe sê caran laneta ebedî li Comerd tîne.

Kurdên Xwedê û Kurdên Şeytan

Nizanim ji bo çi Jan Dost êrîş dike ser Şeytan û Kurdan dabeş dike navbera Kurdên Xwedê û Kurdên Şeytan, ango li gorî wî yên pêşî kurdên baş in û yê din kurdên xerab in. Nizanim ji bo çi ev dabeşkirina olî tîne meydanê û nizanim bo çi kurdên Şeytan pîs dibîne, digel ku Şeytan ew tekane melek ku serê xwe ji Xwedê re netewandiye û xulamtî û bindestiyê qebûl nekiriye ji ber wê jî  Xweda ji buhşta xwe qewitand û daxist erdê. Di nerîna min de divê Şeytan bibe sembola azadî û serfiraziyê ne sembola pîsî û xerabiyê. Her wisa nizanim mebesta Jan Dost bi nivîsandina peyva “şeref” çi ye.

Jan Dost xortê kurdaxî bi şebîhbûnê tawanbar dike, wek tê zanîn jî şebîh ew kesên neleşker ku bi awakî hovane êrîşên kesên sîvîl û xwepêşanderan dikin. Lê Comerd weke vîdyo nîşan dike ew leşkerekî  artêşê  ye û neçar e ku fîşekan bavêje li dijî kesên çekdar yan jî li dijî xwepêşanderên sîvîl, ku wisa jî neke wê ji aliyê efserekî bê gullebarandin.

Ne diyar e  ev vîdyo kengî hatibû tomarkirin, ango dibe ku van dîmenan di sala bihorî de hatibûn kişandin, wê çaxê jî agahiya pirraniya leşkeran ji raperîna gel tunebû, gellek leşker bawer dikirin ku ew li dijî grûpên çekdar şer dikirin. Dibe ku ev vîdyo jî nû be û Comerd bi bawerî li dijî çekdarên Artêşa Azad ya Sûrî şer dike, ji ber ku leşkerên Artêşa Azad jî gellek kesên sîvîl û alîgirên rejîma Esed dikujin, bawer dikim Jan Dost ev artêş wek Artêşa Xweda dibîne.

Comerd ne kurdê Şeytan e û baweriya xwe bi Xweda heye, ew di axaftina xwe de, ji kamîramevan re, dibêje: “Eger ez şehîd ketim bila haya te ji hevser û zarokên (qiçik û jinikê) min hebe”. Comerd dikene û henekan dike lê ew baş dizane ku mirin li pêşya çavên wî ye, dibêje: “Bila min jibîr nekin, ez Comer bavê Murad im”, û piştre dixwaze çend fîşakn bavêje, bi kurdî û erebî dibêje “Ev jî ji bo çavên Kurdistanê re” lê kamîrevan dibêje ne hewceye tu fîşakn bavêjî.

Ne tenê Comerd leşekeriya rejîmê dike, her çend roj laşê leşkereî yan cendirmeyekî kurd ber bi herêemên kurdî ve tê, ji Efrînêî heya Dêrîka Hemko ve, gellek ji wan li ser destên Artêşa Xwedê yên Birayên Musulman tên kuştin. Helbet belkî hinek ji wan dixwazin xwe ji vê şerî rizgar bikin û birevin lê gulleyên rejîma Esed dawî li jiyana waî tîne.

Tiştê balkêş ku heya niha ti nivîskarekî Ereb ji netewa xwe şerm kiriye digel ku ji % 99 ji hêzên Şebîha ereb in. Pirr mixabin tenê nivîsakrekî Kurd ji kurdbûna xwe şerm dike.

Têbînî: Xwediyê vîdyo di kanla xwe li ser Youtubê şîroveyek  li dijî PKKê bikar aniye, şîroveya vîdyo dibêje ku ew şervanên PKKê ne û rejîma Esed wan ji çiyayên Qendîlê aniye.  Jan Dost jî heman şîroveya xwediyê kanalê bikar aniye ” Şebîhê kurd Comerd (bavê Murad) ji Efrînê, berê çekê xwe dide li dijî sîngên sûriyan ji bo parastina rejîmekê ku her tişt jê standiye ..heya şerf jî jê standiye”

Read Full Post »

Nivîskar û parêzer İbrahim Güçlü

Di gotarekî xwe de bin sernivîsa “Sûriyê û Mudaxelaya Navneteweyî” nivîskar û parêzer Îbrahîm Güçlü behsa “Bihara Ereban” ku li Tunisê despêkiribû û bandora xwe li gelek welatên ereban kiribû. Guçlo bi ferehî bal dikşîne ser raperîna gelê Sûriyê li dijî rejîma Esed û helwesta civaka navnetwî nemaze ya Tirkiyê li hemberî soreşa gelê Sûriyê.

Îbrahîm Güçlü derbarê helwesta partiyên kurd li Sûriyê wiha dinivisîne “Partiyên kurdan xwediyê biryarek hevbeş in, ku ew nûha beşdarî serîhildanan nebin. Lewra helwesta muxalefeta ereb jî, di pirsa kurd de ne zelal e. Pirsa duyem jî, hîn pêşeroja Suriyeyê jî dê çi bibe, ew jî ne xuyayê ye. Lê di nav kurdan de jî partiya PKKê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYDê) ji muxalefeta kurd cûda disekine. Nêzikî rejîma baasê û Beşar Esadî disekine”.

Güçlü bal dikşîne ser helwesta neyinî ya BDPê derbarê destekirina dawazin kurdên Sûriyê: “Li Tirkiyeyê jî BDPê ji bona ku siyaseta PKKê dimeşîne, beşdarî avabûna Komîteya Piştgirî ya Gelê Kurd Li Suriyeyê nebû”.

Di dawiya gotara xwe de nivîskar gotarê  bi vê encamê derdikeve: “Zelal bûye ku hêzên muxalîf yên ereban û kurdan bi serê xwe nikarin rejîma baasî û Beşar esadî biguherin. Pirsa Suriyeyê di hamen dem de pirsa dinyayê ye. Li Suriyeyê qetlîam û tewana mirovetî pêk tên. Loma jî mudaxeleyek leşkerî ya navneteweyî pêwîst e. Ew mudaxeleya wek tê behs kirin, divê bes mudaxaleya leşkerî ya Tirkiyeyê nebe. Bi biryara Neteweyên Yekbuyî ev mudaxelaya pêk bê.  Encama vê mudaxaleyê, divê azadiya kurdan bê proje kirin. Kurd hemû mafên xwe yên neteweyî werbigrin û li welatê xwe desthilatdar bin. Heger wusa nebe li Suriyeyê demokrasî nikare ava bibe”.

Read Full Post »

Read Full Post »

Zinarê Xamo piştî 30î sal li xerîbiyê îsal xaka Kurdistanê hemêz kir / Gola Wanê

Di nav cîhana blogerên Kurd de gelek nav hene, lê mirov dikare bêje ku blogerê herî çalak di weşana kurmancî  de birêz  Zinarê Xamo ye. Nivîskarê Kurd Zinarê Xamo berî sê salan şitlekî bi navê “Hindik Rindik” di daristana înternetê  de weşandibû, îro şitla wî mezin bûye û cihekî xwe di nav alavên ragihandina Kurdî de girtiye. Xamo heya roja îro nêzîkî hezar nûçe û nivîs di bloga xwe de weşandine, gelek nivîsên wî jî di malperên Kurdî de têne weşandin. Blogerê Kurd li ser jiyan û serpêhatiyên xwe diaxive, li ser rojeva Kurdistan û Tirkiyê gelek nivîs û analîzan diweşîne, her wiha her demekê pêkenînan dinivîse û nivîsên xwe bi gotinên pêşiyên Kurdan dewlemend dike.

Zinarê Xamo bi weşandina her nûçeyk, nivîsek an pêkenînekê rûpeleke kurdî di toreya înternetê de zêde dike, ev jî sûdek li bikarhênerên înternetê dike  yên ku bi riya motorên lêgerînê (Google, Bing, Yahoo…) li berferhiya agahiyan digerin.

Hinek agahî derbarê jiyana Zinarê Xamo

Berî salekê Fatma Savcî hevpeyvînekê ligel Zinarê Xamo çêkiribû, Xamo derbarê danasîna xwe gotibû:

- Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiyame.

- Karê min yê pêşîn pêlavçêkirî/qonderecîtî bû, heta salên 1972-1973-an jî min qonderecîtî dikir. Dûra bi destpêkirina siyasetê min dev ji karê xwe berda.

- Min di nava partiya Dr. Şivan û piştra jî di nava DDKD-ê da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam. Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.

- Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana seretayî û ya navîn ji derve girtiye.

- Du kitêbên min (Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan) derketine.

- Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek (Bide dû dilê) xwe ya Susanna Tamaro wergerandiye kurdî.

- Ji salên 1980-î û vir de min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî (Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.

Di tebaxa bihorî de jî  malpera Mêrgesor hevpeyvînekê (Versyona Soranî / Versyona Kurmancî) ligel Zinarê Xamo çêkiribû,  Xamo di vê hevpeyvînê de dibêje:

- Ez 60 salî me, zewicî me û çar zarokên min, 3 lawik û keçikek (Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen) hene.

- Ev 30 sal in ku ez li Swêd li bajarê Stockholmê dijîm. Ez li dahîreyeke dewletê kar dikim.

- Ev 30 sal bûn ku ez ji welat û bajarê xwe dûr, li xerîbî û surgûniyê dijiyam. Ji ber ku cezayê muebetê li ser min hebû ez nikanîbûm biçûyama welatê xwe.

- Bi kurtî jiyana min ya Swêd ev e, monoton, feqîr û sînorkirîye. Ji bo ku kanibim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê diçe. Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.

Em jî li vir van agahiyên taybet zêde dikin, ew jî ku navê hevjîna Zinarê Xamo Hêvî ye û her wiha neviyeke wan heye, navê wî jî  Vîndar Bager e.

Me bi boneya derbasbûna sê salan li ser damezrandina bloga “Hindik – Rindik” çend pirsan ji birêz Xamo kirin, ew jî bi dilxweşî  bersiv da me.

Gelo boçûna avakirina blogekî ji ku hat?

Tu rastiyê dixwazî çêkirina bloga ”Hindik –Rindik” tesadufî bû.
Di nivîsa xwe ya pêşî da çêbûna bloga ”hindik-rindik” bi kurtî min wiha aniye zimên.
Ji roja ku ez ji Netkurdê veqetiyam û virda ye min dixwest ez ji xwe malperekê çêkim.
Lê ji ber ku ez merivekî pir klasîk, paşda mayî û nezanê teknîk û pêşketinên nuh im, loma jî min nikanîbû ji xwe ra tiştek li hev ragirta.
Min ji çend heval û hogiran alîkarî xwest, lê netîce neda. Mala gişan ava be, kesî negot na, lê tu malper jî çê nebû.
Dawiya dawî, rojekê di rojnameya METRO da ez rastî îlanekê hatim. Di îlanê da digot ”di deqîqeyekê da bibe xwedî bilog.”
Min got wele ji min ev ”loto” ye. Min di dilê xwe da got, hema ez çuqasî nezan bim jî, ezê bikanibim ji heq karekî yek deqîqeyî derkevim…
Lê gotin û kirin ne yek e, bawer bikin min hemû zanîn û hunera xwe lê da, lê ez dîsa jî bi ser neketim.
Ez biserneketim lê min hêviya xwe wenda nekir, min dev ji xeyala ”ezê jî rojekê bibim xwedî malper/blog” berneda.
Weke hêvî min di dilê xwe da veşart…
Çimkî ez dizanim ji bo ku meriv bikanibe bigihîje hedefên ne mimkûn, tiştên qedexe, ser qotê çiyayên bilind, welatekî azad, baqê guliyan û himêza yarê dibê meriv xwedî xewn û xeyalên mezin be…
A ev xewn û xeyala min ya ku ez jî rojekê bibim xwedî blog, di şeva 30 saliya damezirandina DDKD-ê da birast geriya.
Di şevê da desadufen min ev xeyala xwe ji Nîhatê swêregî ra got. Min jê ra got, ”ez dixwazim blogekê ji xwe ra çê bikim, lê ji heq dernakevim. Gelo tu yê bikanibî blogekê ji min ra li hev ragirî?”
Wek her tim, Nîhat dîsa bi tebat mizicî û got:
“Pir hêsan e, ez sibe ji te ra yekê çê dikim.”
Û roja din (30/9-07)gava min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîs bû û ew jî hema min tavilê zend û bendên xwe vemalt û nivîsa xwe ya pêşî nivîsand.
A çîrok û serpêhatiya bloga min wiha ye.

Ji bo serdana bloga “Hindik-Rindik”  li ser vê wêneyê bitikîne

Ev bûne sê sal hûn bi awakî çalak weşanê dikin, gelo birêvebirina blogekî tiştekî hêsan e?

Rast e, min 3 sal li pey xwe hîştin û piştî 5 rojên din ez dikevim çar saliya weşana xwe.
Di destpêkê da min digot ezê hefteyê carekê ya jî carnan binivîsim. Lê piştî nivîsa xwe ya pêşî bi çend saetan min tiştekî din nivîsî.
Û ji wê rojê heta nuha, nexweşî û nelimalbûn ne tê da, hema hema min her şev maqeleyek nivîsîye.
Li ser hev heta nuha min tam 960 meqale nivîsîne.
Yanî ez her şev, di ber bersîvên xwendevanan ra nivîsekê jî dinivîsim, heger şevekê nikanibim binivîsim, roja din hewil didim du nivîsan dinivîsim.
Birêvebirina blogekê heger meriv ji xwe ra bike kar û bi çavekî cidî lê binêre bêguman zor e, ne karekî hêsaye.
Ji ber ku dibê tu her roj nivîsekê ya jî tiştekî kin, dirêj binivîsî û bersîva şirove û meylên xwendevanan bidî.
Yanî dibê xwendevan bizanibin ku tu her roj bloga xwe nuh dikî, tu nivîsekê, tiştekî dinivîsî.
Dana vê baweriyê gelkî girîng e, şertê mezinbûn û serkeftinê ye.
Ev yek ne ji bo blogê tenê, ji bo her karî wiha ye, dibê meriv xwedî îstîkrar be û zû neweste.
Ku ne wiha be di ziyareta xwendevanan da jî îstîkrar çênabe, kes nizane gelo tu yê îro tiştekî binivîse ya na?
Loma jî hin îstîsna ne têda ez her şev meqaleyekê dinivîsînim.
Û ev kar jî helbet na karekî hêsa ye, dibê tu jiyana xwe ya sosyal her roj li gor wê eyar bikî.
Lê heger meriv guh nede ”îstîkrarê” û kînga dilê meriv xwest, besta meriv lê hat meriv binivîse ne zor e, rehet e.

Wêneyek ji gera Zinarê Xamo li Rihayê

Xwînerên bloga we bi awakî dîrket şîroveyên xwe diweşînin, ma hûn ji hin şîrove û rexneyên xwîneran aciz nabin?

Heqaret û xeberên şexsî ne têda, ez ji tu rexneyê aciz nabim û dibê meriv nebe jî. Ne rast e ku meriv ji fikir û dîtinên cuda aciz bibe.

Çend tiştên biçûk ne têda heta nuha di nabê min û xwendevanan da tu bûyereke ne xweş neqewimî ye.
Xwendevanên min hemû jî li hember min nazik û hurmetkar in, piraniya wan bi sifetê ”apê Zinar” û ”xalê Zinar” xîtabî min dikin.
Tenê çend caran hin xwendevanan ji hin şexs û partiyan ra hin gotinên ne xweş gotin, min ew nivîsên wan avêtin, loma hin ji wan ji min aciz bûn û hinek jî pir hişk xeyidîn…
Lê bi giştî heta nuha pir baş derbas bûye û hemû xwendevanên min jî qedir û qîmetê didin ked û xebata min.
Kurd ne bêwefa ne, ked û federakriya min înkar nakin, qedir didinê…

Zinarê Xamo û hevsera xwe dema digihêjin Amedê

Rûpela we di facebook de heye, we çend nivîs jî li ser facebookê weşandibû, gelo hûn vê tora civakî çawa dinirxînin?

Weleh weke çîroka blogê, çîroka ”facebookê” jî rojekê bi tesadufî hevalekî(Heyder Diljen) ji min ra qala başiya wê kir, got Zinar, ”facebook” nihmetekî bêhempa ye, dibê tu di zûtirîn wextê da ji xwe ra ”facebookekê” çêkî…

Li ser vê pêşniyara Heyder, bi alîkariya jineke misrî ya li ciyê karê min, ez bûm xwedî facebook.
Û ez jê gelkî memnûn im.
Facebook, alaveke(hacet, alet)sosyal ya pir bi feydeye, bi saya vê alavê li seranserê cîhanê meriv dikane xwe bigihîne gelek dost û hevalên xwe û têkiliyên xwe yên rojane pê ra bidomîne, hestên xwe pê ra par bike, li risman temaşe bike, li klîpan guhdarî bike…
Heçî teknîk e ez zêde jê fêm nakim, lê min tu zirara wê jî nedîtiye, belovacî wê, min gelek feydeya wê dîtiye.
Li gor dibêjin nuha di înternetê da tora/şebekeya sosyal ya herî zû û pir mezin dibe facebook e, li dora çarîk milyar însan facebookê bikartînin.
Û her ku diçe ev hejmar zêdetir jî dibe.

Wêneyek ji serdana Koşka Gazî Amed

Lê Internet, facebook ji her kesî bêtir feydeyê digihîne miletê kurd. Bi saya vê teknîka nuh ya danûstendinê ya cîhanî kurdan hemû sînorên di nabêna xwe da rakirin û xwe gîhandin hev.
Nuha bi riya vê facebookê ji her çar perçeyên Kuristanê bi milyonan kurd gav û saetê xwe digihînin hev û bi hev ra dikevin danûstendinê, lehçe û devokên hev fêr dibin, ji hevûdu haydar dibin
Lê ya herî girîng jî di serî da kurdên bakur, bi sedhezaran kes kurdî fêr dibin, xwendin û nivîsandina kurdî fêr dibin.
Heger ne ev teknîk bûya bi milyonan kurd ewê tu carî hewce nedîtana, mecbûr nebûna ku kurdî bizanibin.
Lê di facebookê da ji mecbûrî fêrî kurdî dibin û piştî ku carê fêr dibin êdî tirsa wan dikşkê û dom dikin.
Nuha di facebookê da bi dehan, belkî jî bi sedan malperên kurdan yên li ser dîrok, ziman, muzîk, edebiyatê yên xurrî bi kurdî hene.
Di van malperan da kurd şiyar û perwerde dibin, xwe nas dikin.
Ji bo kurdan ev îmkan û şoreşeke pir mezin e, vê îmkanê kurd bêtir nêzî hev kirin, zanîn û şiûra wan ya netewî xurt kir.
Yanî bi kurtî ez dikanim bibêjim ku di dîrokê da ev cara pêşî ye ku teknîk, pêşketineke gerdûnî feydeyê digihîne yekîtî û şiyarbûna kurdan ya netewî.

Hûn xebata ragehandina kurdî di înternetê de çawa dibînin?
Weleh ez ji bo hemû kurdan nikanim tiştekî bibêjim, lê heçî kurdên bakur (Kurdistana Tirkiyê)in li gor miletên din pir lawaz e. Ji ber ku tîcaret, profesyonelî tuneye, însan bi fedekariyên şexsî hin tiştan dikin.
Ev jî têrê nake, ji bo ku em kurd jî weke miletên din vê teknîkê bikar bînin, dibê meriv bi profesyonelî kar bike û bikanibe jê nan bixwe.
Mesela hîn jî sermiyandar, tacirên kurdan bi kurdî dest navêtine vê teknîkê, dibê ew jî dest bavêjinê.
Bikaranîna vê teknîkêhîn di çarçeweya siyasî û întellektuelî da ye. Dibê ev sînor firehtir bibe.

Zinarê Xamo û hevjîna xwe Hêvî / Gola Wanê

Piştî sirguniyike demdirêj hûn di havîna bihorî de çûbûn Kurdistanê, hûn dikarin hinekî behsa hestên xwe derbarê vê serdanê bikin?

Weleh Kurdistan pir xweş bû, muhteşem bû, her kes, her tişt hatibûn guhertin, hemû bajar mezin û xweşiktir bûbûn.
Li gor 30 sal berê gel bêtir şiyar bûbû û bûbû kurd.
Weke berê êdî kes ji pûlis û leşkerên tirkan neditirsiya û bi çavê dijmin lê dinêrî, wan jî xwe di ewlehiyê da his nedikir.
Toleransa înssan ya li hember hev zêde û Qelîta jiyanê bilintir bûye, însan baştir û xweştir dijîn.
Li her bjarî, lê bi taybetî jî li Amedê feqîriya beşekî civatê pir berbiçav e, lê bi giştî însan dewlementir bûne, li gor berê pere li ba milet pirtir e.
Meriv xwe di xewnekê da his dike, ji kêfan meriv serxweş e û nizane ku li ku ye…
Ji ber ku cara pêşî ye, însan pir qedrê meriv digrin û meriv ezîz û beldilkê milet e, meriv ji dest hev digrin.
Raqib û dilnexwazên te yên berê jî bi hezkirin nêzî meriv dibin, qedir û qîmetê didin meriv.
Ev yek welêt jî û însan jî bi meriv şîrîntir dike.
Tiştê herî xweş, ji nişka ve meriv dibe ”xal” û ”apê” birek însanên ku berê tunebûn, fena kesê ku ji nişka ve dewlemend bibe, meriv xwe wisa his dike.
Axir dema ez kurt û kurmancî bibêjim, her tişt “muhteşem” bû, Kurdistan xweştir, delaltir, mezintir û şîrîntir bûye; berê şekir bû, nuha bûye hingiv, meriv jê têr nabe…
Dema meriv ji derve dihere hebûna pûlis û leşkerên tirkan û ala wan ya sorsorkî ku li her derê li ba dibe, pir bala meriv dikşîne û bîna meriv teng dike.
Ku meriv bikanibe hêzên tirkan ji Kurdistanê derxe û bi hawakî germiyanê jî ”kêm” bike, weleh welatê me buhuşteke rastîn e.

-Hûn li gelek bajaran jî geriyan, we rewşa ziman Kurdî û rewşa Kurdan bi gîştî çawa dîtibû?

Kurdî hîn bi temamî nemiriye, kesên bi kurdî dizanin hîn pir in, l,ê roj bi roj kêmtir dibin.
Li hemû bajarên Kurdistanê(Riha, Amed, Wan, Belîs, Gewaş, Çaldiran, Bazîd, Tetwan, Mêrdîn, Nisêbîn, Midyad, Dêrik, Wêranşar, Swêreg)yên ku ez lê geriyam, ez tenê bi kurdî peyivîm û ji ber vê yekê jî gelek qedir û qîmet dan me…
Yanî dema meriv mîvan be, weke turîst bi kurdiyeke paqij dipeyive însan qedirekî zêde didin meriv.
Lê ew bi xwe, di nava xwe da bi kurdî napeyivin, dema tu bepeyive bersîvê bi kurdî didin, lê ew bi hev ra napeyivin.
Ev yek pir xerab e.
Û ya din jî zarok û cîlên nuh radibin, bi taybetî keçik ya bi kurdî nizanin, ya jî napeyivin.
Zarok bi hev ra bi tirkî dipeyivin, li gor law û keçan, keç bêtir hewesê li tirkî dikin.
Yanî heger kurd di demeke kin da mafê perwerdeya zimên bidest nexin pêşeroja kurdî ne baş e, tahlûke pir mezin e.
Ji ber ku zarok êdî bi kurdî napeyivin, dema cîlekî ziman dewrî cîlekî din nekir, berdedwamî çênebû rojek tê ziman dimre….
Ev tahlûke ji bo zimanê kurdî heye.
Xebat û şiyarbûna heye têr nake, pêşketin pir mezin û bi lez e, meriv nikane bi bend mendên ji çamûr û xilikan rê li ber vê aşîta rabûye bigre, ev yek ne mimkûn e.
Dibê zarok bi zimanê kurdî mezin bibin….

Zinarê Xamo û zarokên Kurdistanê

Birêz Xamo, gelek spas ji bo bersivandina pirsên me.

Sipas ji bo te jî…

Read Full Post »

Zinarê Xamo piştî 30î sal li xerîbiyê îsal xaka Kurdistanê hemêz kir / Gola Wanê

Di nav cîhana blogerên Kurd de gelek nav hene, lê mirov dikare bêje ku blogerê herî çalak di weşana kurmancî  de birêz  Zinarê Xamo ye.

Nivîskarê Kurd Zinarê Xamo berî sê salan şitlekî bi navê Hindik Rindik di daristana înternetê  de weşandibû, îro şitla wî mezin bûye û cihekî xwe di nav alavên ragihandina Kurdî de girtiye.

Xamo heya roja îro nêzîkî hezar nûçe û nivîs di bloga xwe de weşandine, gelek nivîsên wî jî di malperên Kurdî de têne weşandin.

Blogerê Kurd li ser jiyan û serpêhatiyên xwe diaxive, li ser rojeva Kurdistan û Tirkiyê gelek nivîs û analîzan diweşîne, her wiha her demekê pêkenînan dinivîse û nivîsên xwe bi gotinên pêşiyên Kurdan dewlemend dike.

Zinarê Xamo bi weşandina her nûçeyk, nivîsek an pêkenînekê rûpeleke kurdî li di toreya înternetê de zêde dike, ev jî sûdek li bikarhênerên înternetê dike  yên ku bi riya motorên lêgerînê (Google, Bing, Yahoo..) li berferhiya agahiyan digerin.

Me bi boneya derbasbûna sê salan li ser damezrandina bloga “Hindik – Rindik” çend pirsan ji birêz Xamo kirin, ew jî bi dilxweşî  bersiv da me.

Em tevahiya hevpeyvînê  tevî wêneyan siba diweşînin.

Li benda me bin…

Read Full Post »

Helbestvan, Nivîskar û Romanivîs Zeynel Abidin Han


Hêrişa ser Goran û helwesta “ronakbîrên” bê wêjdan

Hêrişa li ser Tevgera Goran û helwesta “ronakbîrên” bê pîvan, bê xîret û bê wêjdan…

Goran peyveke Kurdiya jêrîn e û dihête wateya guherînê. Jiber ku gelê me yê başûr êdî guherîneke bingehîn dixweze û afirandina jiyaneke azad, adil û demokratîk dixweze, ev çend sal in di destpêkê de li bajarê Silêmanî û paşê hema hema bi tevayî li hemî başûrê welatê me, xelk bi heyecaneke mezin tevlî vê tevgera nû dibe.

Newşîrwan Mustefa girîngtirîn serkideyek Yekîtiya Niştamî Kurdistanê bû û mirov dikare bêje, gewre û serkeftîbûna YNKê û bilindbûna ta serokatiya Iraqê ya Celal Talabanî de xizmeteke wî ya mezin û bê hempa heye. Her Kurdek ji başûr vê rastiyê dizane. Di vê karektara hilbijarde ya Newşîrwan Mustefa de jî ya herî bi fakter ew e ku, Newşîrwan Mustefa di dîroka Kurdistanê de da pêzanîn ku mirov çawa dikare bibe reşenbîr û bîrdozek û her wiha mirov çawa dikare welatperwerî û tekoşeriya çekê û pênûsê pêkve bimeşîne…

Piştî damezrandina Kurdistana federal, desthilatdarên vê beşa welatê me mixabin ne jibo pêşxistina mafê Kurd û derfetên dewletbûnê, lê balam jibo pêşxistina berjewenidiyên xwe yên netêr, parçe parçekirina yekîtiya gelê Kurd û binpêkirina mafê çîna feqîr, jin, zarok, malbatên şehîd û kesên mûhtac her tişt kirin. Mûxalif dan kuştin, rewşenbîr xistin bin nîra desathilatdariyê, ew bê kesayet kirin, rojnamevanên gênc yên wek Soran Mame bi destê mafiya dan kuştin û her wiha rojnamevanên wek Goran Nebez jî bi çendîn caran revandin, êzîyet dan kirin, şikence kirin. Serwet û samanên welatî xistin bin kontrola çend malabat û serkirdeyên PDK û YNKê. Di dîroka van herdu partiyan de cara yekemîn û bes jibo bidestxistina pere û hatinên neftê yekîtiyek çêbû. Herdu partî hemî cûdahiyên xwe di rêya pere û berjewendiyên kirêt û bi xwîn de ji holê rabû. Mîna ku ev herdu partî jibo ku gelê Kurd ji Kurdistanê sar be û ji nûve xwe bi hêzên Iraqî girê bide, dest bi pêşbirkên heramiyê, rûşwetê, kar û barên neyasayî û kirêt û mafyayî kirin. Aliyekî welat ji birçîne qir dibû û aliyekî ve jî çend malbat û nokervanên wan di nav refah û şahiyeke bê nimûne de dijiyan. Ji vî alî ve axa û talançêyên nû peyda bûn. Di her welatî de dewlet mafya konrtol dikir û carina jî ew bikar dihanî, di başûrê welatê me de mafiya hemî „dewletê” xistiye destê xwe û rêvebirên Kurdistanê bê şik û guman wek reîsên mafiyayî heta îro eza û zulmeke bê nimûne li gelê me kirin.

Îro di Kurdistanê de mirov dikare bêje di her malekê de ev mijar dihête axiftin, êdî xelk ji van partiyên kevneperest, heramxwir, şoreş-kujyer elezeriyê dike. Bifikirin ku roj tuneye ku di Kurdistanê de, li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Akrê, Kerkûk jin û keçên ciwan yên Kurd nehên kuştin, şewitandin yan jî bi darê zorê „întîxar” kirin. Gelo çima heta niha kes vê yekê pirsiyar nekir? Çima rewşenbîrên me dest nehavêtin vê rewşa trajîk û elemî. Yek bi yek diçin û li gel Barzanîyan yan jî Talabaniyan tevafê dikin, tûr û bêrîkên xwe bi perê bi xwîn tijî dikin û paşê lê vedigerin ku pesin û metha vê desthilatdariyê bikin…

Eve Goran jibo vê yekê derket…

Goran dibêje, “êdî bes e!” Goran dibêje, ev jiyana ku desthilatdarên başûrê welatê me bi gelê Kurd layiq dibînin, ne jiyan e. Ji dagirkeran xiravtir lê kirine. Îro ankêteke rast bihête kirin, wê bihête dîtin ku xelk van desthilatdarên çavbirçî êdî bi Saddamî re didin qiyas kirin. Ma çi kesek ranebe û vê rewşa hanê lêpirsiyar neke?

Gava mirov ev pirsiyaran dike, hin rewşenbîrên sextekar û bêxîret dest bi propagandaya „neteweperweriyê” dikin, mîna nijatperestên dewletên serdest, mîna nijatperestên Tirk yên mafiyayî, bes vê hesta pîroz jibo berjewendiya xwe bi kar dihînin.

Na, hezara caran na, me „Kurdistaneke” wisa navê… Desthilatdariyeke ku ji bi dijmin re dihête qiyaskirin, me nave balam…

Eve jiber vê yekê hêrişê Goranê dikin… Ne bi tenê serkirde û kadroyên Goranê, li hemî layengîrên Goranê, li hemî Goranxwezan hêriş dikin, her zulmê li ser wan dihînin. Di nimûneya dawî de, li Silêmanî berî du rojan bi çekdarî hêrişê ser gelê Silêmanî kirin ku wan di hilbijardina dawî de dengekî mezin dabûne Goranê.

Desthilatdarên tarî ji pêşkeftina Goran û helwesta gelê Silêmanî ditirsin. Jiberku helwesta gelê Silêmanî her roj belav dibe, seranserî Kurdistanê dike bin bandore xwe. Îro ne bi tenê Zaxo, Amediyê, Dihok, Rewandûz, lê li beşên din yên welatê me, li Dêrsim, Mahabad, Amed, Sine, Qamişlo jî dengê Goran dihête bihîstin û gelê Kurd ji kûraniya dilê xwe evîn û hesteke germ li gel Goran dide jiyandin. Desthilatdarên başûrê welatê me ji vê yekê ditirsin… Goran li dij dizî, sextekarî, îrtîkap, malwêranî, şêlandina gel, tedayî û tepeserkirina çînen feqîr, jin, zarok û rewşenbîran mûmek pêxistiye û ev mûm ji Silêmanî dest pêkir û hemî peravên welatî ronahî dike. Ev desthilatdaran ji vê ronahiyê ditirisin. Ji guherînê, daxwezên rast û nihêrînên mafdar ditirsin, ji şiyarbûna gelê Kurdistanê ditirsin. Îro kiryarên ku ev herdu partiyên bêperva û bêhîzan li Silêmanî li ser gelê Kurd dikin, heman tişt ji aliyê dewletên dagirker yên wek Îran, Sûriye û Tirkiyê dihête kirin. Gelo di derbarê zulimkirina ser gelê Kurd de çi cûdahiya van desthildatdarên “Kurd” û dewletên dagirker yên ji hevûdu hene?

Qet tiştekî…

Goran guherîneke nû ye û ez wisa bawer dikim, qet hêzeke tarî li ber vê lehiya ronî nikare bisekine û dîsa jiber vê yekê ev desthildatdarân di hêrişên xwe yên kirêt de ew qas zulimkar in.

Bifikirin ku li Silêmanî gule li ser gelê Kurd direşînin, mirovan wek darbeya mirinê birîndar dikin û paşê ne wan kesên tawanbar, ev kesên mazlûm û birîndar davêjin hefsê…

Êdî hûn werin vê edaletê bifikirin…

Ez qasî van xwedî kiryarên kirêt û desthildatdarên zulmê û ev zordariya herdu partiyan, di heman demê de ajans, telewîzyon, malper û qaşo rewşenbîrên bê helwest jî şermezar dikim. Ne bi tenê bêhelwestî, hema hema piraniya malperên Kurd borezaniya van herdu partiyan dikin û qet yek heta niha axiftin yan jî nihêrîneke berendamên Goranê neweşandine, lê her roj her dem reklam û propagandayên desthilatdaran dikin.

Gelo ew jî şirîkên pere û berjewendiyên bi xwîn û jehrîn nîn in?

Belê ew jî şirîk in û roj dihê ev şirîkatiya wan ji layê gelê Kurd û dîroka desthilatdara herî rast û bê dawî, ji layê dîroka Şoreşa Kurdistanê yek bi yek dihêtin darizandin û mahkûm kirin.

Ez bi cara dawî ji serkirdeyên başûrê welatê me daxwez dikim, êdî bes e, êdî dawî li van kiryaran bidin anîn… Dewra xwe ya dawî ya xêrê bihînin cîh û belkî bi vî aweyî ji vebala reş ya dîrokê xwe rizgar bikin. Bila jibîr nekin ku dîroka Kurdistanê gelek destpot û zulimkaran avêtin nav xweliyên bi gemar û tê de bi rizandinê ve tune kirin.

Bila jibîr nekin ku ji hêştirê mezintir fîl heye!

Jêder: http://www.kurdistan-news.net

Read Full Post »

Me ji we re beşekî ji nivîsa Sazan  di The Guardian de wergerande Kurdî.

“Min nirîna xwe derbarê netewbûnê guherand”*

Weke Kurdeke Îraqî li Australya, hestên netewî li ba min tune bûn, lê piştî ku ez hatim Kurdistanê, êdî bi çavekî cuda li tiştan dinihêrim.

Eger we berî deh salan ji min pirs kiriba, ez kî bûm? Minê bigota: “Ez kurd im, lê bê welat im. Ez îraqî me, lê ne hemwelatiya vê welatî me, ji ber vê yekê… ez diramin ku ez ji Australya me”.

Ji bo netewek ku  ji axaftina  bi zimanê dayîkê, jiyanadina çanda xwe û lixwekirina cilên tradîsyonal hatibû mehrûmkirin, ji bo netewk bûye qurban ji jenosîd û paqijkirinên etnî re, ez bi empatî, bi pêwendiyeke sihrî, dihesim.

Ez êdî napejrînim ku welatê min careke din bibe qurban, dema tawanên neberpirsyar têne kirin ez aciz dibim, her ku tê bîramin ku Kurd netewa herî mizin di cîhanê de ne xwedî welat in, ez  diêşim. Belam gava ba rengên , spî, kesk, so rû zer dilivîne, bi serbilindî, dihejim, hestekî weke ku perçeyeke ji min li ezmanê hêşîn difre.

Min darek çand û ez optîmîst im ku dibe rojekê zarokên min di bi siya wê de bilîzin.  Ez dixebitim û dizanim ku tiştekî ji xelkê xwe re dikim,…. Ez têgihîştim ku ez amade me ji bo dayîna qurbanekî wek çawa ew kesên ku qurban  pêkêşî min kiribûn ta ku ez rojek wek vê rojê bibînim…

Avesta / Zinar

* Ji bo xwendina tevahiya gotarê: I’ve changed my mind about nationalism

Nûçeyek têkildar:

Brîtaniyek bi cilên Kurdî

Read Full Post »

Zimanzan Samî Tan kî ye?

Ez di sala 1965’an de li gundê Axçeliyê yê Kolika Semsûrê ji dayik bûme, lê malbatê di sala 1974’an de bar kiriye çûye Çukurovayê. Min dibistana seretayî, navîn û lîse li Mêrsînê xwendiye. Min li Zanîngeha Bogazîçî Beşa Dîrokê xwendiye, lê min nebiriye sêrî. Ji sala 1993’yan heta dawiya sala 2004’an ez di rojnameyên mîna Welat, Ozgur Ulke, Welatê Me, Azadiya Welat, Pîne û Ajansa Nûçeya ya Dîcleyê de xebitîme. Min demeke dirêj gerînendetiya giştî ya weşanê ya Azadiya Welat kiriye.
Pirtûka min a yekemîn Waneyên Rêzimanê Kurmancî di nav Weşanên Welat de sala 2000’î derket. Xebateke min a mîzahî bi navê “Beranê Enîbeş- Şer Giran e, ne Karê Henekan e” di nav weşanên Aramê de hatiye weşandin. Her wiha min salên 2003 û 2004’an de di nav organîzasyona Rojên Edebiyatê li Diyarbekirê de cih girt. Pirtûka Konferansa Ziman a 2004’an min amade kir. Wekî din digel Zana Farqînî û Hasan Kaya me bûroşek ji bo danasîna zimanê kurdî amade kiriye. Digel Maşallah Dekak jî min li ser nûçegihaniya kurdî bûroşek amade kir. Ez niha di rojnameya Azadiya Welat û Kovar Zend û malperên Amîdakurd û TZP Kurdî de dinivîsim. Ez niha Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û aktîvîstê TZP Kurdî me.

L. Epözdemir: Rewşa Edebiyata kurdî, îro beramber bi salên 80 çawan e. Li Turkiyê ku şertên nivsandina bi kurdî pariyekî azad bûne, çi fersend daye pêşketina edebiyatê. Gelo em dikarin bibêjin ku xwendin û nivîsandin yekser dimeşin yan na..?

S. Tan: Mirov dikare bibêje di warê edebiyatê de li gorî salên 80’yî pêşketineke berbiçav heye. Niha ne hejmareke pir zêde be jî, di warê helbestê de hin helbestvanên xurt derketine holê. Her wiha di warê kurteçîrokan de hinek berhem derketine. Gelek kesên ku berê kurteçîrok dinivîsandin, îro dest avêtine romanan.

Di roja îroyîn de astengiya herî mezin a li ber edebiyata kurdî, nebûna bazara kurdî ye. Hê jî wekî Ehmedê Xanî gotî, “Bazar kesad e, ji qumaş re nîn e xerîdar”. Ji ber tengbûna bazarê weşanxane nikarin pirtûkan çap bikin, her wiha kovarên ku bibin warê pêşketina edebiyatê jî kêm in. Kovarên heyî jî ji ber heman pirsgirêkê zehmetiyê dikêşin.

Sedemeke bingehîn a tengbûna bazara zimanê kurdî, ev e li Bakur destûr nehatiye dayîn ku kurdî (kurmancî û kirmanckî) bibe zimanê perwerdehiyê. Niha mafê ku rejîmê daye kurdan e ev e; “Ez kurdî nakujim, lê nahêlim ku bijî jî, ez mafê xwekujiyî didim kurdî û hew”. Divê kurd li hemberî vê yekê ji bo ku statûya zimanê xwe bilind bikin têkoşin, serê pêşîn jî divê rê li ber perwerdehiya bi zimanê kurdî vebe.

Gelek Caran Nivîskaran, Hêvî û Daxwaza Gel li Ber Çav Negirtine. Lewra Gel jî, Guh Nedaye Berhemên Wan

L. Epözdemir: Di dîrokê de gelek caran rewşenbîrên kurd sedem şert û zirûfên nexweş, mecbûr mane ku koçebar bibin û herine derveyî welêt. Her wiha li derveyî welêt berhemên xwe amade kirine. Edebiyatê di salên dijwariyê de li derve xwe parastiye. Sirgûn û xerîbiyê çî tesîrek daniye ser edebiyata kurdî.

S. Tan: Wekî hemû gelên bindest, gelê me jî ji ber zilm û zora dagirker mecbûrî penaberî û koçberiyê bûye. Vê yekê mîna hemû warên jiyanê û berhemên gel, bandora xwe li ser wêjeya kurdî jî kiriye. Ev bandor dualî ye; aliyek erênî ye, aliyê din jî neyînî ye. Aliyê erênî, mirovan kariye di mercên hê azad û demokratîk de xebatê bikin, her wiha wan derfet dîtin ku ji wêjeya cîhanê sûdê wergirin. Lê li aliyê din wêjekarên penaber ji rastiya civaka xwe qut bûne, her wiha ji bazarê jî bêpar mane. Hin caran rewşa penaberiyê zêde bandor li jiyana wan kiriye, tiştên ku xîtabî gelê kurd nakin jî hatine afirandin. Ji ber gelek cara nivîskaran hêvî û daxwazên gel li ber çavan negirtine, gel jî guh nedaye berhemên wan.
Di Hişyarbuna Miletan de, Ziman Roleke Sereke Dilîze

L. Epözdemir: Îro jî navenda edebiyatê xerîbî ye yan êdî edebiyat dikare li ser axa xwe şîn bibe? Nîvîskarên kurd lazim e çi bikin ku edebiyat zêdetir li ser axa xwe xurt bibe.

S. Tan: Piştî cûntaya leşkerî gelek rewşenbîrên kurd mecbûr bûn ku derkevin derveyî welêt, lewre jî demeke dirêj dilê wêjeya kurdî li Ewropayê dilavêt. Nemaze jî kurdên Swêdê karekî baş ji bo ziman û wêjeya kurdî kir. Her wiha piştî salên 1990’î derfet çêbûn ku metropolên mîna Stenbolê ji nû ve bibin, warê xebatên rewşenbîriya kurdî. Gelek saziyên çandî û hunerî, weşanxane, kovar û rojname derketin. Navenda van xebatan gişan Stenbol bû. Li cihekî wekî Amedê derfetên van xebatan nîn bûn. Heke ez ne şaş bim, di salên 90’î de bi tenê kovara Govend li Amedê derdiket.

Lê ji sala 2000’î vir de li welêt derfetên xebatên çandî û wêjeyî pêk hatine. Festîvalên ku li gelek bajarên welêt çêdibin, nîşaneya herî berbiçav ên vê yekê ne. Di Rojên Edebiyatê li Amedê de nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên welêt ev çend sal in digihêjin hev. Her wiha li Başûr jî gelek xebatên bi vî rengî çêdibin û dîsa rewşenbîrên ji çar parçeyên welêt beşdariyê tê de dikin. Ligel vê yekê rojnameya Azadiya Welat, Beşa Kurdî ya DÎHA’yê, piştre jî Dema Nû navenda xwe bir Amedê.

Ligel vê yekê niha li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd, Kovara W li Amedê xebatên xwe dimeşînin. Ev jî nîşan dide ku derfetên xebatê li Amedê û li bajarên din ên bakurê Kurdistanê pêk tên. Ji bo ku derfet zêdetir li ber wêjeya kurdî vebin, serê pêşîn aştî, aramî û azadî pêwîst in. Di mercên şer û pevçûnê de wêje bi pêş nakeve, lê mixabin hêzên dagirker xwe nadin ber riya aştî û lihevkirin, lewre jî rewş her ku diçe xeteretir dibe. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo pêşketina wêjeyê jî divê nivîskar û rewşenbîrên kurd ji bo aştiyê têbikoşin.

L. Epözdemir: Dengbêjî xaleke gelek girîng e di edebiyatê de. Her wiha edebiyata kurdî ya devkî dengbêjiyê rûmetek bilind hesab dike. Gelo dengbêjên kurd hetanî îro çî xizmet dane Edebiyatê.

S. Tan: Dengbêjiyê xizmeteke baş ji wêjeya kurdî re kiriye. Heta mirov dikare bibêje ku demeke dirêj dengbêj û çîrokbêjan wêjeya kurdî li ser piyan hiştiye. Hinek hunerên vegotinî yên di stranên dengbêjan de di kêm berhemên wêjeyî de peyda dibin. Her wiha wan zimanê kurdî jî heta îro li ser piyan hiştiye. Ji ber vê yekê em giş qerzdarê wan in. Divê wêjekarên kurd jî bi vî çavî li berhemên dengbêj û çîrokbêjan binêrin û li ser wan xebatên lêkolînî bikin. Her wiha zimanzan jî dikarin li ser zimanê wan xebatên bikin, gelek qalib û şayes, bêjeyên balkêş di stran û çîrokan hene. Lê mixabin hîn ferhengeke me ya berhevkirinê nîn e.
Dengbêjan Zahmetek Mezin Di Ber Wêjeyê de Kêşandîye

L. Epözdemir: Tê gotin ku niştîmanperwerî bi edebiyatê dest pê dike. Roman, berhemek pir hêja ye di edebiyatê de. Her wiha, roman barkêşê gotara nîştimanperweriyê ye. Edebiyat û romana kurdî çî tesîrek li doza kurdayetî kiriye.

S. Tan: Mixabin roman di zimanê kurdî de cureyeke nû ya nivîsandinê ye, lewre jî bi qasî stran û helbestê bandorek nekiriye. Bo nimûne bi qasî stranên Şivan, Mihemed Şêxo, Aramê Tîgran, Cegerxwîn û Qedrîcan bandora romanê nebûye. Dîsa jî me gişan Şivanê Kurd a Erebê Şemo xwendiye û jê bandor girtiye. Her wiha romana Îbrahîm Ehmed a bi navê Jiyana Gel jî tê bîra me gelekan, dîsa gelek nifşên nû Celadet Bedirxan bi romana Mehmet Uzun Bîra Qederê nas kiriye, her wiha Memdûh Selîm Beg jî bi Siya Evîn nas kiriye

L. Epözdemir: Di Hişyarbûn û pêşketîna mîlletan de rola ziman çi ye?

S. Tan: Di hişyarbûna miletan de rola zimên roleke sereke ye. Me gişan ji ber zimanê xwe fêm kiriye ku em kurd in. Lewre ji bilî zimên tiştekî din ku me ji miletên din cuda dike nîn e. Lê mixabin ev hişmendî hê jî tam di nav kurdan de cihê xwe negirtiye. Heta gelek kadroyên siyasî jî ev rastî tam fêm nekiriye, heke fêm kiribin jî vê rastiyê ew nexistine nava liv û tevgerê da ku zimanê xwe hîn bibin û hîn bikin. Tiştê ku hêzê dide pêvajoya xwepişaftinê (oto-asîmîlasyonê) nebûna vê zanîn û hişmendiyê ye.

L. Epözdemir: Pêwendiya ziman û raman, ziman û edebiyatê çi ye. Berhemên edebî, lazim e li gorî zimanên xwe yan li gorî kesayetiya nîvîskarên xwe werin binavkirin?

S. Tan: Derbirina ramanê bêyî zimên ne pêkan e. Her wiha ziman û edebiyat jî rasterast girêdayî hev in. Bêyî zimên pênasekirina edebiyatê pir zehmet e. Heçî pirsa nasnavê edebiyatê ye, ew pirseke dijwar e. Belkî ji bo kurdan mirov dikare, bibêje edebiyata kurdan û edebiyata kurdî. Lê ji bo vê yekê jî divê nivîskar xwe kurd bihesibîne, divê mirov bi darê zorê kesî neke nivîskarê/a kurd. Her wiha mirov kesî jî bi darê zorê ji kurdbûnê bêpar nehêle. Li aliyê din divê her nivîskarê/a kurd bizane ku xizmeta ji bo zimanê kurdî peywireke sincî û exlaqî ye.
Roman di Edebîyata Kurdî de Cureyek Nû a Nivîsandinê ye

L. Epözdemir: Pirs û kêşeya yekîtiya elfabe û zaravên di zimanê kurdî de gelo dê çawa çareser bibe.

S. Tan: Li ser vê pirsê min gelek caran nivîsandiye, lê bi kurtî divê ez dîsa çend tiştan bibêjim. Pirsgirêka alfabeya kurdî niha maye li ser helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew dikare biryarekê bigire û bike ku gelê Başûr di demeke pir ne dirêj de derbasî alfabeya latînî bibe. Di vî warî meylek jî heye, hin gav jî têne avêtin, ew cihê kêfxweşiyê ye.
Meseleya zaravayan jî dîsa girêdayî desthilatiyê ye. Heke kurd bibin desthilatdar an jî dewletên ku Kurdistan dagir kiriye, helwesta xwe ya li hemberî kurdan biguhêrin, dê karibin zaravayên xwe berbihev bibînin; riya zimanekî hevpar di maweyeke navincî de vekin. Jixwe dema alfabe bibe yek û têkiliyên kurdan xurt bibin, wê demê pirsgirêka jihevtêgihîştinê dê zû çareser bibe. Lê serê pêşîn divê hemû zarava pêşî yekgirtina xwe pêk bînin. Dema vê yekê dikin jî zaravayên din li ber çavan bigirin. Her wiha di dibistanan de divê zaravayên cuda bêne fêrkirin da ku zarava nêzî hev bibin.

L. Epözdemir: Xuyaye di edebiyata kurdî de, helbest zêdetir bi pêş ketiye. Çima? Helbesta klasîk a kurdî û ya nûjen bi çi şêweyî divê ji hev werin cudakirin, yanî çî ferq di navbera wan de heye.

S. Tan: Ji ber ku helbest awayê vegotinê yê herî kevn e û di kurdî de jî wêjeya devkî her tim xurt maye, helbest bi hêsanî bi pêş ketiye. Her wekî tê zanîn li Rojhilata Navîn awayê menzûm di nav gelên herêmê de jî awayê serdest e. Di medreseyên olî de jî awayên cuda yên helbesta klasîk bi pêş ketine. Ji ber vê yekê di medreseyên Kurdistanê de jî helbestvanên yekta yên mîna Meleya Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî derketine. Ew zêdetir ji dîwanên mîrên kurdan derketine. Helbestên klasîk û yên nûjen ji aliyê form û naverokê ve ji hev bi hêsanî têne cudakirin. Helbestên klasîk bi forma wezna arûz hatine nivîsandin, naverok jî li gorî bîr û baweriyên wê demê ye.
Heçî helbestên nûjen in, ew jî li gorî serdeman ji hev cuda dibin. Bo nimûne helbestên Cegerxwîn, Osman Sebrî naşibin helbestên helbestvanên îro yên mîna Rojen Barnas, Kemal Burkay, Rênas Jiyan, Ehmed Huseynî… Lê tiştek heye ku helbesta nûjen zêdetir an wekî helbestên Cegerxwîn bi kêş û rêzbend in, an jî wekî yên Rênas Jiyan serbest in. Her wiha mijar jî li gorî jiyana îro ye. Evîn, jiyana xwezayî, felsefe û herî zêde jî welatparêzî di van helbestan de balê dikêşin.
Pêdivîya Kurdan Bi Sazîyek Netewî Heye

L. Epözdemir: Xebata di warê ziman û gramera kurdî de bes e yan na. Hewcehî îro zêdetîr bi çî heye? Gelo mimkûne ku di ayendeyê de ( di rojên pêş de ) ferhengek mezin ku ji hemû zarav û devokên kurdî pêk hatiye çêbe. Ji bo vî karî lazim e çî were kirin, ev wezîfeya girîng lazim e ji aliyê kê ve were pêkanîn?

S. Tan: Xuyaye ku ne bes e, ji ber ku hê kêm tişt hatine kirin, gelek warên ziman û rêzimana kurdî nebûne warê lêkolîn û lêgerînê. Bi çavekî lîngûîstîkî lê nehatiye nihêrtin. Tiştê herî pêwîst niha pêdivî bi rênûmayeke rastnivîsê ango klavûza rastnivîsê heye. Her wiha jî pêwîstî bi ferhengeke kurd bi kurdî heye. Pêdiviya kurdan bi saziyeke neteweyî heye, lê mixabin, di vî warî de tu hewldanên berbiçav jî nîn in. Hê jî em bi çavekî hizbî li zimanê xwe dinêrin, lewre jî xebat ber bi hev nayên.

( Ev hevpeyvîn, li Stenbolê roja 20 é Nîsana 2006 an, ji alîyê Latif EPÖZDEMİR ve hatîye çêkirin. )

Jêder: Navkurd.net

Read Full Post »

Hawar û Celadet Bedirxan

Hawar û Celadet Bedirxan

Amadekirin: Îbrahîm Seydo Aydogan

Nivîsê weke Word.Doc bixwîne

Avesta

Read Full Post »

Older Posts »

Follow

Get every new post delivered to your Inbox.

Join 482 other followers

%d bloggers like this: