Feeds:
Posts
Comments
Hêvî Mustafa / Foto: Kovara "La Marea"

Hêvî Mustafa / Foto: Kovara “La Marea”

Kovara “La Marea” ya spanî, ku bi awakî mehane tê weşandin û bêtirî 100 hezar şopînerên wê di toreyên civakî de hene, hevpeyvînek balkêş bi seroka kantona Efrînê Hêvî Mustafa re çêkir. Hevpeyvîn di bin sernivîsa: “Êrîşî me dikin ji ber ku me sîstemek bi çand û olên cûrbecûr avakiriye” li kiyoskên Spanyayê hate belavkirin

Di vê hevpeyvînê de serokwezîra herêma Çiyayê Kurmênc Hêvî Mustafa destnîşankir  ku sîstema Xweseriya Demokratîk alternatîva herî baş e ji bo hemû Sûriyê re, ev sîstem jî metirsiyeke ji rejîmê re ye: “Grûpên din tiştekî ava nakin, tiştan têk dibin. Em ava dikin, me sîstemek avakir ku rêz ji çandan re digre û ji ber wê jî em tehdîda herî mezin ji rejîma Esed re ne”.

Piştî berxwedana Kobanê, cîhan li jina kurd weke jineke şervan di cengê de dinêre, lê ji bilî vê yekê jin di hemû warên civakê de cih digre

Hêvî Mustafa bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê li hemberî êrîşên îslamiyên tundrew di van du salên dawî de û sedema van êrîşan wiha anî zimên: “Ew êrîşî me dikin ji ber ku modêla me napejrînin”. Bi rêya pelikên ev kovara spanî seroka hikûmeta Efrînê bang li civaka navnetewî jî kir ku arîkariya wan bike ji bo têkbirina van grûpên tundrew: “Ji ber ku ew ne tenê metirsiyek ji Rojava re ne lê herwisa ji bo hemû cîhanê re”.

Seroka kantonê girningiya rola jinê di şoreşa Rojava de wiha anî ziman: “Li Rojava jin beşek ji şoreşê ye û di hemû warên jiyanê de cihê xwe girtiye. Piştî berxwedana Kobanê, cîhan li jina kurd weke jineke şervan di cengê de dinêre, lê ji bilî vê yekê jin di hemû warên civakê de cih digre. Wek jin û serokwezîr, ez ji vê sîstemê kêfxweş im, ku têde kotaya jinan di hikûmetên kantonan de ji %40 e. Di pergala me de rola jin pir girîng e, lê bi awakî taybet jin di warê perwerdekirinê de nîşan kir ku ew xwedî roleke çalak e”.

Azad Kanjobi zarokên Kobanê re di havîna borî de / Foto: Azad Kanjo

Azad Kanjo bi zarokên Kobanê re di havîna borî de / Foto: AK

Derhênerê kurd-katalan Azad Kanjo Navero yê ku,  berî nêzîkbûna îslamiyên radîkal ji bajarê Kobanê bi çend rojan, ligel bavê xwe derbasî herêma Kobanê bû ji bo şopandina dagirikina DAÎŞê ji gundên Kobanê re. Her wisa Azad û bavê xwe arîkariya penaberên ku tî û birçû li sînorên Tirkiyê mabûn.

Dokumentara Azad derbarî koçberbûa xelkê Kobanê di medya katalanî de deng vedabû, Azad ji gelek alavên ragihandinê li Spanya û Amêrîka Latînî re behsa trajediya kurdên herêma Kobanê kiribû.

Meha Berfnebara borî Azad berê xwe dabû kampên penaberan li bakurê Kurdistanê û sedana dibistanekê kiribû û ligel şagirtên vê dibistanê axivî bû.

Ji ber ku Azad li bajarê Barcelonayê hatiye dinê û piraniya jiyana xwe li Katalunyayê derbas kiriye, hûn dikarin mêze bikin ku aksenta wî heye, lê hêjayî gotinê ye ku Azad kedeke mezin kiribû ji bi fêrî zimanê bavê xwe bibe. Min gelek keç û lawên kurd ku li Ewropa mezin bûne dîtin lê wek Azad ku ji ziman û koka xwe hez bike û ji bo gelê xwe têbikoşe min nedîtiye

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Zarokek ji Kobanê di nav şervanên YPGê de /RusyaToday

Roja we bi xêr xwendevanên vî zimanî şîrîn:

Niha ez wek di weşanên berê de bêjim “Bê Şîrove”, belkî hinekan tênegihin ji ber çi ez naxwazim nivîsek derbarê  wêneyek, vîdyoyek an jî hevokekê biweşînim. Sedema vê yekê jî dubarekirina nivîsên ku min derbarê van mijaran kirine,  dibêjim êdî ne hewceye dîsa ez serê xwendevanan bi van mijaran mijûl bikim. Biborin, îro ezê dîsa serê we bi van mijaran biêşînim ji ber ku em nikarin çavê xwe derbarê çewtiyan bigrin, ku em neaxivin û rexne nekin kî wê behsa van şaşiyan bike.

Ji despêka raperîna gel li Sûriyê min behsa manîpûlekirina zarokan kir, di vî warî de hemû hêz û partiyên kurd wekhev in. Hemû zarokan wek lîstokan bi penikan dilivînin, psîkolojî û kesayetiya wan jî  di wê temenê biçûk de diherimînin.

Min berê jî gotibû mijara leşkerkirina zarokan pir xerab e, ji bilî binpêkirina mafên zarokatiyê,  li ser asta navnetewî welatên an rêxstinên ku zarokan di şer de bikartînin navxirab in. Min ev yek berî salekê  ligel berpirsekî payebilind ya PYDê jî gotûbêj kiribû, serfermandariya YPGê got dê êdî kesên jêrtemen di nav refên xwe de nehweîne, lê mixabin hîn em dibîbinin ku yên jêrtemen (bin 18 salî) li Rojava çekan hildigrin.

Tiştên ku berî demekê min şîrove nekirin

- Duyemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Efrînê, ku vê mehê lidarketibû, biryareke radîkal standibû, min biryarên vê konferansê bi kurdî di Ajansa Hawar News de xwendibû, piştre di heman ajansê de min di beşê erebî de xwend, lê ev biryar bi zimanê erebî nehatibû weşandin. Biryar bi kurdî wiha bû: “Konferansa me radigihîne ku wê sîstema perwerdeya neteweya demokratîk li ser felsefeya Rêber APO ava bike; lewre her êrîşeke li ser Rêber APO û felsefeya wî weke ku li ser saziya me tê kirin dipejirîne û li dijî wan êrîşan dikeve nava çalakiyan..”. Deshilata li Rojava xwe bi xwe ji rojnamevanên biyanî re dibêje ku ew sîstema “Demokrasiya Radîkal” dimeşîne, biryara SZK li Efrînê jî fermanên ev “Demokrasiya Radîkal” jî bi cih dike.  Min heya niha ti rêxstinek an jî partiyek li cîhanê nediye ku navê radîkal li ser sîstemên rêvebiriya herêm an welatê xwe xisitiye, ez nizanim zilamên Qendîlê  têgeha “Demokrasiya Radîkal” ji ku anîne, gelo ev felsefeya birêz Ocalan e?

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

Navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo / Hawar News

- Sala borî Kobanê şalûlê deşta Sirûcê Baqî Xido bi çalakiyeke balkêş bibîranî, xelkê Cizîrê jî Mihemed Şêxo jibîr nekir. Mixabin li Kurdaxê 25mîn salvegera barkirina bilbilê Çiyayê Kurmênc Cemîl Horo bê çalakî derbas bû. Beriya du salan jî li Helebê li taxa Şêx Meqsûdê Xweseriya “Demokratîk” navendek ya çand û hunerê bi navê Cemîl Horo vekir, lê gorî wêneyên ku derbarî vê navendê hatine weşandin wêneyeke Cemîl Horo tune bû, lê helbet wêneyên Ocalan li wir cih digritin.

Wêneyên Ocalan li Rojava li her derê hene, ev yek jî wêneyên dîktatorên berê Hafêz û kurê wî Beşar Esed tîne bîra me. Li Rojava gelek lêçûn (mesref) ji bo al û wêneyan tê rijandin, xwezî ev lêçûn herin ji bo avakirina dibistanan û kirîna  lêçûnên xwendinê ji bo zarokan. Berî mehekê mamosteyek ji Efrînê ji min re gotibû krîstala odeyekê li dibistana wan şikestî bû û zarok ji serman re zor dikşînin. Mamoste arîkarî ji “hevalan” xwestib lê: “Heval ji me re gotin pere nîn e”. Lê tekez  ji bo wêneyên “serokê gelê kurd” pere herdem hene.

Ji bo kes nebêje ku ez tenê rexne li sîstema Xweseriya “Demokrat” û serfermandariya YPGê dikim, bila haya wan hebe ku ez bi awakî rojane agahiyan derbarê berxwedana YPGê/YPJê di derbarê parastina Rojava de û danasîna doza kurdî  bi zimanê spanî diweşînim. (www.facebook.com/ActualidadKurda)

Sedema sereke ya nivîsa îro jî  ev vîdyoya li jêr ku piştî rizgarkirina Kobanê hate belavkirin, mirov têde dibîne çawa hinek şervanên YPGê sîleh dane zarokekî, yek jê re dibêje: De şorê bike, nêzîkî DAÎŞê bibe. Yê din jî dibêje: Bêje bijî berxwedana YPGê, mixabin şervanekî din jî gellek fîşekan davêje ezmên, helebt “pere tune ne”.

Têbînî: Ji bo xwendina nivîsên min derbarê manîpûlekirin û leşkerkirina zarokan li Kurdistanê li ser vê girêdanê bitikîne. (an di kategoriya Zarok de li nivîsan bigerin).

Huseyin Karabey û hevsera xwe tev herdû xelatên festîvalê

Huseyin Karabey û hevsera xwe tev herdû xelatên festîvala Mar del Plata

Z.A – Fîlma kurdî ya bi navê “Were Dengê Min” ku ji aliyê derhêner Huseyin Karabey hatiye kişandin roja şemiya borî du xelat li Festîvala Navnetewî ya Sînamayê a bajarê Mar del Plata li Arjantînê wergirtin.

“Were Dengê Min” xelatên baştirîn fîlm hem ji aliyê juriya festîvalê û hem jî aliyê gel wergirtin, qezenkirina xelata bi navê “Astora Zêrîn” ya ku ji bo fîlmê herî baş  tê dayîn tê wateya serkeftinek nû û girîng ji sînamaya kurdî re nemaze ku ev festival, ku îsal edîsiyona xwe ya 29mîn bû, yek ji festîvalên herî bi prestîj li cîhanê ye wek Cannes, Berlîn û San Sebastianê.

Fîlma Huseyin Karabey, weke piraniya fîlmên kurdî, behsa trajedya malbateke kurd dike. Li gundekî bakurê Kurdistanê Jiyan û dapîra xwe Berfê dest bi geştekê dikin ji bo rizgarkirina Temo (bavê Jiyan) bikin, ku ji aliyê artêşa tirk hatiye desgîrkirin. Leşkeran gundiyan bi veşartina tifingan tawanbar dikin, yên ku sîlehan radestî artêşê nekin wê bêne destgîrkirin, ji ber wê jî leşkeran Temo girtin. Lê  sîleh li gund jî nîne, ji ber Berfê û neviya xwe Jiyan gera xwe di nav çiya û newalên Kurdistanê re dikin ji bo peydakirina sîlehekê ta ku bikaribin Temo ji nav lepên leşkeran rizgar bikin.

Berfê û neviya xwe Jiyan di dîmenekê ji fîlmê de

Berfê û neviya xwe Jiyan di dîmenekê ji fîlmê de

Komeke penaberan di bin çavdêriya polîsa yewnanî

Komeke penaberan di bin çavdêriya polîsa yewnanî

Yewnan, ku weke “Dojeha Penaberan” tê naskirin, yek ji rawsetgehên sereke ji bo penaberên ku ji Afrîqa û Asyayê tên ta ku rêya xwe ber bi welatên zengîn yên Ewropayê bidomînin û bikaribin li wir mafê penaberiyê bixwazin. Yewnan ji bo gellek penaberan re bûye zindaneke ku bi hêsanî mirov nikare jê rizgar bibe, niha jî Êzdiyên Şengalê jî li vî welatî ewropî asê mane.

Li gorî reportajekê ya rojnameya dîjîtal Eldirario.es yekemîn grûpên Êzdiyan ku ji Şengalê aware bûne gihîştin Yewnanê. Rojname radighîne ku ev penaberên ku ji tehdîtên Dewleta Îsalmî reviyane niha di bin metirsiya vegerandina bilez de ne yan jî dê tuşî danûstandina xerab ji aliyê polîsan ve werin.

Nûçegîhana El Diario rewşa  awareyên Şengalê li paytexta Yewnanê wiha vedibêje: “Erdê xaniyê biçûk li Atênayê bi dûşekan ve tijî ye, 20 kesan di nav de jî sê zarok, di 30 metrên çaroşe de li salonekê û odeyeke xewê kom bûne. Nîvê van kesan yên jortemen (18 salî) li cadeyê heya berbangê dimînin, wê çaxê dora wan tê ji bo bikaribin ser doşekan ve xew bikin.”

Ji ber ku ew nikarin derdorê sê an çar hezar Euro, bihaya ku qaçaxcî ji wan dixwazin ji bo ku bighêjin ba merivên xwe li Almanyayê, ev penaber niha neçar in ku li Yewnanê bimînin. Îbrahîmê ji Başîqayê sedema hîştina warê xwe wiha tîne ziman: “Em weke koran ji mirinê reviyan, bê ku em tiştekî bi xwe re rakin. Ne daxwaza mebû ku em werin Ewropayê, lê herêm wê heya gellek salan nearam bimîne, veger jî bêwate ye piştî ku derket holê ku hemû cîranên me dijimin in”.

Ji ber mimaleya xirab ya polîsan Îbrahîm û yên din heya ku ji destên wan tê der ew hewla wê yekê dikin ku li kolanên Atênayê negerin, ji ber tirsa ku rastî gerên polîsan werin û bêne girtin. Rojname radighîne ku heya niha bi kêmanî 12 kurdên Êzdî rastî gerên polîsan hatin û niha di navendên hewandina penaberan de dimînin.

Belkiz Baysal  ligel keçeke xwe

Belkiz Baysal ligel keçeke xwe / D.W

Bi armanca danîna ronahiyê  ser mercên xerab û metirsîdar yên ku  karkerên komirgehan têde dijîn li bakurê Kurdistanê  televîzyona almanî Deutsche Welle (DW) berê xwe dabû Şirnexê û raportajekî derbarê xebat û jiyana van karkeran  weşand. Di reporatajê de kamîraya DW serdana kaneke komiran dike û çawaniya xebata deranîna komiran nîşan dike. Karker demjimêr 7ê sibê dest bi xebatê dikin, ew bi rêya werîseke hesinî xwe dixin nav devê bîreke teng  ku dirêjahiya  wê 150 metre  ye heya dighêjin hundirê kanê. Karkerek ku cixarê di dev de û bê  kask (kumê serî) xwe berdide kanê û di çend xulekan de karker dest bi derxistina kumiran dikin.

Digel ku xebatkarên kanên komiran bi mirinên re rûbirû ne lê ti rêyeke li pêş wan nemaye ji bo ku vê xebatê kujer nekin. Burhan Cavlak ku vê kanê birêve dibe li kaskeyekê digere  ji bo ku li pêşiya  kamîrayê  biaxive: “Tirsa me tenê ji wê yekê ye ku muçe û nan li ser me bibirrin. Ti karekî din li vê herêmê li pêş me nîne.”

Komirkaran di mercên sedsaleke berê de kar dikin

Piştî derbasbûna sê mehan bi ser karesata Somayê ku bi sedan karker têde jiyana xwe ji dest dabûn, reportaja DW xuya dike ku hikûmet ti hewldan nekiriye ji bo başkirina mercên xebata komirkaran, rewş li kanên Şirnexê jî neguherî ye.

Rojnamevanê DW radighîne ku karkerên kurd di heman mercên beriya sedsalekê de dixebitin, karker li ber roniya lampeyekê û bi tevirekî di destan de, bê  stûnên hilgirtina dîwaran,  bê deriyên  derketina bilez, bê cîhazên kişifkirina gazê û bê telefonên hawarçûnê kar dikin.

DW bal dikşîne ser xebata şarederê Şirnexê Serhat Kadirhan yê ku  ji bo mafên karkeran têdikoşe û dixwaze jiyan û karên wan biparêze, Kadirhan dibêje: “Mercên ewlehiyê di van kanan de pêk nayên, ev rewş jî jiyana bêtirî 100 mirovan standiye, ji ber wê jî ez  destekê didim daxwaza karkeran ji bo ku bikaribin di hundirê kooperatîvan de xwe kom bikin. Di pêşî de dema ku xebata wan legalîze bibe dikarin di ewlekirina xebata xwe de veberanînê bikin, piştre karker divê bêne ewlekirin.”

Ekîpa DW serdana malbatekê dike ku di dawiya meha Gulanê de du endamên wê ji ber jehrbûna bi gazê jiyana xwe ji dest dabûn. Yakup Baysal, êşa wendakirina du birayên xwe wisa vedibêje: “Min dît çawa birayên min bê giyan li erdê dirêjkirî bû, yekî li ser yê din bû, ekîpên hawarçûnê tunebûn ji bo derxistina wan.  Ez beziyam û min bang li hevalên din kiribû, birayê min hîn bihna xwe dikşand. Egerek hebû ku bihata xilaskirin, me telefon ambulansekê  kiribû, lê xeyal bike ambulans 5 demjimêran dereng mabû.”, Belkiz Baysal jî, jinebiya karkerê jehrbuyî, bi çavên şil û westyayî wiha didomîne: “Ekîpa hawarçûnê tenê du maskeyên dijî jehrbûnêbi xwe re anîbûn lê herdû jî qetayayî bûn.”

Wêje ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye wergitin

Wêne ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye wergitin

Rûdaw / Z. A - Mirovzanê asûr-arjantînî Ricardo Georges Ibrahim di axaftineke xwe de ji vê rojnameyê re  (Hejmara 250) behsa serkirdeyek êzdî kiribû ku xiristiyanên Mêrdînê jê re dibêjin “Amo Şêro” (Dibe ku bê wateya apê Şêro, anjî nav Hemo Şêro be)  û wî weke lehegekî mezin bi bîr tînin, nemaze ku wî ji bo parastina jiyana ermenî û asûriyan li dijî hêzên osmaniyan şer kiribû. Georges ku berê xelkê wî jî di 1915an de rastî komkujiyan hatibû bi êşa êzdiyên Şingalê hest dike nemaze jî ku êzdiyên vê herêmê xelk û merivên wî ji qirkirinê rizgarkirin: “Êzdiyên Sincarê [Şingal] jiyana xwe xistin metirsiyê û birçîbûn jî derbas kirin ji bo parastina jiyana 3000 asûrî û ermeniyan, hinek ji wan jî merivên me ne ku koçberî Arjantînê bûn”. Derbarê êrîşên  Dewleta Îslamê li dijî kemîneyên olî li parêzgeha Nînewayê Ricardo wisa ji Rûdawê re dibêje: “Ji nû ve em dibin bira di xelekeke nû de ji sosretên komkujiyên olî li welatê me yê hevbeş Mezopotamiya.”

Piştî ketina Şingalê di destên îslamiyên tundrê de Ricardo gotarekê bi navê “Amo Şêro: Serkirdeyê êzdî yê ku asûrî û ermeniyan hemêz kirin û jiyanên wan parastin” di malpera “Entre Tierras” de weşand, Heman çîroka ev lehengê êzdî ku Ricardo berî salekê ji devê ciwan û temenmezinên Mêrdînê yên xiristiyan guhdar kiribû, di pirtûka “Mêrdîn 1915. Anatomiya patolojîk ya herifandinekê“ ya nivîskarê fransî Yves Ternon jî dibîne.

 “Piştî ku ez û zarokên xwe bêne qirkirin, bila wê çaxê Tirk çi dixwazin bikin bila bikin”

Li gorî agahiyê di pirtûkê de derbas dibin, di adara 1918an de hêzeke ji artêşa osmanî nêzî Şingalê  dibe, bi armanca ku dawî li berxwedana şêxê êzdî  Amo Şêro bîne. Fermandarê osmanî ligel Amo Şêro diaxive û jê dixwaze ku sîlehên xwe deyne û ew xirsitiyaniyên ku diparêze radestî wî bike. Amo Şêro ji vê daxwazê aciz dib û dibêje ku ew nikare wan kesên ku li ba wî bûne mêvan radestî ti kesî bike. Amo Şêro helwesta xwe wiha vedibêje: ”Mijareke ya rûmetê ye. Heya ku çavên min vekirî bin, ti kesî venagerînim. Piştî ku ez û zarokên xwe bêne qirkirin, bila wê çaxê Tirk çi dixwazin bikin bila bikin. Efser çekên me dixwaze. Ew bêhiş e. Eger em sîleh vegerînin, emê bikevin ber destên wan”.

 Amo Şêro bi hemû oldarên çiyayê Şingalê re dicive û ji wan re daxwazên efserê osmaniyan diyar dike û li wan jê pêşniyar dike ku van daxwazan neyên bicihkirin. Lê civata êzdiyan di nav xwe de hevbeş bû, hinekan li hember hovîtiya osmaniyên  dixwestin alaya spî hildin û henekan jî dixwestin berxwedanê bikin, lê Amo Şêro daxwaza  yekrêziya wan kiribû. Şêxên êzdî berê xwe didin du gundan ji bo ku bi çareseriyekê  biramin, lê Amo Şêro li benda biryara wan nema. Grûpeke biçûk ji zilamên gund yên belengaz durist dike û êrîş dibe ser komeke leşkeran ku li nêzî çiyayê Şingalê vedihesiyan û wan dikuje. Piştre Artêşa osmaniyan dest bi êrîşê dike. Amo Şêro vedikşe gundê xwe û şîret li xiristiyanan dike ku malên xwe berdin, xwarin û vexwrin bi xwe re rakin û ber bi başûr ve herin.

Penaberên xirstiyan ji wir direvin, leşker jî dighêjin Mamîsayê û hemû malên xiristiyanan xira dikin û malên gundê Amo Şêro talan dikin û dişewtînin

Amo Şêro tê desgîrkirin û ji hêla waliyê Musilê bi dayîna 2000 lîreyan an jî bi kirina karên giran ji bo pênc salan tê cezakirin. Şêx Şêro neçar dimîne ku bo pênc salan di kolanên Musilê de karên dijwar bike heya roja mirina xwe.

Ricardo li gel gotara xwe wêneyeke  weşandiye derbarê du zilmanên êzdî bi cilên keneşop  li Mêrdînê di sedala 19an de. Wêne ji pirtûkeke dîrokî derbarê êzdiyên Mêrdînê hatiye kişandin. Ew mixabiniya wê yekê dike ku ew nikarîbû wêneyeke ya Amo Şêro peyda bikra û wiha gotara xwe bi dawî tîne: “Ev çîrok hêjayî ku ji xelkê re bê hewaldan û lêkolîn li ser çêbibe, Amo Şêro hêjayî ku bê bibîranîn weke lehengek û serkerdeyekî mînakdar. Divê  lehengiya wî bê naskirin, bila herdem di bîraweriya me de bijî. Bila cihekî wî, yê rûmetdar û bi serbilindî, di bîraweriya civaka êzdiyan yê aniha de jî hebe.”

Follow

Get every new post delivered to your Inbox.

Join 556 other followers

%d bloggers like this: