Şikrî û Reşîd li Madridê

Madrid-Duh, ber destê sibê tev du hevalên spanî, em çûn paytexta Spanyayê (Madrid), jibo hazirbûna civînekî ya Rêxistina Efûya Giştî, di wê civînêda me perwerdekirina mafê mirovan di zanîngehên spanî dengûbas kir (nîqaş kir).

Gava me xelas kir hevalên min vegerîn Ciudad Real ê min jî berê xwe da xwaringeha Medya jibo serdana du xortên kurd ji Herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc).

Şikrî kurdekî îzîde ji gundê Feqîro, ev bû du sal li xerîbiyê dijî, ew ji karê xwe pir heznakê jiber saat 11.00 e bi sibê dikeve xwaringehê heya saat 1.00 ê pistî nîvê şevê, ema çare tuneye divê ev karê bike wek hemû kurdên Spanyayê donercî ne anko karkerên xwaringeha kebabê ne.

Şikrî bi hesreta ajotina erebeyek xweş lê divê ezmûnek bi zimanê spanî derbaskê jibo dokumenta ajotinê bistînê, lê kek şikrî heya niha ne çûye dibistana zimên anjî bi destê wî ne ketîye ku herê dibistanê, her wisa gazinc û lome ji dewleta spanî pir tê kirin jiber polîtîka xwe di warê întêgrasyona ( sivikkirina derdê xerîbîyê) karkarên dewletên biyanî gelek qels û lewaze, ne wek polîtîka dewletên Iskendenavî ye, ku her karker divê _ji roja ku digihêjê wê welatî_ herê dibistanê û zimanê wê welatî bixwînê, jiber nezanbûna ziman belaya ji her kesî re.

Em werin ser Reşîd, ew kurxalê Şikrî ye, şeş meh xwe li Ispanya çêbûn e, niha nabêje ezkê vegerim, jiber mihêd (heyvên) silev bi wî gelek dijwar bûn. Digot: “jibo xwedê, ez li vir çi dikim, ez herim nav xelkê xwe û vegerim ser kemîyona xwe ne jimire şereftire”.

Ne bes Reşîd berxwe ne dida her wisa Şikrî jî di destpêkêde her roj digot: “yan îro yan siba, ezê bîlêtê balfirê qotkim”.

Reşîd bi hêvîya wê rojê ku dokumenta ajotinê bi dest xîne û vegerê ser kursîya kamyonê, dibêje: “aaaaaaax, ax. Kîngo ezê destê xwe bidim ser derkisiyonê û lingê xwe dînim ser benzînê”.

Heya çîrokek din bimînin di xêr û xweşîyê da.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s