Gazpacho kela germa havînê vedimrîne

Gazpacho vexwarina herî gelerî ku di dema havînê de li Spanayayê tê vexwarin, bi taybetî li Andalusîa (başûrê Spanya) gelek tê vexwarin.

Jibo amadekirina vê vexwarinê divê ku bacanê sor, xiyar, îsota şîn û sor, pîvaz, sîr, xwê, kemûn, nanê hişk, zeyta zeytûnan, vînagrê (xel anjî sirke) û av li ba me hebê.

Jibo amadekirina lîtrekî ji Gazpacho:

4 Bacanên sor û mezin ku avê xwe gelek be

1 Xiyar

1 Îsota sor

1 Îsota şîn

1 Pîvazek mezin

2 Tene sîr

50gr nanê hişk

Kemûn û Xwê (gûr meraqa her kesî)

Fîncanek ji zeyta zeytûnan û 3 kevcîyên mezin ji Vînagrê û her wiha piyalek û nîv av.

Her kes azad e bo zêdekirina anjî kêmkirna tiştan, anko hinekan ji sîr anjî pîvaz heznakin, win dikarin zêde anjî kêm bikin.

Şêweya çêkirina Gazpacho:


Em ê nanê hişk têxin navbirûşekî û av berdin ser ji bo nerm bibe û dure em ê bacanê sor û xiyar berdin ser, her wiha em ê îsot, sîr, pîvaz, zeyta zeytûnan, vînagrê, xwê û kemûn berdin ser û bi alkîkariya kêra elektirîk wê werin hûr kirin û wiha Gazpacho hazir dibe, lê dive ku em tam bikin jibo em zanibin eger xwê jê kême, av anjî vînagrê….

Gazpacho dive ku sar were vexwarin jiber wê divê ku demekî li buzxaneyê bimîne.

Sûdeyên Gazpacho:

Ji bilî ku vexwarina Gazpacho kela germa havînê kêm dike û mirovan hênik dike, di Gazpacho de gelek vîtamîn hene wek C, A û E, her wiha xwê ya madanî wek Potasîo, Sodîo û Magnêsîo.

Hêvîdarim ku ev vîdyo alîkariya we bike jibo hûn di mala xwe de Gazpacho çêkin.

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s