Carol Prunhuber ji bo Dr.Qasimlo şerê dîplomasî dike

London / Avesta – Di 22ê tîrmeha bihurî de Carol Prunhuber konferanseke li ser pirtûka xwe a dawî “Êş û mirina Rehmanê kurd: xewna Kurdistan” li parlamentoya brîtanî (House of Lords) li dar xist. Her wiha parlamenterê brîtanî Jeremy Corbyn û profesorê kurd Saîd Şems beşadrî konferansê bûbûn.

Di aynî rojê de grûpek ji parlamenterên brîtanî biryar dabûn ku dê ji dewletên Yekîtiya Ewropayê bixwazin ku înformasyona bi dest wan de ketiye ser kuştina Dr.Qasimlo û hevalên wî bide ber çavan û çap bike.

Ev hevdîtin ji aliyê PDK Îranê û bi piştgiriya 9 rêxistnên cuda ji kêmnetewên Îranê hatibû organîzekirin, hêjaya ku em bînin ziman ku hevdîtin ji aliyê Lord Eric Avebury ji Grupa Mafê Mirova ya parlamana brîtanî hatibû bi rêvebirin.


“Carol Prunhuber pirtûka xwe nîşanî Lord Eric Avebury dike”

Têbînî: Hûn dikarin bi ferhehî ser pirtûka Carol Prunhuber di Avesta de bixwînin (Beşa Berhemên Nû meyza bikin).

Amadekirin: Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s