Rojnamevanên kurd û rîska mirina rojane (Dosya)

Madrîd / Avesta – Ajansa Efe raporekî ser teror û şideta ku li dijî rojnamevanên kurd li başûrê Kurdistanê tête kirin weşand.

* Efe rewşa yek ji van rojnamevana wiha tîna ziman: Zîrek Mîre (33 salî) sernîvîserê rojnameya duhefteyî “Livîn” ya ku li Suleymaniyê tête çapkirin. Nîzîkî 70 tehdîd heya roja îro bo rojnameya Livîn re hatina şandin. Her ku hejmareke nû belav dibe wilo jî tehdîdeke nû digihêje rojnameyê.
Hinek tehdîd ji şêweya devkî anjî nîvîskî derbasî şêweya praktîkî dibe û wiha dawî li jiyana rojnamevanekî tê kirin.


* Zîrek bi kul û êşeke giran nûçeya kuştina hevalê xwe Soran Mame Heme wilo tîna ziman: “Di despêkê de, min bawer nedikir. Buyerek zor trajîk bû”.

* Sendîkaya rojnamevanan tekîd kir ku di şeş mehên pêşî de ji sala aktuel 60 bûyerên cuda li dijî rojnamevayê hate kirin (Kuştina rojnamevanan, êrîşên hovane li dijî rojnameyan û derketina perpirsiyarên rojnameyan pêşberî dadgeran).

* CPJ (Komîteya Parastina Rojnamevanan) di der heqê Soran yê ku ji aliyê 4 kesên “nenas” hate kuştin wiha dibêje: “Soran Mame Heme, berpirsê kovara Livîn li Kerkûkê, di 21ê tîrmehê de hate kuştin piştî ku mesajên tehdîtkirinê gêhiştin telefona wî ya desta, jiber ku Soran nûçeyek li ser îhtîmala hebûna têkilîyek di navbera polîsa Kerkûkê û laşfiroşkarên (gewad) bajêr de weşand”.

* Zîrek Mîre ji Efe re wisa rewş şîrove dike: “Çanda siyasî û sistema kurdî xêzeke sor bo rojnamevana danîne, balam em pir caran ev xêza sor derbasdikin”. Her wiha diyar dike ku: “ev tişt bi dilê wan xweş nayê, jiber vê yekê biryara girtina rojnameyan herdem amadeye”. Gelek organîzasiyonên profesonel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çewsandina medyaya serbixe tewanbardike.
* Zîrek Mîre berdewamdike: “Berpirsiyarên herêmî me tewanbardikin bi kêmbûna pisporiyê di xebata çapemenî de û ku em gelek li deshilatdariyê rexne dikin”.

*Aryz Abdulah berpirsyarê komîteya mijarên çandî di perlamentoya Herêma Kurdistanê ji Efe re wiha got: “Li ba me zanatiya polîtîkî tuneye, yê ku li dijî me diçe em wî napejerînin. Balam, rojnamevan jî ne profesonel in û etîika profesonel bi kar nînin.

* Li aliyê din Amanac Xelîl ji Rojnameya hefteyî Rûdaw dibêje: “Ev tişt zor xirabe, gelek ziyan û bandoreke pir negatîv li hikûmetê dike”. Zor ba daxawa di 1ê tebaxa aktuel de hineka xwestin Amanj Xelîl bikujin, lê hewildana wan bi serî nebu. Ew êrîş hate kirin piştî ku Amanc gotareke li ser têkilî û pêwendiya di navbera partiyeke islamî û grûpeke çekdar de weşand.

* Zîrek Kemal berpirsiyarê mafên rojnamevanan di sendîkaya herêmî ji Efe re got: “Sedema nakokiya di nav bera rojnamevanan û desthiladaryê ji kêmbûna çavkaniyên nûçeyan tê, her wiha ji nezelalbûna van nûçeyan”. Zîrek Kemal diyar kir ku Hikûmet divê bi gelemberî jiyana her mirovekî bibarêzê, ama rojnamevan jî divê ku profesonel bin”.

* Baweriya rojnamevanan bi polîsan tuneye, di vê warî de Zîrek Mîre dibêje: “Gava em têne tehdît kirin, em xeber nadin polîs jiber guh nadin gazincên me, dibe jî ku tiliya polîsan di van tehdîdan de hebe”.
Zîrek tirsa rojnamevanan wiha tîna ziman: “Malbetên me her demekî ji me dixwazin ku em dest ji vê xebatî berdin, ev opsîyon herdem heye jiber ti garantî bo rojnamegeriya azad re tuneye”.

* Ajansa Efe: yekemîn çavkaniya nûçeyan bi zimanê spanî û yê herî bi navûdeng di nav 400 mîlyon mirov ku zimanê spanî diaxivin.

Amadekirin:Ferhad Murasil
Wergerandin ji spanî: Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s