Lehengiya Leyla Zana di fîlmeke spanî de (Vîdyo)

Spanya /Avesta (Taybetî) Derhênerê navnetewî Javier Corcuera beşekî ji fîlma xwe “Pişta Cîhanê” li ser Leyla Zana berî heyşt salan çêkiribû.

Sînopsîs:

Fîlma “La espalda del mundo” anko Pişta Cîhanê behsa sê mijarên trajîk dike. Ya yekemîn “Zarok” behsa jiyana rojane ya zarokekî (11 salî) ji Lîma yê (Paytexta Pêrû), ev zarok xebata şikandina kevirên mezin dike daku bikaribe lêçûnên dibistanê derxîne.

Beşa duyemîn “Peyv- La Palabra” ji bo pîrozkirina lehenga kurd Leyla Zana hatiye amadekirin her wiha “Peyv” behsa jiyana şarederê berê yê Amedê Mehdî Zana li sorguniyê dike.

Beşa dawî “Jiyan” behsa dijwarbûna jiyana mirovekî reş di zindaneke li Texas (DYA) yê ku bi darvekirinê hatiye mehkumkirin.

* “Pişta Cîhanê” di sala 2000 de hatibû weşandin, lê zor ba daxawa, eger ez ne şaşbim, ta roja îro di medyaya kurdî de ne hatiye weşandin.

* Beşa duyemîn “Peyv- La Palabra”:

Hûn dikarin di vê vidyoyê de beşa diwem bi kurdî guhdar û temaşe bikin, her wiha mûzika gelek huermendên kurd jî tê de hatiya bikaranîn.

Tenê çend hevokên Mustefa (birayê Mehdî), parastina leyla di dadgehê de û sonda wê yê dîrokî bi tirkî hatine gotin.

* Axafitna Mustefa: Fotografek ji wan rojên berê li ba min heye, rojên Mehdî yên herî xweş bûn. 25 sal ez vê fotografê bi xwe re digerînim.

Çawa Mehdî bû berendam?, tenê şeş meh mabûn, qezencikirina şaredariyê tiştekî gelek dijwar bû, min jê re got: “ Ji bo çi tu nabe namzetê şaradariyê?”, Mehdî: “Çawa, eger pere li ba me tune ye”?. Mehdî xwe kir namzet, her ku dem derbas dibû wek çawa têkçûna berfê mezin dibe ew jî mezin dibû û wiha bû şareder. Her ku wan demên xweş tên bîramin ez cigarekî xwe dikşînim.

Her wiha Mustefa di perçekî din de dibêje: “Ez ji xweda hêvî dikim ku Mehdî zû vegere, em li vir gelek ji wî hezdikin, Mehdî mirovekî pir tê hezkirin”.

* xweparastina leyla: “ Ev komplo ye, tiştî ku ez diparêzim zelal e, ez napejrînim ku bi van tiştan werim tewanbarkirin. Eger ev tişt rast derkevin, ez ê qebûl bikim digel ku encam mirina min be jî”.

“Ez demokrasî, mafê mirovan û biratiya gelan diparêzim û ez ê herdem biparêzim heya nefsa dawî ji jiyana xwe”.

* Dayika şemiyê a yekemîn (Dayika Hesen) bi zazakî dibêje: “ Ew bi riya telefonê ji min re got: Dayê te ji bo rojbûyîna min çi amade kiriye?. Min jê re got: Bêje tu kîjan şîvê dixwazê.

Got : Dayê xemê nexe, ez ê bi xwe re masî bînim. Saat bûn çar, bûn 5 ama hesnê min hîç ne hat”.

* Dayika şemiyê a duyemîn (Dayika Hisên) dîsa bi zazakî kul û keserên xwe tîne ziman: “Dadgeh li dijî wî diçu. Ez hatim Stenbolê û min ji daran, quncikan û piran pirs dikir, ez li her derekî li husênê xwe digeryam, li benda husênê xwe bûm. Bila cîhan tevde zanibe ku kezeba min ji min hilkirin, husênê ku min di xizaniya dijwar de xwedî kir.

* Di “Peyv” de şehadetên gelek jinên kurd hene. Her şehadetek kezebê kurdan yê helî hîn dihelîne. Wek nimûne: Dayikek ku fotografa kurê xwe kirye hemêza xwe û dibêje: “ Ez…. yanî, cenazê wî dixwazim cenaze.., bi sagî dixwazim, bi sagî ji ber min birine û çûne”.

* Mehdî di “Peyv” de qala pirsa kurd bi giştî dike, nemaze rewşa bakurê Kurdistan. Digel ku “Peyv” kezebê mirovan gelek dişewitîne, balam birêz Mehdî hinek rihê komîk dixe nav fîlma “Pişta Cîhanê”.

* Di dawî de hêjaye ku em spasiya xwe ji bo sînemevanê kurd-katalan (Kobanî-Barcelona) Azad Kanjo Navero ku ev vîdyo ji bo Avesta amade kir.

Amadekirin: Azad Kanjo Navero û Zinar Ala


Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s