Beşa çaremîn ji fîlma Fatih Akin

Avesta – “Tirkiyê neşteciyên xwe dikuje tenê jiber bi awayekî cuda difkirin” di fîlma “Li aliyê din” de.

Avesta – Jibo temaşekirina sê beşên berê “Bitikîne”.

Beşa Çaremîn:

* Di guftûguheke di navbera Ayten û Susanne de aloziyeke îdiyolojî derdikve holê:

Sussane: keçamin got ku polîşê tirk li te digerî ji ber sedemên siyasî

Ayten: Rast e, ez di nav grûpekî ya berxwedanê de cîh digrim.

Sussane: J ibo çi hûn xebat dikin?

Ayten: Ji bo em bigihêjin rêjeye % 100 ji mafê mirovan, azadiya raman û mafê perwedekirinê. Li Tirkiyê mafê perwedekirinê tenê bi dest mirovê dewlemend dikeve.

Sussane: Belkî bi endametiya tirkiyê di YE de rewş baş bibe?

Ayten: Welatên wek Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Spanya hemû kolonyalîs in, em jî li dijî rejîma cîhanê ya nû têdikoşin.

Sussane: Belkî jiber hûn ji şer hezdikin?

Ayten: Tu bawerdikî ku ez dînim?, eger dewletek neşteciyên xwe dikuje tenê jiber bi awayekî cuda difkirin, anjî jiber protestkirina xelkê li dijî bêkariyê, bihabûna kaniyên enerjiyê û ji bo mafê perwerdekirinê. Lewma em li hember wê dewletê şerdikin.

Sussane: Belkî rewş baştir be piştî tevlîbûna Tirkiyê bi YE re.

Ayten (bi hêrs): Bila tiştekî bi YE vekin…

Sussane: Ez napejrînim ku keskeî li mala min wiha biaxife, van peyvan tu yê di mala xwe de bêje, te famkir? (Ev diyalog ne ketiye vîdyo)

* Ayten bi çavekî tijî hêstir ji Lotte re dibêje: Tu dikarî alîkariya min bikî ji bo ez diya xwe bibînim.

* Lotte û Ayten rastî li polîs tên û Ayten tê binçavkirin.

* Dadgeha alman mafê penaberiya siyasî ji bo Aytenê red dike û wê dişînin Tirkiyê.

* Lotte gelek har dibe ji ber Sussane pasaporta wê veşartibû, Lotte berê xwe dide Stenbolê, bi awakî dîrekt diçe balyozxaneya welatê xwe ji bo alîkariya wê bikin ta ku Aytenê rizgar bike.Balam Balyozxane tenê adrêsa parêzerekî tirk ku alîkariya girtiyan dika dide Lotte.

* Parêzer ji Lotte re dibêje: Ayten bi endametiya grûpeke çekdar tê tewanbarkirin û weke terorîst tê bi nav kirin, cezaya wê ji 15 heya 20 sal.

Lotte: Ez dikarim wê ziyaret bikim?

Parêzer: Eger paş navê we ne wek hev be, îzna serdanê pir zor e ku were dayîn.

Lotte: Ev çi zagon e?

Parêzer: Em li tirkiyê ne. Balam parêzer jê re çareseriyekî dibîne.

* Lotte : Bi riya telefonê bi diya xwe re dîsa şer dike, ji ber Lotte dixwaze demek dirêj li Stenbolê bimîne, ama diya wê xema xwendina wê xwariye û her wiha nerazîbûna xwe ji lêçûnên madî ku li ser aytenê hatine şewitandin nîşan dike, piştre Sussane keça xwe bê alîkarî dihêle û telefonê digre.

* Lotte diçe cem Nejat jibo ku pirtûkekî li ser sîstema zagonî li Tirkiyê bibîne, tenê informasiyonek ji amnestiya Internasiyonal dide wê.

Nejat reklama ku Lotte dasnîbû jibo xaniyeke xwe bibîne dibîne û odeyeke dide wê û bi hev re diçin mal.

* Di meydana girtîgehê de, hevala partiyê misyoneke dide Aytenê, jê dixwaze ku damance bighêje hevalên partiyê ku li derveyê hebsê dimînin.

* Lotte diçe serdana Aytenê, Ayten pelikek dide dest Lotte ta ku biçe adrêsa ku damançe lê maye ji bo ku bighêje hevalên partiyê.

Vidyo

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s