Guren Gewr AVESTA xerab kirin

ev dimen li ser avesta derket u her wiha muzika fasiten tirk u tekesteke tirki. di dawiya tekste de te nivisandin Mustefa Kemal Ataturk.

biborinin jiber ve nivisandine, ez ji komputereke inglizin dinvisinim.

Gelo bo ci van guran wisa kirin?

“Gur li dijî kurdan” di rojnameyeke spanî de “El Público”

Berlîn / Avesta – Rojnameya spanî El Público berî çend rojan raporeke bi navê “Gur li dijî kurdan” di derbarê nijadpersetin tirk û civaka kurd weşand.

Rapor behsa tensyona etnî di navbera civaka trik û kurd li Almanyayê kir, tê texmîn kirin ku 600.000 kurd û 2.5 mîlyon trik li wî welatî dijîn.

El Público digel du xortên kurd ku li Kreuzberg-Berlîn dijîn hevpeyvîn çêkir. Rojda (19 salî) ser problema yekemîn ku derbaskiribû di derabrê nasnameya xwe wiha qise dike: “Mamosta min tirk bû û ji min re digot ku welatê kurda nîne, min ev tişt nepejirand û jiber vê yekê ez ji dibistanê hatim qewtandin”.

Îbo (15 salî) li vîdyoyên antî-tirk û antî-kurd ku li Youtube têne weşandin temaşdike, dibêje: “Hin caran ez gelek aciz dibim, ez ji mal derdikevim û diçim cadayê li yekî digerim jibo ez li wî xînim lê ez tu kesî nabînim (dikene)”.

Û wiha berdewadike: “Ez ti pirsgirêk nabînim ku em hevaltiya tirka bikin lê divê ku ne nijadperest bin”.

Rojda di vê çerçoveyê de wiha nirîna xwe diyar dike: kîna dilê min ne ji gelê tirk re ye balam li dijî dewlata tirka ye”.

Îbo û Rojda demek dirêj ji wextê xwe li Mala Kurda derbasdikin, wilo jî gelek ciwanên kurd li wir dicivin û çaya xwe vedixwin.

Vîdyoya antî-tirk yê ku li ser Ataturk hatiye çêkirin, têde tê dîtin ku Ataturk ketiya bedena kuçikekî û bi ser ala tirkiyê dimêze. Ji aliyê din vîdyoyê herî antî-kurd in yên ku hatine çêkirin bi destê “Gurên Gewr”.

Wezareta hundir ya Almanyayê dibêje ku hejmara van tirkên faşist 7.500 heye. Tê zanîn ku di sala 1980 de ev grûpa faşîst 5.000 siyasetmedar, sendîkavan û rewşenbîrên çep kuştin.

Ev grûpa faşîst niha jî li Almanya êrîşên hovane dike, di sibeha 8´ê tîrmeha cûyî de, êrîş birin ser 8 “Drag Kings” ku ji konserteke ya lezbiyenan derdiketin, ew 8 kes hemû rakiribûn nexweşxaneya Kreuzberg.

Îsmaîl Parmaksiz, dîrektorê Mala Kurda li Kreuzberg di derbarê qedexekrina xebata PKK´ê wiha dibêje: “Gelk xortên kurd ne wêrin ku bêjin em kurd in, di cîh da wê werin tewanbarkirn bi hevaltiya PKK´ê, ev jî tê wateya ku kurd dev ji nasnamye xwe berdê”.

Wezîrê hundir ya almanî Wolfgang Schäuble, xebata Roj TV qedexwekir, lê kurdên Almanya famnakin bo çi xebata Gorên Gewr ta niha ne hatiye qedexekirin.

Serokê MHP´ê Alparslan Türkeş, di sala 1996 ji dostên partiya xwe xwestibû ku bibin endamê Partiya Yekîtiya Demokratên Xirîstiyan (CDU).

Siyasetmedarê sosyal-xirîstiyan Günther Beckstein, niha serokwezîrê herêma Freistaat Bayern, di sala 2003 li Nürnberg xexwendina îftara ramdanê ku ji aliyê civakeke tirk pejirand, balam ev civaka tirk têkilya xwe digel ADÜTDF (klubeke ya Gorên Gewr) heye, li wir fotografeke wî hate kişandin û li pişta wî fotografa serokê MHPê hebû.

Di hûzeyrana bihûrî de, Jürgen Hollstein serokê CDU a Köln , li merasîma vekirina navendeke çandî ya musulmanan hate dîtin, balam ev navend ya Gurên gewr bû nemaze çend parlamenterên MHP jî li wir hazirbûn.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s