Ciwanên kurd û xewna Ewropayê (Vîdyo)

AVESTA (Taybet) / Spanya – Zeredeşt wek Bilind nemir belam wek miriyan “dijî”.

Avesta Ji bo agahdarkirin xortên kurd ku Ewropa ne ewqas şirîn e weke ku ji dûr ve tê dîtin.

Ji bo ku buyerên trajîk wek mirina Bilind, xortê ku berî çend rojan di Deryaya Ege (navbera Tirkiyê û Yewnanistanê) de jiyana xwe ji dest dabû, neyên dubarekirin.

Ji bo ku kesekî mal û mewalê xwe nefiroşe ta ku kurê xwe, bi barka mirinê, bişîne Ewropayê.

Ji bo ku neyê serê ciwanên kurd tiştê ku hatibû serê N (Xortek ji başurê rojavayê Kurdistanê ku li Spanya jiyana penbertiyê dikir). N berî du salan ji dijwarbûna xerîbiyê, bi kêndirekî dawî li jiyana xwe anîbû.

Ji bo van sedeman ev dosya hate amadekirin

Mînaka herî teze (nû) ji xortên kurd yê ku tenê bi bedewbûna Ewropayê hatine agahdar kirin Zeredeşt e.

Zerdeşt xortê ku nû ji welat hatiye, li fakulteya aborî xwendina xwe dikir, problemên xwe bi dewletê re tune bûn. Belam Zeredeşt herdem Ewropa di xewna xwe de didît.

Zeredeşt gelek pere (……€) dabû ji bo pêkanîna xewna xwe , bi riya mafiyayê ew û 29 kes in din ketin barka (keştiya) mirinê, motora keştiyê di deryaya Ege de vemirî…, Zeredeşt wê ji we re bi ferehî li ser vê buyerê biaxife.

Belkî mirov fam bike ji bo çi Zeredeşt ji bajarê xwe derketibû, ew hem êzîdî ye hem jî kurd e, anko zor û zehmetî du carî li wî tê kirin. Belam ew kesên ku di barka mirinê de hebûn, piraniya wan ji Kurdistana “Azad” hatibûn. Bilind jî ji Herêma Kurdistanê derketibû. Gelo bo çi ciwanên kurd dev ji Kurdistana “Rizgar” berdidin?

Zeredeşt ji deshiladarên spanî mafê penaberyê xwestibû, lê hikûmeta spanî gelek dokument jê dixwaze ta ku îspat bibe ku jiyana wî li welat di rîskê de bû.

Li Madrîdê rastî gelek ciwanên kurd yên îlegal (bê dokument) têm, hemû dixwazin bizivirin welat, ev rewşa dijwar nema tehmûl dikin lê dibêjin: “Qe nebe em çend quruş an bi xwe re bibin, ma xelek wê nebêje hûn fedî nakin, hûn çawa dest vala vegerîn?”

Zerdeşt jî di vê halî de ye, belam ew li hêviya mucîzeyeke ji ezmên maye anjî li benda surprezekê ye ta ku dokumenta kar bistîne û dest bi xebatê bike.

Fermo li çîroka Zeredeşt guhdar û temaşe bikin.

Amadekirin: Zinar Ala

Kamîra û Foto: Siwar

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s