Edîtorê Amîdakurd hewqaretek mezin li homoseksuelan kir û pira dostaniyê navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê rexne kir

Mahabad F. Arda: “Başûr bûye mîna tewla hespên tirkan û çawa dixwazin wisa dibezînin” Edîtorê Amîdakurd di gotareke xwe de hewqaretek mezin li homoseksuelan kir û pira dostaniyê navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê rexne kir. Edîtorê malpera Amîdakurd birêz Mahabad F. Arda, bi ferehî, behsa şerê taybetî û siyaseta qirêj ya dewleta tirk di salên 80î de her wiha kiryarên dewletê ji bo tunekirina hebûna kurdan.

Zor badaxawa Mahabad F.Arda homoseksuliyê weke tiştekî nîgatîv û xirab dibîne. Dibêje: “…. Dîsa çanda qumarê û homoseksueliyê ku li nav ciwanan belav kirin û polîs û efser bi xwe diçûn bi ciwanan re esrar dikişandin û qumarê dilîstin…”

Gur min famkir, birêz Arda homosexueliyê wek çand dibîne, anko li gur wî ne tişteke xwezayî ye, li ba wî tenê heterseksuelî heye. Ew jî wek Ehmedînejat hebûna homoseksuelan nepejrîne. Nizanim eger gelek nivîsakên kurd wisa jî difkirin?!

Di gotara Arda de, nayê zanîn çawa dewleta tirk homoseksueliyê di nav ciwanên kurd de çandibû!!!

Edîtorê Amîdakurd vekirina Zanîngeha Işik li Hewlêrê weke “Troya” bi nav dike.

Dibêje: “Ev 14 sal in Fethullah Gulen û cemaeta wî, bi rêya dibistan û mamosteyên xwe ve bi piştgiriya hin rayedarên kurd li Başûrê Kurdistanê bi cî bûne. Di nivîseke xwe ya din de jî min gotibû ev mîna troya ne. Kelehê ji hundir ve digrin”

Arda gotina serokwezîrê Herêma Kurdistan: “Ev zanîngeh ji bo têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê pireke nû ye” wiha rexne dike: “Ez jî dibêjim ku belê birêz Barzanî ev pir e, lê ne pirek ku mîna hûn dibêjin yên têkiliyên azad û li ser bingeheke wekhevî ye. Ev pira dejenerasyon û tunekirinê ye. Ev pir ne ji bo dostaniyê lê ji bo dijminahiyê û di encama polîtîkayên navneteweyî de û ne ji xêrê re hatiye avakirin”

Mahabad F.Arda gotinên siyasetmedarên ereb tîne bîramin yên ku tenê bi teyoriya komployê difkirin, Mahabad bi mentiqekî pir kevnar dirame, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze ku têkiliyên siyasî, diplomasî, aborî….bi dijmin re qot bike, anko dixwaze ku ew herêm, yê ku ji çar aliyên xwe bi dijmin hatiye dorpêçkirin, were fetisandin.

Dîsa em dibînin ku Mahabad weke gelek nivîskarên kurd xwediyê ramaneke nêrî ye, ew di nivîsên xwe de qet nizanin bêjin dayik, pîr û dapîrên me.

Mahabad wisa dinvîsîne: “Divê bê zanîn ku em çiqasî pirên navbera xwe û dijminên xwe xerab bikin, em ê ew qasî nêzî azadiya xwe bibin. Lewra ew pir ne li ser bingeheke azad û wekhev lê bi destê kujerên me, dijminê bav û kalan hatine avakirin. Dijminên bav û kalan jî nabin dostên kuran”.

Mahabad li ser rewşa Herêma Kurdistan gelek diêşe: “Mixabin ku ji niha ve Başûr bûye mîna tewla hespên tirkan û çewa dixwazin wisa dibezînin” û ji her kesekî hêvî û daxwaz dike ku li ser vê mijarê nêrîn û zanînên xwe bi wî re parve bike, ji Amîda Kurd ( amida@amidakurd) re bişînin.

Avestakurd – Zinar Ala

Advertisements

One thought on “Edîtorê Amîdakurd hewqaretek mezin li homoseksuelan kir û pira dostaniyê navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê rexne kir

  1. birêz Mahabad tiştekî gelek rast gotiye, ji ber ku yek armanceke Fetulah Gulen û dibistanên wî hene, ew jî di herêmên ku ev dibistan te de hatine vekirin de zarok û ciwanên wir hemûkî bikin tirk, ziman û çanda tirka di mejîyên wan de bicîhbikin û ji jêza wan dûrbixin, hemûkî di bin bişavtineke(asîmîlasyon) giran de bihêlin.
    ev armanca Gulen li hemû cihanê belavbûye, li tirkiya yê jî ev armanc bi hêzeke mezin bi taybetî jî li ser ciwanên Kurd didome.
    ev gotina mahabad a “Troya” tiştekî xiyalî nîne em bi çavê xwe dibînin.
    Ev zanîngeha li Hewlêr’ê jî bi heman armancê hatîye avakirin.
    Birêz Barzanî çawa dijminîya tirk a bi sedan sale li ser gelê Kurd didome nabîne û çavê xwe digre û ser de jî Zanîngeheke (ez dibêjim; “Bişavtingeh”) dijmin li ber çavê xwe dide avakirin.
    tiştekî gelek balkêşe, ez hemû kesên ku piştgirîyê dide F.Gulen şermezar dikim…

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s