“Xewna Kurdan û Kabûsa Tirkan” Dokumenteke nû ji Spanyayê (Vîdyo)

AVESTA – Berî sê mehan kanala 2 dokumenteke gellek balkêş di derbarê pirsa kurdî de pêşkêşî temaşevanên xwe kiribû.

Ev cara yekemîn bû ku televîzyona Spanyayê ya fermî dokumenteke wiha li ser pirsgirêka kurdan diweşîne. Weşandina dokumentê di saet 22.00 de hîşt ku ji aliyê beşekî mezin ji miletê spanî bê temaşe kirin.

Rojnamevanê bask Karlos Zurutuza di derbarê weşandina vê dokumentê de wiha nirîna xwe anîbû ziman: “Ez ji %100 bawer im ku gellek kes telefonî stodyoyên televîzyonê kirin ji bo protestokirina weşandina ev dokuementa pir wêrek. Ev cara yekemîn e ku rastiya rewşa kurdên bakurê Kurdistanê wisa tê şirove kirin. Ji ber vê yekê ez gellek şad bûme”.

Me plan kiribû ku em hemû beşên dokumentê biweşanda, belam zor badaxwa tenê vîdyoya beşa yekemîn kete destên me.

“Xewna Kurdan û Kabûsa Tirkan”

* Daweta Fatma li gundekî li Tirkiyê, dewleta ku nîvê gelê kurd lê dijî, li vir lêvkirina peyva Kurdistan ji bo tirkan weke heqaret tê binav kirin.

* Abdullah Demirbaş (şaradarê berê yê Amedê): Em kurd in, çanda me pir kevnar e, zimanê me cuda ye. Nikarin ne bi lêdana hovane ne jî bi kuştinê ku me ji çand û nasnameye kurdî bi dûr xînin.

* Sekîne Arat (ji dayikên Aşîtiyê): Em di wê baweriyê de ne ku kurd û tirk dikarin bi hevre bê şer jiyan bikin, misyona me ku em hewil bikin ji bo rawestandina vê şerî”

* “Şad e yê ku dibêjê ez tirk im” ev hevok li ser çiyayên mezin yên Kurdistanê hatiye neqişkirin, ji dema damezrandina komara tirkan heya niha li ser kurdan polîtîkaya Asîmîlasiyonê hatin meşandin, kesên ku xwe weke tirk nabînin cihê wan li Tirkiyê tuneye.

* Têkiliya piraniya xelkên ku li vê gundî dijîn nêzîkî bajarê Wan ê bi gerîlayê PKK ve heye.

* Girtina Ocelan derbakî mezin li PKK xist, yê ku dev ji serxwebûna Kurdistanê berda û tenê daxwaza desthiladariya autonomî dike. Tirkiyê pêvajoya danûsatandinê ligel PKK red dike.

* Destgirtiyê Fatma Nameyek bi tirkî dixwîne, name ji aliyê girtiyê PKK ji bo malbetê hatibû nivîsandin, ew bi heft sal zindan hatiye cezakirin ji ber ku bi alkîkaryê gerîla hatiye tawanbarkirin.

* Adil Oktay, serokê komela girtiyan, dibêje ku nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî di zindana de qedexe ye.

* Fatma: “Xwezî ku biryê min di vê rojê de di nav me de bû, digel ku di zindanê de ye em dihesin ku ew di nav me de ye”.

* Zulfînaz dayîka 10 zarok ye, yek ji wan di şer de mir û niha jî kesera girtina lawê xwe dikşinê. Bi kurdî dibêje: “Yonî hem şehîdê me hene, hem hebsciyê me hene. Bi boneya vê dawetê em hemû girtiyên zindanan, gerîla û şehîdên Kurdistanê silav dikin”.

* Mirina hejmareke mezin ji leşkerên tirk li ser destên gerîlayên PKK hîşt ku raya gîştî rexne li siyaseta dewletê bike .

* Fatma Kurturan (Parlementera DTP): Tenê partiya li dijî biryara operasiyona leşkerî li bakurê Îraqê derketin, ev operasiyon tenê tê wateya mirinên zêde di nav kurd û tirkan de, pirsgirêka kurdî wisa nayê çareserkirin. Tirkiyê 24 car operasiyonên derveyî sînorê kirin, tiştek bi ser nexistibû û zirareke mezin gihandibû aboriya deweletê.

* Ji bo ku em bighêjin sînora Tirkiyê – Îraqê me zêdeyî 10 kontrolên leşkerî derbaskirin, her car pasaportên me tedqîq dikin û kişandina dîmenan qedexe dikin.

* Çemê Xabûrê sînora di navbera herdu welatan nîşan dike û bizin herdu aliyan derbas dikin di erdekî de ku ne ya kesekî ye.

* Dîsa di vê navenda leşkerî de em saetek hatin sekinandin û pasaportên me dîsa tedqîk kirin. Piştre me berê xwe da sînora di navbera Tirkiyê û Îraqê.

* Têkiliyên Bazirganiyê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistan gellek bi pêş de ne, her wiha gundên sînor gellek sûdê werdigrin ji vê bazirganiyê.

* Kurdekî ji Bakurê Kurdistan Behsa daxwaza aşîtiyê li Tirkiyê dike, û her wiha qala xweşbûna jiyanê li Herêma Kurdistanê dike: Azadî, pêşveçûn…kurd li wir serbixwe ne.

* Afrandina vê nîv-dewleta kurdî bi al, artêş, balafirgeh hêviyek mezin di nav kurdan de çêkir û di heman demê de kabûsek ji tirkan re çêkir.

* Profesor. Martin Van Bruinessen: “Hebûna ev nîv-dewleta kurdî hêviyek mezin dide kurdên bakur, baweriyeke dide wan ku pêşerojeke geş li benda wan e”.

* Her roj zêdeyî 3 hezar kemyon ji vir derbas dibin, şofêrên kamyonan ji burokrasiyê acizbûna xwe didin nîşan, dibêjin hin caran ji bo derbaskirina deriya Xabûrê 5 rojan dimînin, her wiha di dema vegerê de aynî wisa ye. Eger ev derî were girtin wê malik li me xerab bibe.

* Şofêr tenê kamyonên xwe dibin Herêma Kurdistanê, şofêreke dibêje: Eger em ji Herêma Kurdistanê derbas bibin ber bi Îraq ve, ev rîskeke mezin bi xwe re tîne, em nizanin terorîst wê bi me çibkin, belkî serê me jêbikin.

Avestakurd – Zinar Ala

VÎDYO

Advertisements

One thought on ““Xewna Kurdan û Kabûsa Tirkan” Dokumenteke nû ji Spanyayê (Vîdyo)

  1. erê kek zinar sipas bo van nûçeyên tu bo me diweşînî balona şovînîzima tirkan dê fiş dibe kurd nema êdî ji nasnameya xwe bitirsin bi hêvî me berdewam bikî di karê xwe de
    silav û hezkirin bo te

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s