Ji bo kurdên li derveyî welêt: Li hemberî kuştina jinan bêdeng nemînin!

tubaumizgin2

 Çawa kurdên li derveyî welat dikarin rê li jenosîdkirina jinên kurd bigrin?

Gelo kurdên Ewropayê çawa dikarin xebata xwe xurt bikin ji bo rawestandina an jî kêmkirina rêjeya kuştina jinên kurd.

Divê ku, ne tenê çend rewşenbîrên kurd, lê belê hemu nîvîskar, dengbêj, hunermend, mûzîkvan, romanivîs, rojnamevan, wênekêş, partî û organîzasiyonên kurdî li hemberî vê hovîtiyê qîrîneke awarte bikin.

Divê ku hemû alavên ragehandinê wek rojname, radyo, televîzyon, malperên kurdî bi şev û roj goftuguh, hevpeyvîn, program ji bo dermankirina ev nexweşiya pîs ku di nav civaka kurdî de demar û şagên xwe berdane, pêwîst e ku dermanên aktîv ji bo jiholrakirina vê nexweşiyê, bi lez, werin afrandin.

Ji bo çi kurdên li derveyî welêt?

Li welêt jin ne tenê ji aliyê mêr û civak ve têne çewsandin her wiha desthiladarên ku li Kurdsitanê hene ew jî jinan dikujin anko ti alîkarî ji bo parastina jinan nakin.

Kurdên me li derveyî welat gava ku neheqeyeke li dijî jineke kurd bibînin, divê ku bêdeng nemînin, eger hûn jinkeke ( xizma we be an jî cînara we be …) nasdikin ku rastî êrîşeke devkî anjî fîzîkî ji aliyê zilamekî (bav, bira, mêr, karsaz) hatiye, divê ku hûn polîs agahdar bikin, ev erk û delametek  li ser milê we dikeve.

Gotineke çînî dibêje: “Bi gula jî li jinê nexîne”, ev jî awayek ji şêweyên sertiyê li dijî jinan.

Ne bêjên: “ Divê ku em nekevin navbera wan, em mala wan xirab nekin”.

Bila ev mala ku evîn lê tuneye bişehte, bila ji hevdu bibin, bila trajediyên wek Tuba û Mizgînê dubare nebin.

Ne bêjên: “Emkê pêşkin, têkiliya me bi wan nîne, divê ku em xwe nekin nav pirsgirêkên mêr û jinan”. Wisa nekin, îro keça, xwuşka, dayîka filanî ye, siba dibe ya we jî.

Berî salekê kurd di nav cîhanê de pir rezîl bûn, sala bihûrî xorteke spanî ji min pirs kiribû: Tu ji ku ye?

Bi serbilindî dibêjim: Ez ji Çiyayê Kurmênc im.

Jê pirs dikim: Te bi kurdan bihîstiye?

Bersiva wî wiha bû: “Çawa min nebihîstiye, ew kesên ku li ser keça êzîdî kevir dibarandin kurd bûn, ne wisa?”.

Xuyaye em ê hîn pir di nav dunyayê de rezîl û riswa bibin.

Tuba û Mizgîn ji nav me barkirin. Lê “N” (22 salî) hîn, heya roja îro, li Ewropayê dijî. “N” sibe bi sibe, şev bi şev, di xewnên xwe de jî qala xwekuştinê dike. Bavê wê, bi awayekî rojane, rih jê dikşîne û jiyana wê dihermîne. Em jê re dibêjin: “N” qurbon, heyron, tu li Ewropayê dijî li wî kesî hov gilî bike an jî ji mal bireve, here xwe li cem navendên parastina jinan yên dewletê bimîne û jiyane xwe bidomîne. Dibêje: “Welle ê çavêmin derxîne, ê min bi debançê bikuje”.

Weke “N” bi hezaran keçên kurd li Ewropayê bi gellek şêweyan  azarê dikşînin.

Heya kengî em ê wisa roj bi roj, sal bi sal behsa jenosîdkirina jina kurd bikin.

Heyranê çavê we bim, bêdeng nemînin, berî ku hûn poşman dibin, bila wîjdana we keser û azara poşmanbûnê nekişîne.

Avestkurd – Zinar Ala

Advertisements

One thought on “Ji bo kurdên li derveyî welêt: Li hemberî kuştina jinan bêdeng nemînin!

  1. bi rastî zinaro ev tiştekî pir grîng e, lê bi nêrîna min karê herî sereke guhartina qanûn û yaseyan ê, berî demekê perlemantoya herêma fedral yaseya pirjiniyê pesnkir ev jî tundûtijî ye, pêwîste malperên kurdî rêxistin komele û her kurdek li dijî van qanên û tradîsyonelên kevneperest derkevin, ji ber çavê cîhanê nû li gelê kurd vedibe loma pêwîste em îsbat bikin ku em dikarin wek miletekî bixwe xwe îdarebikin ev tiştê wek kuştina keça êzdî ne ji rewişta kurda ye….

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s