Reportajek li ser Heskîfê an jî “Hesen!, Keyf?” di El Público de

1231267189603turquiadn

12 Çile 2009 Duşem Saat 07:02
AVESTA – Rojnamevanê spanî Eugenio García Gascón di Rojnameya El Público de li ser Bajarê Heskîfê reportajek amade kiribû.

Tirkiyê dê bajarekî xwedî 10.000 sal di bin avê de bihêle

Projeya bendava Ilisu dê ji % 10 ji enerjiya Tirkiyê biafrîne belam dê 78.000 kes ji cih û warên xwe bavêje.

Kela Heskîfê ku li ser kenarên Dîcle dimîne, dê ji ruyê erdê hile eger bendav were avakirin.

Tê plankirin ku dê heya 2013 proje wê amade be ta ku bibe mezintirîn sentralê hîdrolîk li Tirkiyê.

Eger kesek li benda avakirina bendava Ilisu nesekine şîrtketên ewropî û amêrîkî dê di 5 salan de bendavê ava bikin.

Kampaniya ku li hemberî avakirina bendavê disekine diyar dike ku ev proje bes nake ji bo pêdiviya Tirkiyê ji enerjiyê bike û pêşniyara bicîhkirina peran di enerjiyên alternatîv de dike.

Her wiha kampaniya agahdar dike ku bendav dê 78.000 kes ku li wir dijîn bêwar bike, bi sedan cihên dîrokî yên Heskîfê wê di bin gola bendava Îlisu de bimînin wek mînak: Mizgefta Elriziq, her wiha dêr û qebrên kesayetiyên dîrokî .

Di van hefteyên dawîn de dihate gotin ku li hemebrî protestokirina grûpên hawirdorê çend şîrketên ewropî xwe ji projeyê vekişandine, lê Mustafa Gundogdu ji grûpeke kurdî ya mafê mirovan  van gotinan vala derxistin.

Hikûmeta tirk diyar kiribû ku dê 30 mîlyon € bide ji bo parastina van cihên dîrokî, ev tişt acizbûna gel kêm nekir, xelkê Heskîfê dixwaze mal û warên xwe jî biparêzin.

Kela sedsala XIII (13)

Kela Heskêfê di destpêka sedsala 13 de ji aliyê malbeta Ayubî ve  hatibû avakirin. Efsaneyek kevnar heye ku koka navê heskîfê wiha şirove dike: Kesek ereb bi navê Hesen hebû  ku cezaya îdamkirinê li wî hatibû birîn. Daxwaza dawî ya Hesen berî mirinê ku ji bo cara dawîn li ser hespê xwe siwar bibe. Daxwaza hesen hate bi cîh anîn, gava Hesen di meydana sîlehan de ya kelê diçû û dihat, ji nişkê ve hesen û hespê xwe hilpekîn û ji surên kelê derbasbûn.

Di encam hilpekirinê de hesp dimire, belam Hesen bi awayekî ecêb xwe xelas dike. Xelkê ku ev buyer dîtibû bi sorprezî, bi erebî, bang kiribûn “Hesen, Keyf” anko “Hesen!, Çawa?” û wiha piştî demeke dirêj navê ev bajarê dîrokî di roja îro de bû ye Heskîf.

Di şiroveyên ku di malpera El Publico.es hatibûn kirin gelek kes xemgîniya xwe ji bo Heskîfê anîbûn ziman, yek ji wan gotibû: “Ez Berî du salan li wir bûm, bi rastî, cihekî zor xweşe. Pir hêjaye ku mirov xwarina şevê li wir û li ber kenarên Dîcle yê derbas bike, lingê xwe jî di avê de bihêle. Eger were binavkirin, vêga ev dîmen nayê dubare kirin. Qe nebe, bîranînên min bi min re dijîn û kesek nikare ji min bistîne, tenê ew kesê alman, yê ku navê wî Alzheimer dikare van bîranên xweş ji min  hilbike”.

Avestakurd – Zinar Ala

Foto:AFP

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s