Weşana Efrîn TV li ser Internetê ser xêrê be, lê …

efrintv

AVESTA – Hevalekî me ku li paytexta Bulgaryayê dijî lînka televîzyonê ji me re bi rê kiribû, me jî got ka hele em binêrin berhemên vê televîziyonê çi ne?

Di rûpela televîziyonê de tenê ev agahî tê xuyan “Efrîn tv Yekemîn Televîzyon Efrînê li ser Internêtê test”

Duh  ez rastî hevpeyvînek ligel tembûrvanekî ku behsa jiyana biliblê çiyayê kurmênc Cemîl Horo dikir, hevpeyvîn gellek baş bû.

Belam piştî hevpeyvînê vîdyoklîpek hatibû weşandin, temaşekirina wê vîdyoyê ez nexweş kirim. Di vîdyo de dengbêjeke ne bi nav û ne bi deng straneke xwe li gundên Efrînê dixwîne û li dor wî keçên laşfiroş xwe dihezandin. Ez bawer dikim ku ew keç ji Îraqê ne. Tê zanîn ku piştî êrîşa DYA bi ser Îraqê ve, gelek kes ji dijwarbûna jiyanê berê xwe dabûn Suriyê. Ji ber xizaniyê jî bi hezaran keçên îraqî neçar man ku gewdên xwe bifroşin. Zor mixabin, hinek dengbêjên kurd li efrînê di vîdyoklîpên xwe de van keçên laşfiroş bikartînin.

Îro dîsa min Efrîn TV temşe kir, ez rastî gellek vîdyoklîpên xweş hatim ji hemû deverên Kurdistanê, her wiha Şahê tembûrê cihek xweş di televîzyonê de girtiye, Bavê Selah, Brader, hwd. Ango mirov dikare bêje ku demek xweş dane hunermendên mezin.

Lê zor bidaxawa dîsa rastî vîdyoklîpek bi navê “Bikene Bikene” ku keçên laşfiroş bi kar tîne hatim.

Ji aliyek din ve em kêfxweşbûn ji ber dîtina çend vîdyoyên ku bi riya Avesta hatibûn weşandin û di Efrîn tv de jî cihê xwe digrin.

Di televîzyonê de dokument û gellek tiştên balkêş têne weşandin.

Di dawî de tenê ez dixwazin bêjim ku weşana EfrînTV hîn di testê de ye, ji ber ve yekê  hêvî dikim ku berpirsyarên vê televîzyonê vîdyoyên sexte û qirêj neweşînin an jî bila ne bêjin ku EfrînTV wê bibe ekrana çandî û hunerî ya herêma Efrînê.

Avestakurd –Zinar Ala

Efrîn tv

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s