Qedexekirina vîdyoyên Antî-Kurd di Youtube de çawa û çima? (Vîdyo)

youtube1

AVESTA – Kurd bi awayekî rojane serdana Youtubê dikin û bi dehan vîdyo tê de diweşînin, Youtube jî wek hemû berhemên teknolocî, hem roleke posîtîv dilîze hem jî nêgatîv.
Malpera Youtube di jiyana bikarhênrên Înternetê de cihekî mezin girtiye, di tesnîfa malperên cihanê de piştî Yahoo û Google Youtube di rêza sêyemîn de tê.

Youtbue ji aliyê bi hezaran kurd, bi awayekî rojane, tê ziyaret kirin û her wiha bi dehan vîdyo li ser kurd û Kurdistanê têne daliqandin. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku Youtube bû ye ekranek ji ekranên televîzyonên kurdî.

Hinek kes vîdyoyên hêja li ser çand û hunera kurdî diweşînin, hinek jî li dijî netewa kurd jehrê xwe belav dikin.

Lewma kontrolkirina vîdyoyên ku ji Youtue têne weşandin xebateke gelek girîng e, vîdyoyên ku zirarê dighînin civaka kurd divê ku werin qedexekirin.

Gava ciwanên kurd van vîdyoyên anti-kurd temaşe dikin, nerazîbûna xwe bi weşandin vîdyoyên xirab nîşand dikin, yanî ciwanên me jî fêrî çanda dijminatiyê dibin.

Bikaranîna zarokan ji aliyê destgehê aghdarkirinê û her wiha desgehên olî tişteke pir xirabe. Wek nimûne zarokê ku di xotba xwe de lanet û nefret li gelê kurd kiribû gava wan ji Selahedîn daxwaza avakirina dewleteke kurdî kiribûn. Ew vîdyo cara yekemîn li Norwêcê hatibû weşandin, Youtub vîdyo qedexe kir, belam ew vîdyo ji aliyî kesek fanatîk li şarî Granada – Spanya hatibû weşandin. Tenê bikarhênerên Youtube dikarin vê vîdyoyê ji nû ve qedexe bikin.

Ew kesê asûrî hîn di kanal wî de 2 vîdyo hene ku heqaretê li ala kurdan dike, eger hûn serdana kanala wî bikin hûn ê di vîdyoyîn wî yên favorît bi dehan vîdyo li dijî kurdan bibînin.

Mirov dikare bi hezaran vîdyo li dijî al, partî û serokên kurd bibîne, hûn dikarin bi riya motora lêgerînê ya youtube bi hêsanî van vîdyoyan bibînin.

Mînaka dawî li ser vîdyoyên ku zirarê dighînin netewa kurd ya xortekî ji başûrê Kurdistanê û li Brîtanyayê dimîne. Ev xort vîdyoyek li ser axaftina wî bi riya telefonê bi keçeke înglîz re weşandiye, di navroka vîdyo de ew bi awayekî eşkere bi hestên keça  înglîz re dilîze û bi wê dikene.

Ji bo kesên ku bixwazin dest bi paqijkirina malpera Youtube ji vîdyoyên xirab û qirêj bikin em ev vîdyo diweşînin.

Avestakurd – Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s