Yusuf Baği Kî ye?

axcik

Hevalê min Yusuf ku ev bû çend roj em bûne hevalên hev, ji  bo bloga min    kurtejiyana xwe nivîsand.

Yusuf di sala 1956 li gundê bixêdîkê ku girêdayî navenda bajarê Mêrdînê ji dayik bû ye.
Piştî du saliya xwe bavê xwe wendakir, sêwî ma li ber destê ap û amojna xwe.

Piştî şivaniya kahr û berxa destê min dar girt, di sala 1966 de e ez bûm şivanê miha. Deh sal min şivaniya miha kir.

Roj kê ez li çîyayê bagokê li ber pez bûm, çar heb cendirmê Tirk hatin çiyê çawa gîhîştin min nasname ji min xwestin.Nasnama çi halê çi. Sal 1976 Bû, gelmi gelma wan bi Tirkî. Ez ji van serwext nebûm.Min birin bajarê Mêrdînê piştî sê roja ez bûm leşker. Ne bi Tirkî zanim û ne zanim binîvîsim. Piştî çil û pênc roj nameyên ku ji min’re hatine hê ne xwendî bûn. Ez radestî tirka dikim dixwînin ez serwext nabim û kurd jî mîna min nexwendîne. Rojekê ser leşkerkî gazî min kir.
Got: “Zanîngeha leşkerî ya binavê (Ali Oqul) wê vebe tijî her bixwîn li zanîngeha leşkerî di navbera meh û nîvkê de ez hînî nîvisandin û xwendinê bûm. Ewroj û evroj min pênûs ji pêçê xwe berneda.

Bi nîvîsê rojê, bi kurteçîroka kurdî ez hatim girêdan bi pênusê ve. Ev hestekî ku mirov nikare bîne ziman, piştî bîst sal mirov hînî nîvîsandin û xwandinê bibe. Mîna kû mirovik bîst sala kor bimîn e.

Di sala 2007’ de Berhemê min a KEÇA ERMENİ AĞÇIK û MÊRDİN Û WÊJEYA ODEYİ. Jİ Weşanên Pêrî hatin belav kirin.
Ez li se xewna kuran lêkolînê dikim, Ma gelo kor xwenê tarî dibînin an ronî?
Sed mixabin di taliya jiyana xwe de ez ji welat xeyidîm?

Baldar bin helbest bi pîvane

XEYDA JI WELÊT

Masî ji deryayê xeyidî,
Her mîna ba ji çiyê.
Mûrî ji xakê xeyidî,
Her mîna ga ji mêrgê.

Mêş jî ji şahnê xeyidî,
Mînaka mar ji qulê.
Baz jî ji zinêr xeyidî,
Her mîna zarok ji diyê.

Gamêş ji girkê xeyidî,
Her mîna xezal ji xwê.
Mela ji mizgeftê xeyidî,
Her mîna keşeyê dêrê.

Qewal ji laleşê xeyidî
Û bênimêj ma ligel rojê.
Heyder ji cemê xeyidî,
Bê sewah daye çolê.

Bilbil ji şeqîfê xeyidî.
Her mîna kerwan ji riyê.
Stêr ji asoyê xeyidî.
Her mîna mindal ji diyê.

Keştî ji bênderê xeyidî,
Rotaya xwe guhert bejê.
Findik ji roniyê xeyidî,
Dîmenî date reşê.

Xweza ji rojê xeyidî,
Berê xwe date şevê.
Xak jî ji baranê xeyidî,
Ruwê xwe date bejê.

Neynûk ji pêçê xeyidî,
Her mîna reh ji xwînê.
Yar jî ji yaran xeyidîn,
Meseleya dê û dotê.

Kakil ji gûzê xeyidî,
Her mîna term û gorê.
Genim ji simbilê xeyidî,
Lê hate fena kayê.

Pênûs ji kaxezê xeyidî,
Nexşa xwe daye avê.
Av jî ji serejêrê xeyidî,
Berê xwe date çiyê.

Mejnûn ji Leylayê xeyidî,
Bi axîna şev û rojê.
Kerem ji Esliyê xeyidî,
Her mîna Mem ji Zînê.

Nêrgiz ji kaniyê xeyidî,
Her mîna gul ji avê.
Helbestvan ji welêt xeyidî.
Mînaka reh ji rewê.

Stenbol

10/03/2007

GİHA’YÊ BiN KEViR

Şaxa bê terh ü korkirî.
Kulîlka ji mêrga sorgül.
Şînîya bi av ü bühür.
Jînbe gîhayê bin kevir.

Simbil’ê ji gola başür.
külîlka nefela pel hür.
Bi xwîn a şehîdên nemir .
Jînbe gîhayê bin kevir.

Ji xwîna agît ü hogür .
Li dijberî rovî ü gür.
Ji bingeha roj ü agir.
Jîn’be gîhayê bin kevir.

Ma ne bese êdî şîn’be.
Hawa dem hat êdî jîn’be.
Serî rake derkev ji wür.
Jîn’be gîhayê bin kevir.

Gel bün simbil ketne beqê.
Vahat dema şeq ü deqê.
Êdî bese ma tü nemir.
Jînbe gîhayê bin kevir.

Bibet gülük ji güla sor
Bêhnê bide çar hawîrdor
Êdî bese zilma kevir
Şîn be gîhayê bin kevir

Bibet nêrgiz bibet beybün
Bib derdane bib şîr ü rün
Bibet tovik bibet bizir
Jîn be gîhayê bin kevir

Kevir hilda çavî vekir.
Ciwan rabün bi xür ü xür.
Bi jin bi mêr serî rakir.
Jîn’bu gîhayê bin kevir.
Kîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlî lîlîlîlîlîlîlîlîlî…
Gîha di bin kevrada namîne?


Têbînî: Ez strana Kardeş Turkler ya ku ji folklora ermeniyan hatiye wergirtin diyarî hevalê xwe Yusuf Baği dikim.

Advertisements

One thought on “Yusuf Baği Kî ye?

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s