Hevpeyvînek ligel dengbêja ciwan Evîn Beyaz

ebeyaz4.jpg

Jinên kurda bindestin.. Bindest û paş de mane… qûrban bûne di kûştinên namûsê, bûne berdêl…mîna tîştekî hatine firotin û navê vê tîcaretê jî kirine qelen…
Di alîyekî din de jî jinên kurda di nav van xizanî û problemande di dîrokê de her ber xwe dane!.. Jin di nav şer, jin di bîryarên mezin, jin di kar û barên mal û derve de jî rola girîng sitendine. Jinên gerîlla û pêşmerge di nav kurdan de gelekî normale.
Herweha jin sosinê edebîyatê ye jî… evîndarîya kurda evîndarîyên herî rengîne. Ji dîroka herî buhûrî û di virde destanên kurda bi navê jinan û evîndarîya li ser jinan de hatine xemilandin.
Nûha di holê de gelekî jin, bi hûnerên xwe tên pêşîya me.. Di Ewrûpa de sîyasetmedarin, akademîsyenin… Di welatê xwe de jî eynî. Nûha gelek keçên me konserwatuara mûzîkê qedandine, şano û vîzyonê de cîh digirin.
Her çiqes welatê me bindest be jî, tê xuya kirin kû jinên me jî di nav bindestîyê de her ber xwe dane û gîhaştine mercên gelekî girîng.
Yek ji van keçên zîrek û hûnermend û her weha jî sipehîya wî di rûwê wê de şewq dide, Evîn Beyaz e.
Evîn Beyaz di metropola Tirkî Îstenbolê memoste yî dike. Herweha ji hûnerê xwe jî dûr nakeve û di nav kurdên hûnermend de cîhê xwe ava kiriye.
Di pirtûkeke İsmail Beşikçi’de gotineke wî ya gelek xweş hebû ( kurd, beriya ku bibin kurd an dibin sosyalist an dibin olperest) di kurdan de rêz ji jinê re hatiye dayîn.

ebeyaz1.jpg

Evîn Beyaz kî ye ?
– Ez ji Bedlîsê me, mamostetiya perwerdehiya taybet dikim. Dê bibe sê saliya mamostetiya min. Min beşa şano ya Mujdat Gezen xelas kir. Ez sê salan li turku bar’an bi muzîka kurdî re mijûl bûm.
Li gorî te sitranbêjî çiye ? Bi evîna wan, bi êşên wan, bi keserên wan di kilamên xwe de cîhdayîna kurd e gelo ?

– Evîneke bê dawî ye. Rihê wê ji canê meriv, hişê wê ji dilê meriv e. Xewirîn e sitranbêjî. Di zimanê xwe de xweşik e her kilam. Stirandina kalê min e, ya ku bi hesretkêşanekê, bi dengekî fetisokî, çavên şil distira ji me re. Hîskirin e, jiyîn e û ewqas hêzdar e ku stiranbêjî dilê zordaran lerizandiye û ew ji textên wan kirine.

ebeyaz2.jpg

Li gorî te jina kurd di pêvajoya guherînê re derbas dibe gelo? Bi stiran û wêrekiya xwe armanceke te ya ji jina kurd re mînakbûnê heye? Ji mînakbûnê mexseda min bawerî û wêrekî ye?.

– Mîna Gazî ya ku di têkoşîna kurd de di 1945’an de yekîtiya jinên kurd ava kir, keça kurdan Fatmaya reş ya ku di şerê Osmanî û oris de sê sed siyarî da pey xwe û şer kir, Nesrîn Bedirxana mala Bedirxaniyan, Zarîfe Xanima ku ji eşîra Koçgiriyê bû, Fatma xatûna keça Ehmedê Kurdî yê ku di 1919’an de Koma Kurd Tealî ava kir, Rewşen Xanima ku di civîna kurdan ya netewiya ewil de ala kurdan vekir, Besê Xanim, Hafsa Xanim, û hê gelek jinên kurdan yên ku niha ez nikarim navê wan li vir bijimêrim… Di pirtûkeke İsmail Beşikçi’de gotineke wî ya gelek xweş hebû ( kurd, beriya ku bibin kurd an dibin sosyalist an dibin olperest) di kurdan de rêz ji jinê re hatiye dayîn. Demekê zarok bi navê dêyên xwe dihatin naskirin, şerê eşîran encax bi jinê dihat rawestin. Axayê eşîrê û xaqa xwe bûn, dema ku ji kurdayetiyê veqetandin, êdî jin ji xwe re biyanî ma. Divê li ser vê yekê baş were rawestin. Wêjeya vî gelî hêza herî mezin e, dewlemendiya herî mezin e. Weka jina civaka kurd. Xwezila jinê bixwe jî zaniba ku çiqas hêzdar e.
Di albuma min de 10 kilam hene. Dema min van kilamana bijartin min xwest ku ez bawerî û wêrekiyê bidim jina kurd. Heyya min ji wan gelek jî bi awayekî diyar xwendin. Wek mînak min di stirana xwe ya yek de gotiye sîngê min ji te re dermanin. Ji mêrê ku dilê wê tê de ye, dixwaze ku dest bi pêsîrên wê bide û dibêje dermanê te di vana de ye. xwestineke wisa ya jinê xwestineke xwezayî ye. Niha hûn ê bêjin ma azadiya jinê ji gotina wê ya “pêsîrên min miz bide” tê ? Erê belkî bi we pirr ji rêzê û sivik were vê bersîva min lê erê. Lewra hezkirina jinê ya laşê xwe û naskirina laşê xwe rêya azadiyê ya ewilîn e. Dema tu bi xwe zanibî wê demê tu yê werî zanîn, tu yê werî fehmkirin. Divê jin şerm neke ji laşê xwe, ji daxwaziyên xwe. Li gorî min zindiya vê cîhanê ya herî hêzdar e jin. Lê ewqas biyanî ketiye ji xwe re ku tiştek li rindbûn û hêzdarbûna xwe zêde nekiriye. Hela ku ev jin jina kurd be dev ji laşê xwe naskirinê bedrin, hê nikaribûye xwe nasbike. Him ji ber ku jin bûye him jî kurd bûye. Di şanzdeh saliye xwe de ez xebatkareke partiya kurdan ya siyasî bûm. Ji ber ku min zêde li xwe mêze diki û xwe çê dikir ez dihatim rexnekirin. Lê ez jinek bûm ji ber ku ez digirîyam min bêhêz û şihetî didîtin. Dawiyê ez evîndar bûm, her kesî evînên xwe têkiliyên xwe vedişart. Lê min eşkere dikir. Ji ber vê ez hatim tehdît kirin û ji kar hatim avêtin. Yên ku vê yeka kirin jî xwedêgiravî yên ku ji bo azadkirina gelê kurd dixebitîn. Yên ku ez nedihesibandim û digotên qey yên azad bibin, ji bilî kurdbûnê bûn her tişt.

ebeyaz3.jpg

Evîn Beyaz, mixabin li Ewropayê jî li welatê me jî gava jina kurd tê gotin kuştinên namûsê tê hişê mirovan. Li gorî te em ê çawa karibin pêşiyê li vê kirina xirab bigirin? Dem tê jinên me ji bo ku hez dikin û evîndar dibin tên kuştin. Em dikarin ramanên te bigirin di vî warî de.?

– Belê gelek xemnak e, li gorî min daxwaziya azadiya gelekî ku hê jî li jinên xwe dide û jinên wê civakê nikare xwe îfade bike daxwaziyeke vala ye. Ez bawerim şerê me bi me re ye. Bi salan e em di nava gêjgerînekê de digerin û hey digerin.
Ji sersalê û vir de kurd yekem car li Kurdistana Bakûr de bi rîya dewleta Tirkî gihaştin tv yeke bi zimanê xwe. Tu çi difikirî di vî warî de ?

– Dema ez nûh pêhesiyabûm ez gelek di bandora wê de mabûm û ya rastî ez hestewar bûm. Lewra daxwaziya salan bû û dev ji zimên berdin peyva kurd qedexe bû. Dawî ez fikirîm dewlet bi çi hesabî dike bila bike êdî zimanê kurdî hebû. Ya ku netewekê dike netew di serî de ziman e. Niha ez li dora xwe mêze dikim, tevli min her kes hewl dide ku zimanê xwe pêşva bibe. Ciwanên ku dixwazin di TRT yê de dûblajê bikin dest bi qursên zimên dikin û li gelek deran waneyên zimên hatine destpêkirin. Bi bihayê xwe jî erzanin ev qurs. Min di dibistanê de bi weliyan re nikaribû bi kurdî qise bikira lê niha ez bi kurdî diaxivim bi wan re. Niha yên ku li hember TRT6’ ê ne ji bo dengan dibêjin TRT6 kurdan asîmîle dike. Helbet em nabêjin dewlet ji bo ku bi me şewitî û ji bo me vekir û tv yek jî pirsgirêka kurd çareser nake. Lê bi çi ramanê dibe bila bibe ev gaveke erênî bû û divê em vê gavê baş binirxînin. Yên ku dibêjin ji bo rayan (deng) wisa kirin jî ji bo rayan tevdigerin. Gava em zimanê xwe zanibin dewlet yê mecbûr bimîne ku hebûna me bipejirîne. Em hinekî din jî bi zanayî û hişmendî tevbigerin em ê karibin vê yekê ber bi xwe bikişînin. Dibêjin TRT6 kurdê xwe diafirîne, belê rast e. Ma kanalên kurdan yên din jî wisa nakin. Serqisê dema klîbek diçe “Mezopotamyayê” û bi maneya erotîkbûnê tê vegerandin. Lê bi rastî ji ber ku klîbên di ramanên xwe de dixwazin wisa dikin. Divê em ji birreke nava xwe re jî hembêzên xwe vekin û destûrê bidin cûdatiyên navxweyî. Divê em kesî li derva nehêlin. Bi vî rengî divê em yekîtiyê ava bikin. Me bi salan kesên cûda negirt nava xwe me ew li derva hiştin, tune kirin lê êdî bes e divê kurd ji piyonbûnê bixelise. Li welatê kwîran yên şaş bûn siltan. Di me de jî şaş pirr in. Kurdên ku di TRT6’ê de derketin weka xaînan hatin daxûyanîkirin. Li gorî min yên ku van rexneyên giran dikin ne samîmî ne û li gorî min ferq di nava wan û dewletê de tuneye. Şivan gelek salan him jî alî dewletê va him jî ji alî PKK’yê va hate sansurkirin. Niha çima kes Şivan dernaxin Mezopotamya TV yê. Ev kêmasiyeke çawa ye. Divê êdî em yekîtiyê ava bikin. Dema em ji hev hez bikin dê hemû kes ji me hez bike. Divê em piştgiriyê bidin hunermendên ku êşên kurdan,xemên kurdan û hestên tînin ziman. Ez kurdbûna xwe ji Melayê Cizîrî, Cigerxwîn, Mihemed şêxo, Mihemed Arif Cizrawî, Ahmedê Xanî, Zarife Xanim, Leyla Qasim, mîna Qazî û hê gelek navên ku min nejimartin fêrbûm.
Ji hunermendên me yên jin ku di TRT6’ê de derdikevin re ,mixabin rexneyên giran hatin kirin. Him hunermendiya wan hate lêpirsîn û him jî ji bo ku di tv ya dewletê de kar dikin bi gotinên mezin hatin bersûcdarkirin. Tu di vî warî de çi difikirî ?

– Belê min bi fedî û keser nivîsên di derbarê wan de dîtin. Misoger ez wan qirêcî dibînim û şermezar dikim. Ji ber ku jinin û rastî van heqaretan hatin li gorî min ev bêtir qirêcî ye û li aliyekî jî ev nêrîna mêrên kurd yê li jinê jî nîşan dide. Em rûmetê nadin jinê. Nexwe em cudatiyên navxweyî jî nahebînin. Kî ye Nilufer Akbal. Li ser bîst salan e bêyî parastina grubekê muzîkjeniya kurd dike û niha hî di warê muzîka modern de di jinên kurd de bi serê xwe ye. Tim bi şêwazeke navnetewî muzîka xwe diafirîne û ji nû ve hildiberîne. Bila ji kerema xwe re hinekî din bikin em piştgiriyê bidin wan.

Jinên ku Evîn Beyaz ji xwe re mînak digire heye ?
Dema ez biçûk bûm diya min ji min re behsa Leyla Qasim dikir. Û stirana ku li ser hatibû gotin dûr û dirêj ji me re distira. Ez di Leyla Qasimê de heyrana wêrekî û bedewiyê bûm dema diçû daliqandinê wiha dihot: ” Min bi daliqînin lê vê rastiyê jî bizanibin ku bi kuştina min re bi hezaran kurd dê şiyar be. Ez kêfxweş û bextewarim ji bo ku rihê xwe di rêya azadiya kurdistanê de didim” Ez di xeyalên xwe de her tim dibûm Leyla Qasim ji bo vê yekê jî ez her tim wêrek û xweşikbûm.
Li gorî te raza serkeftinê çi ye ? Banga ku tu bixwazî bidî keçikên me yên bi muzîkê re têkildar heye ?
-Raza serkeftinê hezkirin e. Dîtina herî başiya di hemû kesî ye, bi awayekî xewirandî stiran e, wêrekiye û rind nêrîn e.
Te albûmekî amade kiriye, emê kengî guhdarî bikin stranên te?
Dîrokeke misoger tuneye niha dema derkeve haya we yê jê hebe
Ez bi navê malpera Netewe sipasîyên xwe digîhînim te, di warê hûnermendîyê û rîya jîyanê de tu her serfiraz be û rîya te vekirî be.

Ez jî sipasîya we dikim di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim, û ji malpera netewe.comê re jî temenek dirêj dixwazim.

Hevpeyvîn: Evîn Berçem

Jêder: Netewa.com – 11 Feb 2009

Advertisements

One thought on “Hevpeyvînek ligel dengbêja ciwan Evîn Beyaz

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s