Hikûmeta spanî projeyasayeke nû li dijî mihacirên nerewa amade dike

kobani

AVESTA – Kesên ku mihacirên nerewa diparêzin wê heya bi 10 hezar Euro werin cezakirin. Ev gava nû dê bandoreke negatîv li ciwanên kurd jî bike.

Ev bû demeke dirêj ku hikûmeta spanî qala reformkirina yasaya mihacirên dike ta ku rê li koça bi dizî û li mayîna kesên nerewa ser zemîna Spanya were girtin.

Îro rojnameya La Vanguardia nûçeyek di derbarê standina gaveke nû ji aliyê desthilata spanî li dijî wan kesên ku mihaciran li cem xwe dihêlin û wan diparêzin weşand.

Kesên ku penaberan li cem xwe dihêlin wê  ji 501 heya 10 hezar euro werin cezakirin.

Tê texmîn kirin ku li Spanyayê derdorê 1500 -2000 Kurd hene, di nav wan de jî gellek kesên nerewa hene, eger ev projeyasya nû were erêkirin dê gelek ciwanên kurd ziyanê bibînin, nemaze kurdên başûrê rojavaya Kurdistanê.

Tê zanîn ku bi sedan ciwanên Kurd ji bajarê Kobanî, ku li bakurê Afrîka xebata kolandina bîran dikirin (xerraze, heffare), bi dizî xwe berdabûn Spanyayê û piraniya wan bi awakî nerewa dimînin û di rewşeke xerab de jî dijîn.

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Sê ciwanên kurd ji Kobanî

Advertisements

2 thoughts on “Hikûmeta spanî projeyasayeke nû li dijî mihacirên nerewa amade dike

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s