“Pîrhebok” bi pênûsa Mistefa Reşîd

Li herêma çiyayê Kurmênc, li gundê Feqîran mala Îbê Îskanê maleka naskirî ye. Dibêjin, rojekê ji rojên Xwedê, Îbê Îskanê dema berbangê arvanê xwe bar kir ku here êş. Ew gihîşt devê geliyekî, ku av têra diherikî û li herdu aliyan kelem, giya û pûş hebû. Ji nav kelem û giyayê ber avê dengek hat guhê wî.

Deng dengê du jinan bû, ku bi hev re dipeyivîn û digotin: “Lê şengê were! Zû bike û bilezîne, em xwe bigihînin mala Îbê Îskanê, berî zarokê bûka wan çêdibe, da ku em xwe bi kevçiyê pelûlê yê pêşîn re têxin zikê wê û wê biwestînin. Piştî ku Îbê Îskanê ev dengê balkêş bihîst, di cih de serê dewarê xwe ber bi gund ve gerand û zû xwe gihande mal. Gava jê pirsîn, çima ew bi arvanê nehêrayî vegeriyaye, wî got: Ez raserî hinekan hatim û ji min re gotin, ku aş îro betal e, ew naxebite; ji lew re, ez ê sibe biçim êş. Ew zûka pirsî û got: Rewşa bûka me çawan e? Zarokê wê çêbûye yan na? Jê re gotin: Na, ew hên li ber êş û sanciyan e. Wî got: Piştî ku zarokê wê çêbû, hûnê tu xwarinê nedinê, hûnê gazî min bikin, divê ez bi destê xwe pelûlê bidim bûka me.

Gava zarokê bûkê çêbû, li gor xwerisk û pirengên me kurdan, pelûlek jê re çêkirin û rabûn bang wî kirin, ku ew pelûlê bi destê xwe bide bûkê. Ew li ber serê bûkê rûnişt, hebanek danî ber xwe, kevçî di pelûlê da kir û ew sê caran bire ber devê bûkê û anî, kevçî nexist devê bûkê, lê ew bi lez xiste hundirê wî hebanê ku amade kiribû û devê heban bi benekî kîp girêda. Ji kebaniya xwe re got: De niha werin, êdî hûn pelûlê bidin bûkê.

Lê belê, heban di cih de werimî û tijî bû. Îbê Îskanê rabû ebeyeka kizinî û şûjinek anî, heban dirand û pîrhebok ji hundirê heban derxist. Wî zûka ew girt, ebeyeka kizinî lêkir û şûjin di ber ra kir. Bi vî awayî pîrhebok hate zepilandin û nema karîbû bazde. Dibêjin ku ew pîrheboka han heft salan bi vî awayî li ba wan ma, pir kesan ew dît, wê ji wan re gelek kar û bar dikirin û bi rêdixistin.

Pîrhebokê her karek bi çelengî û pisporî dikir û wisa di nava malê de gelek dihate hezkirin; bi taybetî jî ji aliyê Îbê Iskanê ve. Di sala heftan de rewş hate guhartin. Li cihê hezkirinê, li hemberî pîrhebokê dexsî û xwezandin peyda bûbû; jinên malê ji pîrhebokê gelek dibeicîn. Di jiyana me mirovan de her gav jî wisa bûye; her carê dema li ba jinan dexsî û xwezandin peyda dibe, bobelatek li ber derî ye.

Piştî wê demê, ji pîrhebokê re êdî tehm û ceja jiyanê nemabû; ewrên reşetarî, mij û morana kizirî di asoyê jiyana wê de xuya dikirin.

Piştî heft salan pîrhebok li ber Îbê Îskanê gelek geriya û jê xwest, ku wê azad bike. Wê got: Ez jî bi mal, bi zar û xwedî me, min gelek bêriya zarok û xwediyên xwe kiriye. Tevî ku ez dizanim, dibe ku ew min bikujin, dîsa jî ez dixwazim vegerim ba xwedî û zarokên xwe. Ez ê li ber wan bigerim, ku li min biborin, lê ez nizanim, ka gelo çarenûsa min ê çi be. Li gorî zagon û xweriskên me, cezayê min kuştin e, ji ber ku divê tu kes ji cins û nijadê me tu carî çewtiyeke wek a min neke û nekeve destê mirovan; ev yek ji bo me ne rewa ye.

Gava mala Îbê îskanê ev tiştên han bihîstin, ew jî gelek li ber wê ketin û dilê wan pê şewitî. Wan jî meraq kir, ka çarenûsa wê dê çi be, ew ê bê bexşandin an bê kuştin! Gotin de baş e, em ê te azad bikin.

Pîrhebokê got: Hûnê şûşeyek zeyt bidin min û min li ber goma avê azad bikin. Ez ê xwe berdim binê avê, gava ez hatim bexşandin, ez ê zeytê birijînim, ew ê bi ser avê keve, hîngê ew nîşana bexşandina min e. Lê heke ez hatim kuştin, hîngê xwîna sor ê bi ser avê bikeve.

Roja din li ber destê sibehê, bi gizinga beyanê re, pîrhebok birin ber goma avê. Êdî dema xatirxwestinê hatibû. Bi hêsir û rondikên germ li ser hinarekên rûyan hevdu hembêz kirin û xatir ji hev xwestin. Îbê Îskanê şûjin ji ber ebeya kizinî kişand û pîrhebok azad kir. Ew zûka noqî bin avê bû û bi carekê ji ber çavan winda bû.

Piştî çend xulekan, xwîna sor bi ser avê ket…

* Li hin deveran “pîrhevok” jî tê gotin.

Jêder: Azadiya Welat

Foto: Fotonatura

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s