Ji Fransa dixwest biçe Kanadayê lê berê wî dan Suriyê

54942

AVESTA – Ehmed ciwanekî kurd ji Kobanê, ew û du hevalên xwe ji Spanya derketibûn, ji bo peydakirina jiyaneke baştir li welatên din, lê wan rastî binçavkirin û qewtandinê hatin.

Ehmedê dirêj, Redwan û Mehmûd ji rewşa penaberiyê li Spnaya ne razî bûn, xwestin ku şansa xwe li dereke din biceribînin.

Her sê ciwanan  li Fransayê hatin binçavkirin, Redwan û Mehmûd yên ku bê pasapost digeriyan hatin berdan, lê polîsê fransî dev ji Ehmed berneda, Ehmed pasporta sûrî bi xwe re rakiribu, ji ber vê yekê plan hatibu dayîn ji bo vegerandina wî ji bo Şamê. Balafira ku Ehmed lê siwar bû ye wê saateke din bigihêje paytexta sûrî.

Ehmed ji rewşa xwe yê nerewa aciz bûbû, li Spnaya bidestxistina mafê penaberiyê pir dijwar e, ji ber wê ew dixwest ku biçe Kanadayê.

Redwan û Mehmûd ji Fransa derbasî Almanya bûn û li wir hatin binçavkirin û niha di zindanê de dimînin.

Tê zanîn ku ciwanên kurd bi hezaran euro dişwitînin ta ku ji welat derkevin û werin Ewropayê, her wiha di dema vegerê de malbatên wan  bi hezaran euro didin polîsan ta ku lêdanê lê nekin.

Amadekirin: Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s