Fîlmê Yilmaz Arslan êdî disalayên sînemayê de ye (Foto û Vîdyo)

yilmaz-arslan1

Ajansa Kurdistan “Aknews” nûçeyek li ser nîşandana filmê “Birakujî” li Almanyayê weşand. Fîlmê Yilmaz Arslan dê di 27’ê adarê de li sînemayên Ewropayê ji temaşevanan re bê nîşandan. Fîlmê “Birakujî”?

Sînopsîsa fîlma”BRUDERMORD” anko Brakujî (90 deqîqe – 2005):

“Azad xoretekî kurd e dev ji welat berdide û berê xwe dide Ewropayê ji bo  ku tev birayê xwe Şemo be.

Gava Azad digihêje Almanyayê dikeve navenda penaberan, li wir rastî zarokek sêwî tê, emrê wî 9 sal in û navî wî Îbo ye, di navbera herdu zarokan de hevaltiyek mezin diafire.

Azad û Îbo rastî hovîtiya du birayên tirk tên, herdu hevalan gellek bûyerên trajîk derbas dikin”.

Fîlm xuya dike ku mirovê kurd ne tenê li welat rastî  azar û kuştinê tê, her wisa li welatê xerîbiyê dîsa êş û mirin heye.

Yilmaz Arslan di fîlma xwe de behsa gelek mijaran kiriye, xerîbî, neyartî navbera civaka kurd û tirk li Almanya, laşfiroşî, evîn….hwd.

Birakujî yekemîn fîlm di sînameya kurdî de ku xebata PKK rexne dike, Yilmaz Arslan bi riya lehengê fîlma xwe Azad rexneyên giran li şeweya xebata PKK dike.

Yilmaz Arslan xelata Leoparda zîvî di festîvala Locarno – Swîsre wergirtibû.

Têbînî: Fîlm gellek hêjayî temaşekirinê ye, fersenda temaşekirina “Brakujî” wenda nekin.

Amadekirin: Zinar Ala

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s