Konserta Aynur li “Galileo Galilei” (Foto – Vîdyo)

2

AVESTA – Di sêşema derbasbûyî de Aynur di Salaya “Galileo Galilei” de, yek ji salayên navdar li Madrîdê, konsertek li dar xistibû.

Aynur bo cara diwemîn li Madrîdê konsetek lidardixînê, ew ji aliyê wezareta Wekheviyê hatibû vexwandin ta ku beşdarî konsertên Ellas Crean anko ew diafrînin bibe, ya ku tenê jinên hunermend têde beşdar dibin.

Ji bilî stranên ku bi kurmancî, soranî û zazekî hatin xwendin, Aynur vê carê du stran bi tirkî (ji folklora elwîi) xwendin.

Piraniya kesên hazir spanî bûn, di nav wan de 10 kurd hebûn.

Piştî xwendina çend stranan, kesek spanî gazî li Aynurê kiribû ji bo xwendina “Ehmedo”, Aynur bi keneke sîrîn jê re got: Vaye Ehmedo..

Piştî xwendina Mewala Ehmedo, hemû haziran çepikên xurt ji Ayunrê re lêxistin.

Aynur strana xwe ya dawî xwend û xatir ji haziran xwest, belam aşiqên Aynurê gellek bûn, hemû li ser piyan bûn, hem çepik didan hem jî navê Aynurê dubare dikirin. Îsrara wan hîşt ku keça kurdan ji nû ve vegere ser sehneyê û dilê haziran bi straneke din şad bike.

Lehengên konsertê: Neriman Güneş Akalin (Kemançe), Cemil Koçgün ( Tembûr, baglame û gîtar ), Yasin Boyraz (Kaval, bilûr û erbane), Yilmaz Yeşilyurt (Baterî).

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Santi Gimeno

31

12

51

4

7

6

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s