Newroza Madrîdê bê Remzî Kartal hate pîroz kirin! (Foto)

Newroz

AVESTA – Duh kurdên Spanya li Madrîdê li hev kom bûbûn ji bo pîrozkirina cejna Newrozê. Lê siyasetmedarê kurd Remzî Kartal di şeva Newrozê de hazir nebû.

Duh saet 20.00 an derdorê 150 kes ( kurd û spanî) Newroza 2009 an li paytexta spaniyan pîroz kirin.

Newroz ji aliyê navenda piştgiriya Kurdistanê C.S.K (Centro de Solidaridad con el Kurdisan) hatibû organîzekirin.

Dîlana kurdan herdem li meydana bazdanê bû, hemû bi dil û can bazdidan, sloganên wek: “Bijî serok Apo” û “Bijî Kurdistan” herdem dihatin gotin.

Hemû dengbêjên şahiyê li ser birêz Ocelan û şoreşa PKK gellek stran xwendin.

Berprisiyarê C.S.K di derbarê nebeşdarbûna siyasetmedarê kurd Remzî Kartal di pîrozkirina şahiyê de axifî û got ku desthilata  spanî nehîşt ku birêz Kartal tevlî şahiya Newrozê bibe.

Dengbêj û mûzîkvanên şahiya Newrozê:

Zozan Zudem, Amed û Serhedo.

Tembûr: Xeyrî, org: Jiyan, def: Alî, zirne: Cemal.

Şahî ji aliyê Suna û Zinar hatibu pêşkêşkirin.

Ji Madrîd: Zinar Ala

Newroz

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s