Remzî Kartal hîn girtiye û li benda dadgehkirinê ye

Remzî Kartal

AVESTA – Siyasetmedarê kurd Remzî Kartal ji aliyê polîsa spanî hatibû binçavkirin û dê ji aliyê Dadgeha Netewî were dadgehkirin.

Li ser daxwaza desthilat tirk ya ku li dijî Remzî Kartal dawiya girtinê vekiribu, Polîsa antîterorîst ya Madrîdê roja sêşemê danê hêvarê birêz Remzî Kartal binçavkiribû.

Tê zanîn ku dewleta tirk Remzî Kartal weke terorîst bi nav dike ji ber têkiliyên wî bi PKK re, ji ber wê li dijî wî daxwaza girtinê li hemû dewletên cîhanê hatibû dayîn.

Polîsa spanî ji aliyê polîsa tirk bi serdana birêz Remzî Kartal ji bo Spnaya hatibu agahdarkirin. Birêz Kartal roja duşemê 23 adarê gihiştibu balafirgeha Barajas ya Madrîdê ta ku beşdarî şahiya Newrozê be. Belam di hêvara 24 ê adarê de, berî ku berê xwe bide cihê şahiyê ji aliyê polîsa antîterorîst hatibû girtin.

Li gorî navenda piştgiriya Kurdistanê C.S.K (Centro de Solidaridad con el Kurdisan), birêz Kartal di restauranteke Doner Kebab hatibû binçavkirin.

Biryara teslîmkirina birêz Kartal ji bo deshilata tirk wê ji aliyê salaya cezayê ya Dadegeha Netewî were dayîn.

Birêz Kartal li dijî biryara teslîmkirinê dikare îtîrazê bike.

Di dawî de, eger fermana teslîmkirinê were dayîn divê ku ji aliyê encûmena wezîran were erêkririn.

Amadekar: Zinar Ala

Çavkanî: Europa Press û C.S.K

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s