AVESTA / Frankfurt – Duh dadgeheke almanî berpirsiyarê PKK Muzaffer Ayata (52 salî) bi sê sal û du meh hebs ceza kiribu.
Dadgeh cezaya ku berê salekê li berpirsiyarê PKK hatibû birîn tesbît kiribû, lê vê carê ji cezaya hebsê çar meh kêm kirin.
Tê zanîn ku Muzaffer Ayata sala derbasbûyî ji aliyê dadgeha Frankfurtê bi sê sal û nîv hebs hatibû cezakirin.
Muzaffer Ayata berpisiyariya xebatên PKK li bajarên wek Frankfurt, Munich û Stuttgartê, ji tîrmeha 2005 an heya tebaxa 2006 an, li ser milê xwe girtibu.
Dadgeh dabû xuyakirin ku berpirsiyarê PKK xwestibû bi awayekî nerewa hemwelatiyên xwe derbasî zemîna Almanyayê bike.
Her wiha, Muzaffer Ayata bi bikaranîna zorê û sertiyê li dijî kurdên ku li Almanya dijîn ji bo peydakirina pereyan ji bo partiya xwe hatiye tewanbarkirin.
Amadekar: Zinar Ala