“AI” raporeke nû li ser rewşa mafê mirovan li H.Kurdistanê weşand (Foto)

rewan

AVESTA – Îro Rêxistina Efûya navnetewî (AI) raporekî bi sernivîsa (Hêvî û Tirs: Mafên mirovan li Herêma Kurdistanê li Îraqê) weşand.

Li gorî raporê, Rêxistina Efûya Navnetewî tekez dike ku hêzên ewlekariyê li Herêma Kurdistanê rêzgirtina dewleta qanûnê nakin û deshiladariya xwe bi awakî xerab bikartînin.

Rapora ku bi sernivîsa “Hope and Fear, Human rights in Kurdistan Region of Iraq” (Hêvî û Tirs: Mafên mirovan li Herêma Kurdistanê li Îraqê) hatiye weşandin, li ser bingeha lêkolîneke berfereh û hevpeyvînin ku lêkolênerên Efûya Navnetewî di serdaneke xwe de ji bo Herêma Kurdistanê çêkiribûn di sala 2008 an hate amadekirin.

Di raporê de tê diyarkirin ku haletên girtina kesan bi awakî kêfî (neqanûnî)  ji aliyê hêzên Asayîşê gellek in, hinek ji van kesên girtî hatibûn îskencekirin û hinek jî wendayî bûne û cihê wan jî ne diyar e.

Metodên îskencekirinê ku ji aliyê Asayîşê hatine bikaranînin:

– Îskencekirina bi riya elektrîkê di cihên cuda de ji  gewdên girtiyan.

– Lêdana bi destan, çûyên lestîkî û madenî, kablan, panan…. û lêdana li ser binê lingan (Feleqe).

– Mehrûmkirina girtiyan ji xewê.

Di raporê de “AI” ji Hikûmeta Herîma Kurdistanê dixwaze ku perpirsiyarên binpêkirina mafên mirovan bên muhasebekirin. Her wiha “AI” daxwaza rêzgirtin û parastina azadiya medyayê ji aliyê deshilata herêmê dike.

Her wiha “AI” di rapora xwe de behsa tundutujiyê ku li dijî jinan tê kirin, kujtina jinan bi navê namûsê, êrîşên li dijî rojnamevanan û azadiya ramanê…hwd, kiribu.

Rapora “AI” ji 57 peilk pêk hatiye û gellek wêne têde hatine weşandin.

Amadekirin: Zinar Ala

“Hope and Fear, Human rights in Kurdistan Region of Iraq” (DOC – FOTO)

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s