“Were vira ezê kurdî nîşanî te bidim”

goya-21

Avesta – Li dibistaneke seretayî ya Ornekê ya Esenyurta Stenbolê Kadîr Karadag (13 salî) xwestibû ku stranek bi kurdî bigota lê rastî lêdaneke hov hat.

Hate ragihandin ku Karadag bi hevalên xwe re xwestine starana zaroka ya bi navê ‘Bixwirîne’ bêje û ji bo vê yekê ji mamosteya xwe Ayşe Kok destûr xwestiye. Karadag bûyer wiha vegot: “Min ji re got, ‘Mamoste ez dikarim stranek kurdî bêjim’. Wê jî ji min re got ‘Were vira ez dê kurdî nîşanî te bidim’. Piştî min dît aciz bû, min lêborîna xwe xwest û ez rûniştim.

Cardin bi gotina, ‘Ez heta siyê di hejmêrim were vira’ bang li min kir. Ez jî çûm cem wê. Ji min re got tu dê kîjan stranê bêjî û min jî got stranek bi navê ‘Bixwirîne’ heye. Piştî vê 4 toqat li min xistin. Min xwest ez biçim cihê xwe di îşlikê min re girt û ez paşve kişandim. Kincên min dirandin. Min xwest ez birevim qirika min givanşt. Bêhna min derneket. Çar mist jî li rûyê min xistin. Lêva min xwîn bû. Ji min re got ‘Here li wir rawest e’. Piştre berîka min jî dirand. piştre ez giriyam û li ser vê yekê ez li erdê xistim. Li erdê jî serê min li dîwar xist. Ez rakirim cardin li dîwar xistim.

Dûvre ez derketim çûm tuvaletê û vê carê hate cem min û got ‘tu nizanî ze ji kurdî hez nakim’. Min jî got na. Lê cardin li min xist. Girte îşlikê min re û ez birim cem Mamoste Erkan û jê re got bikin gazî bavê wî bila bê vî bibe. Serê min gêj bû û dilê min rabû. Ez xwe ve çûme û ketime tuvaletê. Hevalên min ez birine nexweşxaneyê.”

Bavê Karadag, Îsmaîl Karadag jî diyar kir ku piştî bûyerê çûye dibistanê û wiha axivî: “Midûrê Dibistanê Sati Mehmet Şîmşek û hind wezîfedaran ji min re gotin, ‘Tiştek nabe. Bila lêborîna xwe bixwaze bi dawî bibe’ xwestiy bûyerê veşêrin. Mamosteyan diyar kir ku bûyer dîtine lê nexwestin şahidiyê bikin. Kurê min mexdûr bûye li vir. Ez dê çawa vî zarokî mezin bikim? Dê psîkolojiya wî çawa be, dê çawa xwe hîs bike? Ji ber ku kurd e wiha li zarokekê tê kirin. Ji ber kurd bûna xwe cezakirina zarokan lazim e? Bi kînek mezin li kurê min xistiye. Ji ber ku xwestiye stranek kurdî bêje tiştek wiha dibe. Ev zarok dê êdî çawa dibistanê bixwîne. Di mejiyê wî de tenê tiştek heye. Ew jî ji ber ku xwestiye kurdî bisitire hatiye darb kirin.”

Bi raporê darbkirin derket holêKaradag diyar kir ku şideta li kurê wî hatiye kirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoyê hatiye belgekirin û rapor standine. Karadag wiha axivî: “Ez dawiya vê mijarê bernadim. Ez dê hemû mafên xwe bikar bînim. Heta kû derê diçe bila biçe. Ez dê hemû mafên xwe bikar bînim.”
Jêder: Yeni Ozgur Politika

Foto: Tabloya ” Bi lêxistin û lêdan zarok fêrdibe ziman” ya şêwekarê spanî Francisco De   Goya

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s