Li Helebê: Mîro bi awakî pir hov dawî li jiyana Nezîhetê anî bû

AVESTA – Duh danê êvarê li taxa Şêxmeqsûdê Rojava, ciwanê (17) salî Mîro derbasî mala dotmama xwe Nezîhet (43) salî bûbû û kiryarên hovane pêk anî bû.

Samêr (22 salî) kurê mêre Nezîhet ya ku nû wefat bû ye û tîfaqeke diravî li gel Mîro danîbu. Samêr piştî belavkirina milkê bavê xwe wê 100 hezar kagetên sûrî (1600 €) bide Mîro ji bo kuştina Nezîhetê.

Duh danê êvarê Mîro berê xwe dabu mala dotmama xwe û hewildabu ku bi zorê seksê pê re çêbike, lê Nezîhat  li berxwe dide û nahêle ku nêzîkî wê bibe.

Mîro kêra xwe dikşîne û neh caran li serê, sîngê û deverên cuda ji gewdê Nezîhetê dixîne.

Piştre agir bi mal dide û direve, agir bi mal dikeve û piştî demekê ekîpa agirkuj tê cihê buyerê û agir dimrîne lê diyar dibe ku agir nagihabu textê ku Nezîhet li ser hatibu kuştin û laşê wê sag mabu.

Mîro di aynî şevê de ji aliyê polîsê ve tê girtin û piştî “lêpirsîneke” demkin, Mîro qala tîfaqa ku di navbera wî û Samêr hatibu dayîn. Li aliyê din Samêr jî bi guneha xwe îtîraf kiribu û behsa kujtina jina bavê xwe ji ber sedemeke exlaqî kiribu.

Tê zanîn ku taxa Şêxmeqsûdê rojava yek ji taxên Helebê yên herî marjînal e û piraniya xelkê wê taxê kurd in.

Amadekirin: Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s