Di hefteyekê de du kes ji Çiyayê Kurmênc xwe şewitandin

ŞewatAVESTA – Hate ragihandin ku Ebdulrehîm (34) salî jiber şewatên giran di canê xwe xwe de jiyana xwe ji dest dabu, her wiha jineke bi navê Oş (63) salî agir berdabu canê xwe û wefat bû.

Ebdulrehîm zewcî ye û bavê çar zarokaye  agir bi beden û mala xwe ya li Efrînê  xistibu û 20 saetan li nexweşxaniya Elrazî ya Helebê mabû û piştre jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî çavkaniya Aksalser Ebdulrehîm bi Epîlepsî* ketibu, her wiha problemên wî yên psîkolojîk hebûn.

Li aliyê din jineke bi navê Oş li gundê Qestelê girêdayî navçeya Şeranê di sêşema derbasbuyî de agir berdabu canê xwe û di cih de miribu, gundiyan ji Aksalser re gotibûn ku berî du salan celta mêjî li Oşê xistibu û bi neweşiyên neurolojîk ketibu.

Her wiha, di adara bihurî de xortekî bi navê Mistefa Berkel (21 sal – Kobanî) li taxa Şêxmeqsûdê li Helebê di mala xwe de xwe daliqandibu. Mistefa Berkel felsefe li zanîngeha Helebê dixwend, medya sûrî nivîsandibu ku Mistefa ji ver neserketina xwe di xwedinê de xwe daliqandibu, her wiha egera întîharê ji ber sedemên evînî derketibu rojevê .

Her wisa hate zanîn ku di meha bihurî de heyşt kes li helebê dawî li jiyana xwe anîbûn.

Amadekar: Zinar Ala

* Ji Wîkîpedia: Epîlepsî yek ji nexweşiyên neurolojîk e. Ji sedemên tevlîhev ên mejî tê. Zêdebûna elektrîkê di fonksiyonên mejî û xerabûn di têkiliyên navbera beşên mejî bingeh in. Di hinek mînakan de sedî sed sedem û çareserî nayê zanîn. Nexweşî xwe bi krîzên nebirêkûpêk ên ji nişka ve rûdidin dide der. Pirranî nexweş bo demekê ji hişarê dikeve, jixweve diçe. Di hin mînakan de dipelpite û kef ji dev tê.

Li Kurdistanê di krizên epîlepsiyê de pîvazê didin ber pozê nexweş daku li hişarê vegere. Ev rêbaz çendîn bikêr e nayê zanîn.

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s