Xetîb Dicle: “Şerm e ku 14 partiyên kurd li Suriyê hebin”

xetib-dicle

AVESTA – Parlamenterê berê yê DEP Xetîb Dicle ji malpera Peiwar re axivî û bersiv dan pirsên malperê.

Nûçegîhanê malpera Peiwar yê ku weşana xwe bi erebî dike rastî Parlamenterê berê yê DEP Xetîb Dicle li Amedê hat û ligel wî hevpeyvîneke kurt çêkiribu.

Xetîb Dicle behsa serkeftinên dawî yên DTP di hilbijartinên bajêrvaniyê, her wiha Dicle gotibu: “Em bi hêvî ne ku em di hilbijartinên parlamanê serkeftinê qezenc bikin û hejmara parlamenterên kurd ji 21 bilidn bikin heya 50 parlementer.

Siyasetmedarê kurd ji Peiwar e dibêje: “Hikûmeta tirk gavên pir posîtîv avêtine wek vekirina TRT6 û dibstanên taybet, Hikûmet êdî me di nexşeya xwe ya polîtk de dibîne û em dibînin ku ew amade ye ku bi me re diyalogeke cidî bike…

Di hevpeyvînê de Dicle behsa serdaneke xwe ji bo başûrê rojavaya Kurdistanê kir: “Min di sala 1981an serdana Qamişlo kiribu, min dît ku kurd di xizniyê de dijîn lê li aliyê din rewşa birayên me yên xirstiyan gellek baş bû”

Di wê serdanê de Dicle bi alîkariya Selah Bedredîn derbasî lobnanê bûn û beşdarî kampên hevbeş ji bo amadekirina leşkerî ligel tevgera Fethê (Tevgera azadkirina Felestînê) bûn.

Dicle ji hejmara partiyên kurd li Suriyê mat dimîne û dibêje: “Şerm e ku ev tişt biqewime… ez nabêjim ku divê ku bibin yek lê qet nebe gereke ku bibin eneyeke yekgirtî û li şûna rewşa perçebûnê divê ku serokatiyên xwe yek bikin”.

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Peiwar

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s