Iniesta deriyên Romayê ji “El Barça” re vekir (Vîdyo)

iniestaa

Avesta – Li stadyuma Stomford Bridje li Londonê, lîstikvanên tîma katalan bûn mêvanên înglîzan û rê li beşdarbûna Tîma Chelsea di fînala lîga şampiyonên Ewropayê qot kirin.

Encama matçê wiha bû:

Chelsea 1 – F.C Barcelona 1

Chelsea  di deqîqeya 9an de golek bi riya Essien avêt  û kete  pêşiya tîma katalan.

Lê lîstîkvanên Barcelona herdem êrîş dibirin ser deriya Chelsea û hêviyên xwe ji bo bidestxistina golekî wenda nekirin.

Di deqeya 93an stêrkê tîma F.C Barcelona yê arjantînî Messi gokê derbasî Andres Iniesta dike, Iniesta ji aliyê xwe ve gokê weke qurşînek davêje û dixe nav sêstûnên tîma Chelsea

Iniesta tîma xwe ji mirinê vejand, her wiha xelkê Katalunya û hemû hezkiriyên “El Braça” li çar aliyên cîhanê dilxweş kirin.

Bi vê encamê F.C Barcelona û Mancheter United di fînala lîga şampiyonên Ewropayê di 27 gulanê de li Romayê tên cem hev.

Gelo listîkvanên tîma katalan wê dîsa dilê înglîzan xemgîn bikin û Kopaya Şampiyonên Ewropayê bi dest bixin an jî listîkvanên Mancheter United wê heyfa Chelsea ji tîma Barcelona hilînin û bibin lehengên Ewropayê?

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: La Vanguardia.es

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s