Efrîn êdî nake “xum e-xuş” (Vîdyo)

Efrîn

Avesta – Malpera Tharwa nûçeyek li ser rewşa metirsîdar û xerab ya çemê Efrînê weşand…

Çemê Efrîn*, ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dîlokê (Entabê) hildavêje, li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Ava Reş dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê (Hetayê), dikevin Derya Sipî.

Rewşa çemê Efrînê ne di ti halî de ye

– Çemê efrînê edî  tenê xwedî navekî li ser nexşeyê, çema îro ne wek ya berê ye.

– Di Çemê de gellek tişt tên avêtin wek  jibermayînên malan û yên herêma pêşesazî (endustrî) , her wiha çem bi jibermayînên  maseryên zeytûnan tê herimandin.

– Nûçegîhanê Tharwa dinvisîne ku xwediyên resturantan hema jibermayînin restaurantê davêjin çemê,  di bin pirê de jî gellek gemar û qirêjî kom dibin.

“Efrîn hato qirêj û reş e”

Dengbêjê navdar li Çiyayê Kurmênc Ednan Dilbirîn straneke xweş li ser çemê Efrînê distra:

Efrîn hato xum e xuş e

herî sor û bi qal û qirş e

xeber hatî ji yara min e

dibên yara te nexweş e

Gelo eger dengbêjê nemir Ednan Dilbirîn di jînê de ba wê li ser çemê Efînê çi bigota?

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: Nados

* Wikipedia

VÎDYO

Advertisements

2 thoughts on “Efrîn êdî nake “xum e-xuş” (Vîdyo)

  1. ji kerma we ger imkan habe ev stran mp3 bixazim ez li efrine dijim ji ber li syria imkan tuna ye bi visa caed tu krin cebike
    sipas ji bu akhdari ye we

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s