AICR: Darçîn ji hêrsbûn û qehrê re baş e

Darçîn

Li DYA Enstituya vekolana pençeşêrê (AICR) vekolînek kirine, ku kîjan lem-xwarin ji bona mirov başe, kîjan bi kêrî mirov tê û kîjan temenê mîrov dirêj dike.

Li gor vê Enstîtuyê çend lem-xwarin:

Behîv: Rojê 30-40 gram. behîv bixwin. Behîv ji rûnê Omega-3’an ve pirr dewlemende, kolestrola xerab (LDL) kêm dike. Behîv, nahêle ku damarên mîrov bixetime, dil ê mirov diparêze…

Qahwê: Rojê fincanek-du finacan qehwe vexun, ku rîska nexweşîya parkînsonê kêmtir bike. Di qehwêde kafein heye, ku kafein jî qelewbûna mîrovan kêmtir dike. Lê belê pêwîste ku qehwe bi şîr bê vexwarin, da ku kalsîyûma laşê mîrov biparêze, ku hestîyê mîrov lawaz nebe.

Darçîn: Ji gelek nexweşîyan re başe, ku mîrov darçînê bixwe. Darçîn divê bi şêranî yê re bê xwarin, ger nebe kevçîyakî çay tija darçîn bikin û bera nav avêdin, tevbidin-lihevxin û vexun. Darçîn, şekerê xwînê serrast dike, ji hêrsbûn û qehrê re başe, ku mîrov rehet bibe.

Patat: Dîsa li gor vekolîneke din, patat di nava 100 xwarinên herî başde di rêza 17’an de cîh digre.Patat, bi ‘antioksîdan’î ve xwarinek pirr dewlemende. Riska qrîza dil kêm dike. Lê belê pêwîste ku mîrov patatê kelandî bixwe.

Zety: Zeyt, rîska pençeşêrê kêm dike. Divê rojê bi qasi nîv qedeha çay zeyt bê xwarin-vexwarin, da ku kolestrola baş-rind zêde bike, ku ev jî xeterîya qirîza dil kêmtir dike. Dîsa maddeya “80xodG” ku xesarê dide rêya mîza mîrov, lê zeyt li dijî vê maddeyê tê dikoşe û vê kêm dike.

Çay: Çaya reş jî û ya kesk jî, ji bona pençeşê başe, bi taybet ji bona jina, ku ‘pençeşêra malzaroka’ bi wan re çê dibe, çay jî vê xeterê kêmtir dike. Her wiha ji pençeşêra sîngê, ji alzhaymirê, ji qirîza dil re wek derman bi kêrî mîrovan tê. …

Mamedê Dêrîkî / Netewe

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s