Eger aştî nebe wê seks jî tunebe!

untitled

Avesta – Bi riya mesajên internetê weke “Delalê min, îro dor nehatiye. Sex wê tuenebe heya ku tu bizanî çawa welat bi rêve bibî”, jinên Kenya li hemberî siyasetmedarên welêt bûn yek.

Di sala bihorî de 1500 kes hatibûn kujtin û 300 hezar kes ji warên xwe hatibûn bi dûr xistin ji ber krîza siyasî ku di navbera serokê welêt Kibaki û serokwezîrê wî Raila Odinga rû dabu, lê heya niha ev nelihevhatina siyasî berdewam e. Vêca berî 2 heftan jinên kenya hewl dabûn bi riya însiyativeke balkêş zextê û zorê li siyasetmedaran bikin ji bo bidawîkirina vê krîzê.

Jinên Kenya biryara Girêva Seksê bo heft rojan dabûn, wan biryar dabûn ku ewê şûrên xwe di texta hevjîniyê de danaxînin heya ku serokê welêt û serokwezîrê wî bi hevre rûnin û aştiyê pêk bînin.

John yek ji wan zilamên ku di dema vegera xwe ji bo malê rastî grêva “şeqên girtî” hatibu. John hestên xwe, di derbarê vê grevê de, wiha tîna ziman: “Min bawer nedikir, bêaqiliya jina xwe min fam nedikir”. John wisa berdewam dike: “Seks li Kenya wek xwarina nanê rojane ye, em nikarin bijîn bê wî”.

Grêva sksê gihîşte textê serokwezîr jî

Îda, hevsera serokwezîr, tekez dike: Ji destpêkêde ez tevlî girêvê bûm ji botêvedana lîderên siyasî bo pêkanîna aşîtiyê. Îda nexwest ku behsa reaksiyona serokwezîr li ser mehrûmkirina wî ji seksê bike. Bema ew diyar kiribu ku piştî sê rojan ji boykota wê jihevserê xwe re, ew li gel serokî welêt civiya, tiştekî ku ji zû de çê nebûye.

Ne hemû mêr li hemberî daxwaza jinan serî ditewînin

Peter, yê ku piyala whisky bi dest de bû û li matşa lîgayê li Pub (bar) temaşe dikir, nerîna xwe di derbarê grêvê wiha tîne ziman: “Ev boykot ji aliyê jinên pîr û pîsik, ku bêmêr mane û ji zû de seks nekirine, hatiye organîzekirin. Eger jina min jî wisa bike, ezê di çend rojan de jina diwem peyda bikim”.

Tê zanîn, li kenya pirjiniyê tiştekî normal e, medya local li Kenya behsa hevjîniya serok Kibaki ji du jinan re kiribu, lê Kibaki di adara bihorî de ev nûçe di civîneke çapemenî de red kiribu.

Amadekirin: Zinar Ala

Çavkanî: El Mundo.es

Foto: Efe

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s