Par Şiyarê Kobanî bû îsal jî Şiyarê Efrînî ye

Şiyar

Avesta – Roja 12 gulanê hêzên ewlekariya siyasî li Helebê laşê gerîlayê PKKê ji dest malbatê girtin û nexwestin ku radestî malbatê bikin ji bo binaxkirina wî.

Di sibeya roja sêşema bihorî de, malbat Şiyar laşê wî ji derya Elselame, ji Tirkiyê derbasî Suriyê kiribûn, belam hêzên ewlekariya siyasî li benda wan bûn û laşê Şiyar ji destê wan girtin.

Hêzên ewlekariya siyasî nepejrandin ku laşê şiyar teslîmî malbatê bikin, tenê di bin mercê ku di dema binaxkirina wî de tenê malbat hazir bibe, bêyî ku ew mersimên ku PKKê çêdike di dema veşartina şervanên xwe de bên lidarxistin.

Cuma Şêx, yê ku di nav PKK de weke Şiyarê Efrînî dihat binavkirin, di şerên dawî ku li Dêrsimê rû dabûn jiyana xwe ji dest dabû.

Di roja 11 gulanê de jî laşê wî radestî nexweşxaneya hikûmetê li Dêrsimê kirin.

Li gorî malpera Tharwa laşê Şiyar hîn li cem hêzên ewlekariya siyasî dimîne.

Tê zanîn ku di mijdara derbasbûyî de dîsa hêzên ewlekariya siyasî laşê gerîlayekî PKKê Şiyarê Kobanî li cem xwe girtibûn.

Amadekar: Zinar Ala

Çavkanî: Tharwa

Deshilatdarên Sûrî laşe Şiyar Kobanî ji malbeta wî standin

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s