Piştî 26 sal şer Pilingên Tamîl çekên xwe danîn

Avesta – Gerîlayên Eniya Azadiya Zemîna Tamîl (Pilingên Tamîl) li hemberî hêzên artîşa Srî Lanaka yê teslîm bûn û “dawiya tal” ji şerê ku 26 sal li berxwe dabû îlan kirin.

Tevgera Pilingên Tamîl  di daxuyaniya xwe de soz dabû ku çekên xwe bêdeng bike ji bo parastina xelkê sivîl ji êrîşên nû yê artêşa Srî Lanka yê.

Selvarajah Pathmanathan perpirsyarê têkiliyên derveyî a Pilingên Tamîl  destnîşankir: “Şer gihîşte asta dawaiya tal. Opsiyoneke din li ba me tune bû: Bidawîkirina hiceta dijiminê me  ji bo qirkirina xelkê me. Emê çekên xwe bêdeng bikin”.

Amadekirin: Zinar Ala

Şîrove û nêrînên we