Îmamên Îndenosiya “Facebook” pejirandin lê merc danîn

Kurd

 Avesta – 700 îmamên îndenosî bikaranîna tora civakî ya herî navdar “Facebook” pejirandin lê çend şert danîn.

Li gorî mercên hatine dayîn ji aliyê oldarên Îndenosiya:

Bikarhênerên Facebook divê ku berpirsiyar bin.

Facebook  divê ku ji bo damezrandina têkiliyên “nerewa” navbera keç û lawan neyê bikaranîn.

Bikarhênerên Facebook  divê ku derewan belav nekin.

Tê zanîn ku Facebook li gellek welatan polemîk çêkirina, hin car bikarhênerên Facebook nûçeyên  derew, yan jî bi mebesta mîzahê, û wêneyên prîvat diweşînin. Ev jî dibe sedema şer û tevliheviyê.

Hin car jî Facebook mirovan ji mirinê xelas dike, weke ku berî demekê qewimîbu gava xortek bi riya Facebook nameyek hîşt û got ewê întîhar bike, lê hevala wî di Facebook de nameya wî xwend û di cih de polîsan agahdar kiribu.

Piştî  demekî kin, polîs ciwanê 16 salî bi cih kiribu, lê ew bêheş bû, gellek hebe vexwaribûn, wî rakirin nexweşxaneyê û ji mirinê xelas kirin.

Hêjayî gotinê ye ku kurd jî di facebook de cihê xwe girtine, bi hezaran ciwanên kurd ji hemû deverên cîhanê têkiliyan bi hevre datînin, her wiha çend  nivîskar û  dengbêjên kurd jî xwe di Facebook de qeyd kirine.

Lê hebûna kurdan li ser Facebook gellek qels û lewaz e, ango gava kesek kampaniyek ji bo piştgirya doza kurdan çêdike, kesên ku beşdarî vê kampanyayê dibin gellek hindik in. Wek mînak  di wêneya manşêtê de ku me ji Facebook wergirtiye, ew ya grûpê hezkiriyên zimanê kurdî ne. Belam  hejmara wê grûpê nagihêje 2700 kesan, di nav wan de jî kesên ne kurd hene.

Amadekirin: Zinar Ala

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s