Kurdên Helebê û Şeva Newrozê (Vîdyo)

Zinar Ala - Ciudad Real

Kurdên Helebê

Tê zanîn ku gellek kurd di bîst salên dawîn de, bi mebesta başkirina rewşa jiyana xwe û ji bo bidesxistina dibistanên baş ji bo xwendina zarokên xwe,  ji gund û bajarên xwe koç kirin û berê xwe dabûn bajara diwemîn li Suriyê.

Piraniya Kurdên Helebê ji herêmên Bab, Kobanî û Çiyayê Kurmênc pêk tên, her wiha gellek kurd ji Cizîrê (Qamişlo, Tirpasipî, Dêrîk, Serêkanî, Amûde, Êndîwar, Gira spî, Hisçe) li Helebê dijîn, nemaze ku beşekî baş ji xwendekarên zanîngeha Helebê kurdên cizîrê ne , gellek ji wan jî piştî qedandina xwendina xwe li Helebê dimînin, hinek ji ber zewaca bi kurdên Efrîn û Kobanî re, hinek jî ji bo xebatên xwe.

Tê zanîn ku li Suriyê  derdorê 300 hezar kurd bê nasname ne, yên bi nasname jî weke erebên Suriyê, ji aliyê deshilatê, tên dîtin. Ji ber wê eger mirov bixwaze hejmara kurdên Helebê nas bike wê rastî dijwariyeke mezin were, her wiha di xebata jimartina kurdan de metirsiya binçavkirinê derdikeve holê.

Li gorî statîstîka qeyda sivîl ya 2006 an  hejmara xelkê Herêma Kobanî zêdeyî 460.000 kes bûn

Li gorî statîstîka qeyda sivîl ya 2007 an hejmara xelkê Herêma Çiyayê Kurmênc nêzîkî 470.000 kes bûn.

Beşekî mezin jî ji xelkê herdu herêman li Helebê bi cih û war bûne, lê gellek zor e ku  bê naskirin  hejmara wan li Helebê çiqasa ye.

Şeva Newrozê

Weke tê zanîn ku kurdên Helebê di Newroza bihorî de li taxa Eleşrefiyê li hemberî hêzên ewlekariyê serî hildan, gellek birîndar hebûn, û bi dehan kes hatin binçavkirin û heya niha jî gellek ji wan di zindanê de dimînin.

Di “Xwepêşandana Mûman- 2008” de ya ku li Taxa Eleşrefiyê rû dabu, Kurd  li hemberî hêzên ewlekariyê bi yek deng, bi erebî, bang kiribûn:

“Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e”!

Tiştê balkêş di xwepêşandanên şeva Newrozê de ku kurd tenê di vê şevê pîroz de dibin yek, ji nişka ve hemû partiyên kurd dihelin û alîgirên wan dibin yek. Hinek dibêjin “Bijî Ocalan”, hinek jî hez nakin ku bêjin bijî Ocalan û bang dikin “Bijî Kurdistan”. Belam hemû bi hevre li hemberî hêzên ewlekariyê dibin yek.

Lê gava şev diçe û roj derdikeve, her partiyek konek ji xwe re vedigre, şahiya Newrozê ligel alîgirên xwe pîroz dike û li ser kêfa dilê xwe bijî û bijî dike.

Zinar Ala

 


Advertisements

3 thoughts on “Kurdên Helebê û Şeva Newrozê (Vîdyo)

  1. Eyer ateş olsan düştuğın yeri yakarsın CONTÜRK
    Ku tu bı agırbe tu dıkare şuna quna xwe bı sutina Tırké barbar.
    azadi u yekıtı jıbo kurdén Cihané u kurdén Helabé.
    serketın jıbo hewvalé héja
    Zınar ala

  2. merak etme yusuf bagi piç eger müslümanlıgı ve türklügü istemiyosan neden ismin yusuf siktir gitlan bu topraklara ayagını basma ismini piç yap hain köpek sahipsiz daha bi karış topragın yok hiçbir zamanda olamıycak sen rüyanda
    görürsün sen yaz buraya ama bende sizlere yazcam ama ne olur sen bu siteye çok gir bana yardımcı ol lütfen sahipsiz

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s