Avesta – Bo cara yekemîn û piştî kujtina serokê wan bi heftakê Gerîlayên Eniya Azadkirina Zemîna Tamîl (Pilingên Tamîl) di belavokekî xwe de mirina serokê xwe pejirandin.
Pilingên Tamîl di daxuyaninya xwe de gotibûn ku serokê wan Velupillai Prabhakaran “Yê wek wî tune bûn şehadetê bi dest xist” û hefteyek şînî ji bo giyanê wî îlan kirin.
Tê zanîn ku berî heft rojan Hikûmet Srî Lanka dîmenên laşê lîderê Pilingên Tamîl Vellupillai Prabhakaran bi riya televîzyona fermî weşandibûn û dabu xuya kirin ku Vellupillai Prabhakaran hate kujtin gava hewla revê dikir dema êrîşa dawî li ser wargehên Pilingên Tamîlê.
Amadekar: Zinar Ala
Çavkanî: BBC