France 24 serdana “zindana” Hoşeng Osî kir (Hevpeyvîn)

France 24 serdana "zindana" Hoşeng Osî kir (Hevpeyvîn)
France 24 serdana "zindana" Hoşeng Osî kir (Hevpeyvîn)

Avesta – Di meha bihorî de Televîzyona fransî “France 24” serdana rojnamevanê kurd Hoşeng Osî kir û di derbarê zerf û mercên xebata wî de hevpyvînek çêkir.

Kurtiya hevpeyvînê:

– France 24: Ev bû sê mehan ku Rojnamevanê kurd li cihekî navbera Suriyê û Libnanê xwe veşartiye. Di bin mercên ne îdeal  ji bo nivîsandina gotaran, li ser pirsa kurdan û rewşa siyasî li Suriyê, dijî.

Hoşeng ji France 24 re dibêje: “Di gellek caran de Hêzên Elmuxabarat (endamên sîxûriyê)  lêpirsîn bi min re çêkirin. Ez temî kirim ji  bo rawestandina gotarên bi vî rengî, ew gotin dibe ku ji te re pirsgirêkan çêkin. Her wiha destnîşankirin ku dibe ku ez gellek wext di zindanê de derbas bikim.

France 24: Ji ber ku Hoşeng kesek ji hindiknetewa kurd li Suriyê  pasaporta wî tune ye, ji ber wê ew nikare ji zemîna Suriyê derkeve.

Luqman, Birayê Hoşeng yê jê biçûktir, qisaweta birayê xwe dikşîne û dixwaze alîkariya wî bike. Îro ew çend hevalan vexwandine malê ji bo şikandina rotîna monoton ku Hoşeng herroj dijî. Ew xwe dike nav metirsiyê, ji birayê xwe re tiştan tîne û planan çêdike ji peydakirina cihekî nû ji bo veşartin birayê xwe, dibêje:” Ez gotaran dixim nav USB û ji Café net dişînim ji bo rojnamevanên biyanî re”

Hoşeng ji France 24 re dibêje: “Ev tiştekî ku ez di xwe de dibînim, ji nivîsandinê hezdikim, hezdikim nirîna xwe  li ser tiştan bidim, ez vê yekê weke talentekî di xwe de dibînim”

Hoşeng dixwaze bi riya nivîsên xwe balê bikşîne ser rewşa xwe, dibêje: “Ev jî erkek ne hêsan e” û behsa buyerkî ku li qehweyekê li paytexta Suriyê derbas kiribu dike, dema ku  rojnamevanek li qehwexaneya Şamê hevpeyvîn pê re çêdikir, hemwelatiyek rabu telefon polîs kir û ji wan re gotibu: “Werin Werin ez rastî tiştekî metirsîdar hatime”

France 24: Di qisekirina çîroka xwe de ji cîhanê re, Hoşeng hêvî dike ku bikaribe ji veşartîbûnê derkeve, her wiha ji xelkê dixwaze ku guhên xwe bidin wan kesên ku hatine bêdengkirin. Niha li Suriyê neh rojnamevan di girtîgehê de ne.

Amadekirin: Zinar Ala

VÎDYO

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s