Google û Facebook law ji dayîka dilşewitî re vegerandin

BBCAvesta – Dayîka Brîtanî ku 27 sal lawê xwe wendakiriye, bi saya Google û Facebook lawê xwe dît.

Dîsa motora lêgerînê a herî  navdar Google  û malpera torên civakî yê herî naskirî Facebook sorprezeke nû an jî mirov dikare bêje mucîzeyeke nû pêkanîn.

Avril Grube temen 62 salî berê 27 sal ji hevserê xwe yê hungarî veqetiyabû lê di nav wan de zarokek hebû, hevserê wê zarok revand û bi xwe re biribu Hungariya.

Dayîka kezebşewitî gellek hewldan kiribu ji bo dîtina lawê xwe lê ti çare nedîtibu.

Di adara bihorî de xwûşka Avril Grube navê xwarziya xwe Gavin Paros di motora lêgerînê ya Google de nivîsandibu û rastî encameke balkêş hatibu, ew jî hesaba xwarziyê wê di Facebook de bû. Di cih de li ser lînka hesaba wî tikand  û di perfîla wî de dihat xuya kirin ku ew li bajarê Liverpool ji dayîk bûye û navê diya wî jî  têde weşandîbu.

Piştre têkilî bi hevre danîn, dayîk jî bi riya telefonê û bi alîkariya wergêrekî bi lawê xwe re axivî.

Piştî 27 sal ji dûrbûnê Avril Grube lawê xwe, bo cara yekemîn, di vê hevteyê de hemêz kir.

Amadekirin: Zinar Ala

Foto: BBC

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s