Avesta – Karkerê bolîvî Franns Rilles Melgar ê ku berî du heftan milê xwe di makîneya çêkirina hevîrê wenda kiribu dê mafê rûniştinê bi dest bixe.
Tê zanîn ku karkerê bolîvî di dema kar de rastî rudanekê hat û milê xwe yê çepê di makîneya çêkirina hevîrê hatibi qot kirin.
Li hemberî helwesta hov ya karsazên spanî hikûmeta spanî biryar da ji bo rewakirina rewşa rûniştinê ya karkerê bolîvî.
Cîgera serokwezîrê Spanya María Teresa Fernández de la Vega di civînek çapemenî de diyar kiribu ku hikumeta xwe biryar da ji bo rewakirin mayîna karkerê bolîvî li ser zemîna spanî ji ber sedemên ne normal.
Berê vê jî bi sê salan ciwaneke senegalî bi navê Elû ku xwe kiribu xeterê ji bo xelaskirina zarokeke spanî ji maseyeke mezin li ber kenara derya spî li bajarê Alicante (Valencia). Xortê senegalî ji ber helwesta xwe a wêrek mafê rûniştuin û xebatê wergirtibu.
Amadekar: Zinar Ala
Hovîtiya karsazên spanî di derheqê karkerekî bolîvî de (Vîdyo)