Derhênerê “Leşkerên Saddam” dê fîlmê Şêx Seîd jî çêbike (Vîdyo)

Derhêner Gani Rüzgar Şawata yê ku herî dawî bi filmê “Saddam’ın Askerleri” (Leşkerên Saddam) hate rojevê got, di demên nêzîk de…

hemû filmên wî dê binavê Herêma Kurdistanê bêne nîşandayîn. Şewata got, ewê filmê Şêx Seîd, yê Bediuzeman Seîdê Nursî û yê Kerbelayê çêbike.

Gani Rüzgar Şavata

Gani Rüzgar Şawata pirsên AKnewsê bersivandin û got wî bi Wezîrê Kulturê yê Herêma Kurdistanê re hevdîtinek çêkiriye. Ji Kakeyî re gotiye ku, filmên ku heya niha kişandine dixwaze bi navê Herêma Kurdistanê bi de nîşandan û têkevin festîvalên navneteweyî û ev pêşniyara wi ji hela Kakeyî ve hatîye qebûl kirin.

Di mehên Tirmehê û Tebaxê de, li Hewlêr û Silêmaniyê di parkên vekirî de ewê filmên xwe bê pere bide temaşekirin û ji rayedaran xwestiye ku filmên ku heya niha kişandine di televizyonên Herêmê de bêne nîşandayîn. Şawata got, ew ji televizyonan tu tiştekî madî nexwaze.

Gani Rüzgar Şawata got, filmê “Saddamın Askerleri” wê di meha Tirmehê an jî Tebaxê de bîne pêşberî gel û derbarê filmê mijara gotine wiha axivî:

“Me filmê wek berhema Tirk-Îran-Irakê çekirin. di 60 bajaran de hate nîşandayîn. Hate sansurkirin û şerta 18 salî hate dayîn lê dîsa jî ji hêla 200 hezar kes ve hate temaşekirin. Ez bawerim ku wê di festivalên cîhanî de xelatan bîne. Ji ber ku mafdariye berxwedana gelê Kurd nîşan dide. Ez bawerim ku gelên mazlum dê xwe di vê filmê de bibînin.”

Di demên pêş me de, ew dixwaze ku filmê Serokê Berxwedana Kurdan Şex Seîd û ye Bediuzaman Seîdê Nursî û yê Kerbelayê çêbike û got her sê film jî di merheleya senaryoyê de ne.

Çîroka filmê “Saddamın Askerleri” Mahmut Alınak û Bavuz Şavata nivîsandiye û ji hêla “7. Sanat Sinema” ve hatiye çêkirin. Senaryoya filmê Şawata çêkiriye û muzîka wi Saffet Uluçay çêkiriye.

Di filmê de, Gani Rüzgar Şawata, Tuğba Özay, Yalçın Dümer, Yusuf Özpolat, Güler Işık,Hüseyin Beyaz, Ali Tutal û Ayla Ötük cih digrin.

Babeta filmê bi kurtasî eve:

Gani Rüzgar Şavata

“Leşkerên Saddam Huseyn, zextan li ser gundiyên ku alîkariyê didin peşmergeyan dikin. Di roja arefeya Cejnê de, hinek gundiyên ku bi heywanên xwe erzak dibin ji peşmergeyan re têne girtin. Cihê ku tête dayîn, gundê peşmergeyê şerker Evdo ye. Pêşmergeyên ku digrin di meydana gund de kom dikin û ji gundiyan dipirsin ka ewana nasdikin an na. Evdo û gundi dibêjin ku ew wana nasnakin. Lê nîyeta leşkeran ewe kû kesên ku destên wan tifing digre bi xwe re bibin. Dema diçin ji dora gundan mayîn dikin. Gundiyên ku di gund de mane; extiyar, jin û zarok êdî her yekek peşmergeyeke…”

GANİ RÜZGÜR ŞAWATA KİYE?

Şawata di sala 1960’ê de li Malatyayê ji dayik bûye. 17 salên xwe di şanoyê de derbas kiriye. Nivîskarî, şanogerî û derhênertî kiriye. Şawata bi filma “Dönüş” a ku di 1993’yan de çêkir gav avêt sinemayê. 24 filmên sinema û TV’yê de rolê sereke lîstiye, senaristiya 17 filman kiriye gelek xelat girtiye.

ym AKnews

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s