Hindrîn û Şivan li Kurdistanê ji dayîk bûne ne li Spanyayê (Vîdyo)

Avesta – Herdu gîtarîstên ciwan Hindrîn û Şivan li bajarê Silêmaniyê dijîn, ew ne tenê evîndarê hunera Flamenco ne her wiha bi awakî pir xweş li gîtarê dixin.

AVESTA li gel gîtarîtsê ciwan Şivan Qeredaxî têkilî danî û  çend pirsan ji wî kiribun. Şivan jî ji aliyê xwe ve bi dilxweşî bersivên AVESTA dabûn.

Şivan 23 salî ye.. û sinfa sêyemîn di fakulteya farmasî de dixwîne.

Şivan bi du gotinan behsa têkiliya xwe bi hunera flamênko re dike: “Flamenco jiyana min e”.

Hindrîn jî niha li Silêmaniyê dijî, ew ji 8 saliya xwe de dest bi lêdana gîtarê kiriye, hem ya Flamenco hem jî ya Klasîk.

Mirovê li wan binêre dibêje qey li Andalusiyayê (dergûşa hunera Flamenco) ji dayîk bûne.

Ne ecêb e ku xortên wisa ji başûrê Kurdistanê derkevin, berê wan jî bi sedan salan mûzîkvanê navdar Ziryab jî di dîroka mûzîkê de navê neqişandiye.

Hindrîn niha 18 salî ye, û bi awakî pir xweş li gîtarê dixe. Ew li Kurdistanê dimîne, belam eger derfet ji vî ciwanî re werin dayîn wê cihekî xwe di nav stêrên cihanê de bigre.

Ez li vir bi riya AVESTA bang li wezareta perwerdekirinê li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku alîkariyê bidin Hindrîn ji bo xwendina gîtara klasîk anj jî ya Flamenco li  Spanyayê nemaze di herêma Andalusiya de.

Amadekirin: Zinar Ala

Advertisements

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s