Helbesta “EZ Tî ME”

EZ Tî ME

Ez darê baxê tem e

Fêkî yên şagê tem e

Çi zalime bavê te

Bi dîtna te hewce me

Zaf şêrîn dêmên gulî

Ezê gulekê bikirim

Gulfiroş nafiroşin

Gula baxê vî dilî

Coşbu ferat ê dila

Li nav baxê sorgula

Bisk berda ye ser mila

Ru sor bû şiklê gula

Memik mîtan hilda bum

Herdû hinar xûya bûn

Ban bext û bextê reş bûn

Silava çav ne dabû

Hat û li min bûhûrî

Çavê reş û kilkirî

Wan bûrhê qelem kirî

Xwîn li zinar tevirî

Min bang kir lê lê yarê

Dêm kûlîlka bûharê

Tava havîna germ

Wer ber siya vê darê

Ez niwêrim zinaro

Bav u birê min hene

Bi çek u ser mestene

Abîdê wêja xwe ne

Ka were yara delal

Bejn zirav dêmê zelal

Kêlîkê bib me heval

Xwîn a min bo wan helal

Ez jî nola te tî me

Ser avê daniştî me

Lê ez avê venaxim

Bê heval im sêvî me

Lê lê yara min a delal

Wer jibo min bibe heval

Were li ba min rûna

Bide xatrê pîrê kal

Her daxwazim bêm zinar

Êdî bese zare zar

Awan wê me bibînin

Wê bêjin mejûyê gemar

Lê lê yarê ez heme

Jibo te ser meste me

Jibo ramisanek bes

Ji mirinê re amade me

Bes bêje bilomîn e

Her bahs kûştin û xwîn e

Helbest kê jibo min bêj e

Tijî aşq û evîn be

Ji Efrînê zinar im

Dil kûl û birîdar im

Êdî bê te nikar im

Aşiqim evîn dar im

Ez keçikek gûndî me

ji nîjad a medî me

Ez dîlê wêje ya xwe

ji hogûr a fedî me

min bid xatirê yazdan

Êdî nazîya neke

Rahêle bagê gula

Devê qûmçoka veke

Dest avêt bagê gula

Gûmîn ket herdu dila

Bû êrîş dêmê gulî

Hirbî li hev herbilî

Hirbî firî çû sema

Tiş li ser memika nema

Lêv bû êrîşa geza

Memik êrîşa lepa….


Tîbînî: Ez wê helbesta nîvco diyarî hevalê xwe Zinar Ala dikim

Yusuf baği / Kurdê Ciwan

Advertisements

Bersivê bide

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s