AVESTA – Navê wî Damon Weaver, ev bû salekê li pey aramanca xwe têdikoşe, ew jî hevpeyvînek li gel serokê DYAyê. Rojnamevanê 11 salî ligel Obama behsa perwerdekirin, xizanî û basketbolê kir.
Me ji vê hevpeyvînê du pirsan û berisivên wan wergerandin kurdî:
Cenabê we dikare kalîteya xwarinê li dibistinan baştir bike?
Obama: Baş e, Tê bîramin gava min li dibistanê dixwar hincaran tama xwarinê ne gellek baş bû. Divê ku ez vê yekê bipejrînim.
Niha, em li ser vê yekê dixebitin ta ku xwarina dibistanê hê tendurist be, ji ber ku li gellek dibistanan patatê qewirî, pîtzza û gellek tişt ku tên pêşkêşkirin xwarineke baş garantî nake. Ji ber wê em dixwazin zêde sebze û fêkî ji wan re pêşkêş bikin. Dibe ku ewîl ( zarok an jî nûciwan) ji vê yekê heznekin, lê ev tişt ji bo wan baştir e.
Ez dibînim, ji ber tu serok e, xelk pir xwe davêje nav îşê te, tu çawa dikî?
Obama: Hûn dixwazin bêjin ku xelk li ser min tiştên xerab dibêjin?
Obama: Baş e, bawer dikim gava mirov serok be, di aynî wextê de jî, berpirsiyariya gellek tiştan radike. Gellek kes li wir li derve kêlîkên xerab derbasdikin û diêşin. Xema min ya sereke ku ez hewl bikim ku karekî baş çêkim û hewla famkirina ku hinek kes hene bi hinek tiştan nekêfxweş in. Belam eger ez karekî baş dikim, eger ez tiştî herî baş ku ji mistê min tê der dikim, eger ez herdem hewla alîkariya xelkê dikim, ev tişt dihêle ku ez xebata xwe berdewam bikim.
AVESTA – Zinar Ala