“Ez Kurd im, ez ker im”

Vê hêvarê ez neçûm karê çolê, ne ji ber ku asta germbûnê di bin tavê de gihîştiye 42 lê ji ber ez rastî çîrokeke trajîk hatim. Ez bi  xwedîkar re axivîm û min jêre got ez ne rihet im û nikarim herim kar.

Sedema nerihetiya min jî çîroka jineke kurd ku ez vê hêvarê çûbûm serdana wê û ez tevlihev kirim. Ev jin xwediyê sernîvsa vê gotarê ye “Ez Kurd im, ez ker im”.

Piştî guhdarkirina çîroka wê, min nikarî xwe bigirta, ez ji cem wê derketim û tavilê hatim ber ekranê komputerê ta ku ez ji we re jiyana wê a trajîk bînim ziman lê xwezî min bikarîba vîdyoyekê ji  wê re bikşanda, ji ber ku çiqas ez hewil bidim  ku ez  êş, kul, azar, elem, jan, derd û keserên wê ji were şîrove bikim, nikarim şert û mercên jiyana wê baş wesif bikim.

Jiyana trajîk ya ku ev jin têde dijî wek ya bi sed hezaran jinên kurd ku li derveyî û hundirî welêt dijîn.

Li hundirê welat rêjeya kujtina jinan bilind e, eger mêr jinan nekujin, jin bi riya şewtandin, xwekuştin û xwecehirkirinê  jiyana xwe ji dest didin û ji zilm û zorê xelas dibin.

Li derveyî welêt, bi taybetî kurdên ku li cîhana yekemîn de dijîn, rêjeya kujtina jinan kêm e. Ev tişt jî, ne  ji ber ku mêrên kurd ji medeniyet û şaristaniya cîhana yekemîn fêrbûne, lê belê ji ber kontrola polîsan û ji ber hebûna yasayên baş ku jinan ji hovîtiya nêran diparêzin.

Pêdivî nîne ta ku ez jiyana tehl ya  ev jina Kurd bi ferehî şîrove bikim, ji xwe trajediya jinan di civaka Kurd di dema zayîna wan de destpê dike.

Pir mixabin ku medya Kurdî rêjeyeke pir biçûk ji programên televîzyon û radyo, nivîs, lêkolîn, reportajên xwe li ser tundtujiyê diweşîne.  Zor bedaxawa rêjeya mezin ji derfetên medya kurdî  li ser programên kufikî yên partiyan û serokên partiyan têne weşandin.

PKK û DTP bi van hevok û sloganên vala:

Jinên kurd azadiya xwe di azadiya serok de dibînin”

“Ocalan hemû maf ji jinan re xwestine”

“Jinên mexdur dibêjin Azadiya Ocalanê ku jin afirandina, azadiya jinan e”

“Azadiya te azadiya me ye”

Jinan dixapînin, mafê çi, afrandina çi azadîkirina çi?

Gelo gava birêz Apo di dema azadiya xwe  de  li Şamê çi ji jinan re kiribû, felsefeya Apo di derbarê azadîkirina jinan çi ye?

Mînakek tenê dibêjim:

Osman Ocalan yê ku ji aliyê serok Apo  bi xebata çêrandina pêz ve, ne şerm e ha, hatbiû cezakirin. Lê wisa serok Apo di pirtûka “Heft roj li gel Apo” gotibû ku ew birayê xwe ji ber pêkanîna çewtiyan cezakiribû. Piştî cezakirinê bi demekê, ji nişka ve em dibînin ku birêz Osman Ocalan dev ji şivantiyê berdide û dibe  berpirsiyarekî PKKê. Baş e tiştê ku min dixwest ez bêjim ku şagirtê Apo û birayê wî Osman Ocalan bi keçeke ciwan re, bi awakî klasîk, dizewece û tillek (barek) zêr pê ve dixîne. Xuyaye ku ew nizane ku van zêrên ku  dest, guh, kember û hustiyên jinan dorpêç dikin ji qeyd û zincîrên zindanan xerabtir in.

Biborînin ku ez hinekî ji mijarê derketim, tenê min dixwest ez vê agahiyê bidim ji bo nifşê nûhatî.

Nêr nêr e çi li jor çi li jêr e

Zor bedaxawa em rojane nûçeyên xwekuştin û xweşewtandina jinan li Herêma Kurdistanê dixwînin. Bi nirîna min  hemû helwestên ku ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê têne avêtin gelek qels in.

Me dît çawa nêrbûna parlamenterên PDK û YNK biserket û projeyasaya pirjiniyê hate pejrandin û ji aliyê Serokê Herêmê Mesûd Barzanî hate erêkirin.

Min tenê dixwest ku ez behsa êşa jinekê kurd bikim û sertiya ku ji mêrê xwe ve dîtiye şîrove bikim, lê ev mêrê hov berhema civaka kurd e, berhema siyasetvan û  ramana rewşenbîrên nêr e, ew jî qurbane. Ji zarokatiya xwe de  şîrê nêrbûnê mijandiye. Tu mêr e, tu şêr e, tu hakimê malê ye, gotina te tenê divê ku bê pejrandin, jin û zarok di bin hukmê te de ne…..hwd.

Ev mêrê hov ji zûde lêdanê li jina xwe dikir, lê ev jin êş û keseran dikşand ji bo zarokên xwe û ta ku gotinan ji meriv û hevalan nebîse û neyaran li xwe şa neke.

Jina kurd, bi çavê tijî hêstir, çîroka xwe wiha tîne ziman:

“Min zilma wî herdem temhûl dikir, min digo şerm e, mêrê min e, bavê zarokên min e, mirovê min e”

“Ez kurd im ez ker im, ez tenê dizanim lêdanê bixwim û dengê xwe nekim”

“Ez kurd im ez ker im, 12 sal dixepitim û ew jî li malê rûniştiye, ne kar ne îş”

“Ez kurd im ez ker im, bê heş û bê aqil im. 12 sal zulmê dibînim û ji kesekî re derdê xwe nabêjim”

“Du caran min pişta xwe emeliyat kiriye û hîn ez kar dikim, û bi ser de jî lêdanê li min dike”

“Bi wî piştî seqet ez têvadam ser derecan, ez li ser dercan weke gokê  tol bûm”

“Cîran bi me hesiyan, telefon ambulansê kirin. Min jêre got: Here bireve, polîs wê te bigre”

“Herdem min bi kujtinê tehdît dikir, ez tirsiyam û min li wî gilî kir, paşê min giliya xwe kişand”

“Ez kurd im ez ker im, 12 sal dixepitim û min mal li ser navê wî qeyd kiribû”

Hevokên ev jina kurd gellek in, ji bilî van hevokan bi kul û êş, rûyê wê, dengê wê û rundikên wê dil û kezebê dost û dijminan dişwetînin.

Belam “şansê” vê jinê jî heye ku ew li Spanyayê dijî, yasayên vê dewletê jî jinan heya astekî bilind dibarêzin.

Dema jinekê rastî tundtujiyê tê ew ji aliyê polîsan tê parastin, gava ji malê derdikeve polîsek herdem nêzîkî wê dimîne.

Jina kurd giliya xwe kişandiya, lê muddeyê dewletê doz negirtiye û mêrê wê jî avêtiye zindanê.

Lê dîsa serê jina kurd venahese, vêca dost, heval û mirovên wê lê zor dikin. Ji welat telefonî wê dikin û dibêjin: Çawa te mêrê xwe tehmul nekir, mêrê te ye, taca serê te ye, bavê zaroka ye….

Di dawî de dixwazim vê pirsê ji xwendevan û rewşenbîrên mêr re bihêlim:

Gelo hûn ji xebata şikandina qeydên ku li ser jina kurd hatine danîn razîn e?

Zinar Ala – Ciudad Real

Nûçeyeke têkildar:

Ji bo kurdên li derveyî welat: Li hemberî kujtina jinan bêdeng nemînin

Advertisements

2 thoughts on ““Ez Kurd im, ez ker im”

  1. Ez kurd im û ez ker im.
    Gava kû mirov li dîroka rojhilata navî û bi taybetî li jayana jinê ya kûrditanê dimeyzîne. Wênayên cûda tên ber çaevê merov. Lewma jina kurd li nav civaka kurd tû mafê wê yê jiynê nebû. U bi tevayî mafê jinê hetibû binpêkirin. Jina kûrd mefê wê yê axaftinê li gel mêra nebû. Bi hezara jin mîna mal dihatin firotin û qîzên bi temenê xwe 14 de salî dibûn hewya sê jina. Keçên ciwan di bû bûk dikatin bin xêlîya bûkanyê û dibûn kebanya mêrê 70 salî. Bi hezara keçên kurd li kûrdistanê bûne berdêlya hewya dayka xwe. Bi hezara kecên kurd ketine bin xêlîyên bûkanyê û çûne mala zavayên nenas û nedîtî. Bi hezara keçên kurd bûne heyra pismamê xwe û qîma xwe nanine hatine qetilkirin. Bi hezara keçên kurd jibo evînaxwe û jibo zewaca bê dil hatin qetil kirin.
    Ev rewşa malkambax heta sed sala nozda jî dom kir. Lê belê gotûnek me kûrda heye dibêjin mirov xwar rûnê û dûrûst biaxiv e. Belam Jina kurd di bîrdozî ya Apo yî de kesîtya xwe dî û hêdî hêdi digihêje azadîya xwe û ne hetîye xapandin. Lewma jina kurd rewşa doh û ya îro dide ber hev û tîne ber çaevê xwe.
    Îro jina kurd şaredare û mabûse di paya herî bilind de kardike û mirovên mina min yên xwe li ser serê jina serbilind xwe qûrre dikir. Lê îro bişkokên xwe li ber wan digrin û jibo wan rêz digrin.
    Ew jina kû te li gel wê hevpeyvîn kirye. Ew jî hemen tiştî dibêje. Heta niha min digo mêrê mine bavê zarokê mine. Lê tucari min mirov ne dî û bi çaevê mirova li min nemeyzand.
    Ew jin dibêje ez mirovim û ez ne kera tu kesime û ne namûsa tu kesîme.
    Hevalê zınar te gotarek xweş di derbarê jina serbilin de nivîsiye. Lê ez dixwazim kû tû vê yekê zanibe ku di salên 1970 yi de ew jin nikarî bu wan gotûna bêje lewma wê bihata qetilkirin.
    Lê hê li gelek cîha li kûrdîstanê jin tên qetil kirin. Lewma hê mêrên xwe nas nekirî dane pey desthilatdarya xwe û her dixwazin kû keritî yê li ser jinê ferz bikin.
    Lê jina kûrd êdî xwe naskir. Hem diwarê civakî de hem di warê siyasî de û di şerrê çekdarî de êdî tû kes nikare zilmê li jina ser bilind bike.
    Berê gotûne Şêr şêre çi jine çi mêre. Tu her bijî jina ser bilind û bi rastî ev gotûn mafê tey e.
    Slav û hezkirin ji kûrdîstan heta spanya.
    Yusuf Baği/kurdé ciwan

  2. erê kak Zinar rast e, mixabin hîn jin di sedsala 21 de li kurdistanê bindest e, ne ev tenê lê belê zagon û yasayên ji serdemên kevirî berdewamin bi hiceta rûmet şeref û namûsê , mamosteyekî min (dr.ismail) digot mêrê musilman (çi kurd çi ereb …) mijî û aqilê wî di nav lingên xwe de ye, û şeref û rûmeta wî di nav lingên jina xwe de ye.. bibûre eger mînak giran bû lê min nikarî ku ez ne bêjim…

Şîrove û nêrînên we

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

w

Connecting to %s