Zinar Ala – Di roja 19 îlonê de 20 sal li ser barkirina Hunermendê bi navûdeng Cemîl Horo derbas dibin, li gorî derfetên xwe me dixwest bi riya vê vîdyoyê em wî bi bîr bînin.
Mewala Hekîmê Luqman:
Çûma cem xelkî kîbar û çav reş min nedî aman
Xelkî şîrîn çav reş kîbar min nedî
Bi xwedê min nedî bi allo min nedî
Çend salan ketima pê wê salên emrê min qedîn
Yar qedîn yar qedîn…
* * *
Çûme, ez çûme cem Hekîmê Luqman
Ê ku derman û çare ji mirinê re diye
Min jî fêde nedî (2)
Berê derd û kulê min pêncî bûn
Te îro gandin sedî…..
Strana Rêka Serayê:
Rêka serê doz derê rêka çav reşê doz derê
Yek esmerê têra derê yek çav reşê têra derê
Canê min nema li hemberê
Rihê min nema li hemberê
Pir herê û hindik werê lê lê
Tê tekro ji min re vegere
Pir herê û hinidik werê lê lê
Tê ji nû ve li min vegerê
Min bi te re negot mêro meke
Min bi te re ne got kesî meke
Te mêr kir min jibîr meke
Te mêr kir li min bipisre
Allo kîbor rêka xwe şaş bikê
xwedê Şîrîn rêko xwe şaş bikê
Ber ve mala me werê
Ber ve hewşa me werê
Çiyayê Hawarê:
Tu pir rinde lê yarê rindbûn ji te dibarê
Destê xwe bi destê min de
Em herin çiyayê Hawarê
Bikin cejna Newrozê
Li 21 adarê……
* * *
Hunermend Cemîl Horo (Bavê Piling) ji bo çand û hunera kurdî xizmeteke mezin kiriye, di stranên xwe de gelek destanên û serpêhatiyên kurdî jîn kirine. Behsa hemû sembol, rêber û bajarên kurdan kirine.
Bîranîna salvegera 20´mîn ya Cemîl Horo hêjayî pîrozkirinê ne tenê li Çiyayê Kurmênc lê her wiha li hemû deverên Kurdistanê û li derveyê wê jî.
Hêjayî gotinê ye ku Mamed Cimo û kurê wî Arya Cimo bi vekirina Malpera Cemîl Horo xizmeteke giran buha kirine ji bo çand û hunera kurdî.
AVESTA- Zinar Ala
Wêneyên Vîdyo: Hîşam zawîtî (Malpera Tîrêjafrîn.com), Siwar, Mazên Hezbor, Grûpa Efrîn ser Facebook, Kurdistan Commentary û Arya Cimo.
Kesê mîna mamosta Cemîl Horo na mirin.
Her û her di dilê gelê kûrde dijîn.
Ne bîst sal tenê wê bi sedê sala di dilê gelê kûrde bijî.
Lewma ew bilbilê çiyayê kûrmênc bû.
Tû pir rinde lê yarê rindî ji te dibar e.
Destê xwe bid destê min de
Em herin çayê hewarê
Bi rêzdarî mamostê hêja bi bîr tînim û bejna xwe li ber gora wî di tewînim
Silav û rêz
Kurdê Ciwan, te gellek spas dikim ji bo van gotinan di derbarê nemir bavê Piling.
Hûn her hebin.